Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin. Ji fermandarên gerîla Hakî Armanc, Jînda Ronahî, Sertav Dogan û Sorxwîn Avesta jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de gerîlayan govend gerandin û stran gotin.
Di Cejna Berxwedana Neteweyî de ku bi coşeke mezin hate pîrozkirin, salvegera damezrandina PKKê hate silavkirin.
