12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gerdûnîbûn û perwerdehî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Perwerdehî, mafê herî xwezayî û bingehîn ê hemû mirovan e. Domana perwerdehiyê, domaneke sereqet, domdar û dûvdirêj e.

Gerdûnîbûn ne tenê agahî û teknolojiyê diguherîne, bandorê li saziyên civakî jî dike û wan li gor rewşa demê dişêwîne. Perwerdehî di wateya cîhaneke gerdûnî de gerdûnîbûnê xurtir dike.

Pêşketina agahî, zanîn û teknolojiya ragihandinê, bi riya înternet û torên medyaya dijîtal di jiyana siyasî, aborî û çandî de guhertinên mezin pêk anîne. Pêkhatina van geşedaniyan a ku wekî pêvajoya globalbûnê/gerdûnîbûnê tê pênasekirin, derfeta mirov a ku bikare bi hêsanî xwe bigihîne serpêhatî û agahiyên li deverên din ên cîhanê jî pêş xistiye.

Rewşa demê ya ku cîhanê ber bi bazareke gerdûnî, jîngeheke hevrikî ya serketin û pêşketinê ve dike, xwendin û perwerdehiyeke berdewam jî mimkin kiriye. Ligel ku diyardeya gerdûnîbûnê entegrasyona gelek tiştan hêsan kiriye, di heman demê de bi awayekî paradoksî/nakokî, derfeta herêmîbûn/welatîbûnan jî lêxwedîderketin û parastina nirxên neteweyî jî bi xwe re aniye.

Gerdûnîbûn ne tenê agahî û teknolojiyê diguherîne, bandorê li saziyên civakî jî dike û wan li gor rewşa demê dişêwîne. Bi nûvedaniyên nû re fersendên kar ên nû jî derdikevin holê, pargîdaniyên teknolojiyê jî ji karker û xebatkarên xwe jêhatîbûnê dixwazin ku li gor van nûvedaniyên nû kar bikin.  Li gel wê, sazûman û mezrîngeyên perwerdehiya gerdûnî jî hewl didin ku valahiya agahdarî û teknolojiyê ya saziyên perwerdehiya asayî ji holê rakin.

Armanca bikaranîna teknolojî, agahdarî û ragihandinê bi her awayî pêşeroja perwerdehî û hîndekariyê jî diyar dike. Avadaniyeke aborî ya gerdûnî, dibe sedema têgihîştina feraseta perwerdehiyeke gerdûnî. Perwerdehî di wateya cîhaneke gerdûnî de dibe hêza herî girîng a ku gerdûnîbûnê xurtir dike. 
Gerdûnîbûn dike ku pergalên perwerdehiyê bi kar bîne da ku civakên rajêrker/îtaetkar û herêmên bazirganiyê yên parastî biafirîne.

Perwerdehî, mafê herî xwezayî û bingehîn ê hemû mirovan e. Domana perwerdehiyê, domaneke sereqet, domdar û dûvdirêj e. Perwerdehiya bêpere mafekî mirovî ye, lê mixabin ji bo her kesî pêkan nabe. Perwerdekirina mamoste, teknîsyen, endezyar, bijîjk, tenduristvan, hemşîre, karker, polês, leşker, parêzer, dadger, dozger, şaredar, parêzgar, qeymeqam, şaredar,  siyasetmedar, rêvebir û hemû karker û karmend ji bo ku bi ser bikevin û karê baş bikin pêdiviya wan bi perwerdehî, hîndekarî û xwendina bilind a mecbûrî heye.

Bi kurtayî armanca perwerdehiya gerdûnî ya îro bi vî awayî ye:

Pêkanîna venêrîna hejarî, vederkirin, lihevkombûn û newekheviyê

Avakirina pêwendiya navbera perwerdehî û aboriya herêmî û bikaranîna perwerdehiyê ya ji bo avakirina karsaziya gerdûnî

Venerîna rol û rista lêkolîn û perwerdehiyê ya ku ji hêla bi bazaran mirovan ve tê lîstin a  têkiliya zanîn û teknolojiyê ya ku di navbera welatên pîşesazî û pêşketî de pêk tê.

Rola kompûter û înternetê ya ku bandorê li ser perwerdehî û hîndekariyê dikin, di kîjan astê de ye?

Îro rayedarên cîhana zanistî hewl didin ku bi riya înternetê rewşa perwerdehiya ji dûr ve li gor perwerdehiya kevneşopî diyar bikin. Belê lêkolîn û dahûranên ku hatine/têne kirin jî hê perwerdehiya dûr a ku ji perwerdehiya kevneşopî bibandortir e piştrast nekirine. Tê gumankirin ku di pêşerojê de beşeke mezin a civakê ji ber sedemên kar û perwerdehiyê bêtir koçî bajaran an welatên biyanî bikin. Tê texmînkirin ku gelek welatên pêşketî dê bi koçberiyek mezin re rû bi rû bimînin. Ji salên 1980yî û vir ve bi sed mîlyonan mirov welatên xwe yên ku lê ji dayik bûne terikandine û li welatên din bi cih bûne. Ev rêjeya koçberiyê bêhevsengiyek cidî pêk aniye ku serjimara hin welatan kêm û ya hin welatan jî zêde kiriye. Herwiha gelek pirsgirêkên aborî, civakî û çandî bi xwe re aniye ku bandoreke neyînî li ser pêvajoya perwerdehiya mirovan kiriye. Ji aliyekî ve zêdebûna rêjeya bendewariya jiyanê li welatên pêşketî di encama pêşketinên teknolojiyê de avahiya demografîk gihandiye asteke bilind; ji aliyê din ve jî berdewamkirina perwerdehiyê ya ku bi saya teknolojiyê pêk tê pêve tu vebijarkek din tune ye. Ligel vê rastiyê, gerdûnîbûn hê negihîştiye asta ku aboriya cîhanê tevayî biguherîne. Li gor daneyên zanistî; ji sedî 65’ê serjimara welatên pîşesaziya wan pêşketî, di nava bîst û pênc salan de dê bigihîje ji sedî 22’yê tevahiya serjimara Ewropayê û dê ji sedî 30’ê wê jî li Japonyayê be.

Pergala perwerdehiya birêkûpêk a ku li ser bingeha pîvanên sincî û nirxên exlaqî yên gerdûnî esas digire; takekesên kartêker ên ku hestên wan ên hezkirinê pêşketî, rastgoyî û rêzê ji raman, bawerî û hebûna bêhempa ya mirovan re digirin, bi vîna xwe ya azad tevdigerin ku mirovahiya ser rûyê erdê hemêz dikin, digihîne pergala perwerdehiya ku xwe dispêre rêgezên kevneşopî yên serwer, desthilatdar û zordest a ku dixwaze bibe serdestê cîhanê;kesên kartêbû, bintûtî yên ku hestên wan ên tirsê pêşve çûne û ji hebûna bêhempa ya tu mirovî re rêzê nagirin, belê ji hêzê re rajêriyê dikin, digihîne.

Ji paradoksên ku li jor hatine gotin jî tê famkirin ku perwerdehî mijareke pir krîtîk e.

Mirovahî ji do heta îro rastî guherîn û veguherînên girseyî yên cihêreng hatiye. Ji van veguherînên girseyî ya yekem derbasbûna ber bi erd û jiyana niştecihbûyî ve, ya duyemîn derbasbûna ber bi civaka pîşesazî ve, ya sêyemîn jî derbasbûna ber bi civaka agahdariyê ve ye. Pêşketinên di teknolojiyên agahdarî û ragihandinê de bûne sedema guherîna civakan û hêmanên girîng ên tevgerên azadî û serxwebûnê jî seferber kirine. Di vê pêvajoyê de têgînên nû ên wekî ‘serdema ragihanê’ û ‘civaka agahiyê’ hatine pêşxistin. Ev têgîn di gelek warên wekî aborî, bazirganî û perwerdehiyê de hatine qebûlkirin. Di salên borî de, teknolojî li deverên cûda ji bo armancên cûda hatiye/tê bikaranîn. Ji van qadan yek jê jî beşa perwerdehiyê ye. Bi pêşketina teknolojiyê re, di rêveçûna perwerdehiyê de jî guhertin çêbûne û ramana fêrbûna takekesî derketiye holê. Perwerdehî xala bingehîn a pêdiviyên takekesî û civakî pêk tîne. Dema ku gelên welatan bernameyên xwe yên perwerdehî û hîndekariyê ji nû ve ava bikin dê pêşketina wan jî mimkin bibe.

Pirsgirêkên ku civakan ber bi vê pêvajoya avabûnê ve dikişîne ev in:

Mecburiyeta pêşkêşkirina xizmetên perwerdehiyê ji girseyên mezin re di heman demê de

Negirtina cudahiyên takekesî li ber çavan

Diyarkirina jimareya agahdariya ku hewcedariya takakes û civakê pê heye

Du nirxên herî girîng ên ku teknolojî pêşkêşî hawîrdora perwerdehî û hîndekariyê dike, komputer û înternet in.  Bi rastî hê tu pîvaneke rastîn a ku fayde û zerara teknolojiyê bipîve ji bo mirov/mirovahiyê çi dide bidestxistin û çi dide windakirin, nayê zanîn. Tê fikirîn an jî angaştkirin ku bikaranîna van herdu amûran dibe ku di dibistanan de karbidestiya bikaranîna wan zêdetir bibe.  Bi rastî, fêrbûna bikaranîna kesane ya van herdu amûran hem li hundir (li malê) û hem jî li derve (hawîrdorê) zêdetir dibe. Herwiha tê angaşkirin ku faydeya bikaranîna teknolojiyê ji zerara wê zêdetir e. Gelo b rastî jî wisa ye?

Li gel kesên ku gerdûnîbûnê ji bo mirovahiyê wekî feyde û havilekî dibînin, ên ku vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke neyînî û kambax dibînin û li dij derdikevin jî hene. Li gor hin kesan ger globalîzm baş were dewiyandin û aliyên wê yên erênî û neyînî bi baldarî ji hev werin veqetandin, dibe ku bibe pêvajoya guherîn û veguherîneke girîng. Wekî hemû bûyer û geşedaniyên din; pêkan e ku gerdûnîbûn jî bi awayekî erênî were nirxandin da ku ji zerara wê bêtir feydeya wê li mirovahiyê bibe.