17 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gerry Adams: Banga Ocalan, derfetek dîrokî ye

Siyasetmedarê Îrlandayî Gerry Adams banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çekberdana PKKê weke ‘derfetek dîrokî’ nirxand û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo di navbera Tirkiye û Kurdan de aştî çêbibe, piştgirî bide vê pêvajoyê.

Gerry Adams û ji Serokatiya Neteweyî ya Sinn Féin Declan Kearney, zêdeyî 200 siyasetmedarên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên tevgerên jinan, hunermend, rojnamevan û akademîsyen, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi nameyekê bang li hemû aliyan kirin ku ‘ji bo aştiyê gav bavêjin’.

Piştî ku PKKê ragihand ku ew ji bo çekberdanê û xwe fesihkirinê amade ye, ev name hat. Adams di nivîsa xwe ya li sîteya belfastmedia.com hatî weşandin de, wiha got: “Ev bang ji bo Tirkiye û gelê Kurd derfeteke jiyanî ye ku dawî li şerê bi dehan salan were û pêşî li civakek demokratîk vebe.”

Adams di nivîsa xwe de, bal kişand ser girîngiya nexşerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser bingehê aştî û demokrasiyê û ev tişt got, “Tevî ku bi dehan sal in Ocalan li girtîgehê ye, amade ye ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Îro bi gotina ‘bila çek bêdeng bibin, fikir û siyaset baxive’ banga demokrasî, azadî û xweşiyê li gelê Kurd dike.”

Adams destnîşan kir ku ev banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava PKKê de erênî hate pêşwazîkirin û lîderên Kurd di asteke berfireh de xwedî li vê bangê derketin. Adams got, li Rojhilata Navîn hêviyên aştiyê jinûve şîn bûn. Gerry Adams tecrubeya Peymana Good Friday (Îniya Bixêr) a li Bakurê Îrlandayê bi bîr xist û ev tişt got, “Mîna mînakên li Efrîqaya Başûr, Bask û Îrlandayê piştgiriya aktîf a civaka navneteweyî wê ji bo serketina aştiyê diyarker be. Ev ji bo herêmê kêliyeke pir girîng e. Wezîfeya ku dikeve ser milê raya giştî ya navneteweyî, nirxandina vê derfetê ye. Pêvajoyeke aştiyê ya serketî, wê ji bo gelên din ên herêmê jî bibe çavkaniyeke moralê ya mezin.”

Adams nivîsa xwe bi van gotinan qedand: “Ez lîdertî û vîzyona Abdullah Ocalan silav dikim. Ez bang li hikûmeta Tirk dikim, wî berdin.”