12 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gera li Sîmûrgê

Çûkên ku  xwe digihînin Sîmûrg tiştekî kişf dikin. Sîmûrg encama wê rêwîtiya wan çûkan e. Serpêhatiya wan e. Guherîn û veguherîna wan e. Her yek ji wan çûkan, ji xwe hinek kêm kirin, hinek guherîne lê hemû bi hev re yekparetiyeke, yekîtiyeke nû jî ava dikin. Ev giring e. Çima? Ji ber ku heqîqet rastiyeke ku li derve li cihekî ye. Heqîqet encam bi jiyana hevpar çêdibe

“Çûn, vegeriyan û dîsa xwe dîtin. Meger Sîmûrg ew bi xwe bûn…”

(Ferîduddîn Attar – Mantiku’t Teyr)

Di vê nivîsê de dixwazim li ser pirsgirêka Kurd em bi hev re bifikirin. Gelo heqîqet xwegihandinek e yan na, heqîqet bi hev re tê înşakirin? Ev pirs giring e. Ji ber ku bi heqîqeta xwe em dikarin xwe heyî bikin û azad bibin. Ferîduddîn Attar di pirtûka xwe ya Mantiku’t Tayr de piştî sed salan jî ji me re hîn jî dersan dide. Heqîqet li serê çiyayekî nîn e, di rêwîtiya bi hev re ya xweguherandinê de ye. Attar ji me re bi pirtûka xwe vê dibêje. Di sedsala 12yan de nivîsandiye.

Weke wan bi sedan çûkên ku di çîroka Attar de behsa wan tê kirin em jî di nava lêgerînekê de ne. Em li nasnameya xwe li aîdiyeta xwe li rabirdûya xwe dipirsin. Em herî zêde jî li jiyana bi hev re digerin, heqîqeta me jî ev e. Li vir em jî dixwazin Sîmûrg weke metaforekê bi kar bînin û li pirsa Kurd binêrin. Belkî jî pirsa ku em bipirsin ev be: Gelo heqîqet li cihekî ye ku civakek bi tena serê xwe, xwe digihînê yan jî wateyeke ku bi derdora xwe re, bi civakên din re înşa dike?

Attar dema çûkên xwe derdixe rêwîtiyê teredut dike. Hin ji wan westandî ne, hin dilteng in, hin jî wan jî ji halê xwe memnûn in. Ji bo ku dernekevin wê rêwîtiyê hema bêje hinceta hemûyan heye. Îro li Tirkiyê jî rewşeke weke vê heye. Hin dibêjin; em ji xwe hemû wekî hev in. Hin radibin dibêjin; em ji xwe weke bira ne. Hin radibin dibêjin; bila pêşî dest ji şîdetê bedrin. Hin jî dibêjin; ez êdî ji axaftina li ser vê mijarê aciz bûme. Lê rastî ne bi vî rengî ye. Herkes bi nasnameya xwe bi çîroka xwe dijî.  Çareserî wê demê çi ye? Çawa çêdibe? Dema ku kes xwe ji ya din mezintir nedît, dema ku herkes, bi heqîqeta ya din re hevrû bibe û xwe ji nû ve ava bike, hingê em ê bikaribin behsa çareseriyê bikin.

Em dîsa li çîroka Sîmûrg vegerin. Çîrokeke beriya 840 salan hatiye nivîsandin. Çûkên ku  xwe digihînin Sîmûrg tiştekî kişf dikin. Sîmûrg encama wê rêwîtiya wan çûkan e. Serpêhatiya wan e. Guherîn û veguherîna wan e. Her yek ji wan çûkan, ji xwe hinek kêm kirin, hinek guherîne lê hemû bi hev re yekparetiyeke, yekîtiyeke nû jî ava dikin. Ev giring e. Çima? Ji ber ku heqîqet rastiyeke ku li derve li cihekî ye. Heqîqet encam bi jiyana hevpar çêdibe.

Îcar pirsgirêka Kurd jî dema mirov tenê di ser maf û heqê Kurdan de bixwîne, meselê bike tenê meseleya nasnameyekî wê ev çîrok kêm bimîne, xwendina xwe kêm e. Ji ber ku ev pirs di heman demê de pirseke wisa ye ku civak bi xwe re, bi rabirdûya xwe re û bi her yek ji ferdên xwe re têkiliyeke çawa daniye? Divê pirs ji vê aliyê ve jî were pirsîn. Em ferdên civakekê bi çi awayî li hev dinêrin, bi hev re têkilî datînin? Bersiva vê wê bi xwe re heqîqeta xwe jî çêbike.

Fikra Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk di vê derê de giringiya xwe jî nîşan dide. Li dijî û berovajî fikra netewedewletê ya tekperest ew dibêje; civak bi ferq û cudahiyên xwe, bi bîr û baweriyên xwe, bi nasname, ziman û çanda xwe jî bi hev re dikarin, bijîn. Yanê her çûk , her nasname bi rengê xwe, bi dengê xwe bi çûkên din re dikare bibe yek û ji vê yekê jî yekîtiyeke qewîn derkeve holê. Ev lihevhatineke wisa basît nîn e; ev ne ew reçete û formûla bila kes winda neke jî ye. Ev wateya xwe kûrtir e. Ev cesareta bi hev re ya xwegihandina heqîqetê ye. Tu yek ji me bi serê xwe wê heqîqetê nabîne. Lê dema em bi hev re bimeşin, dema em bi hev re bibin xwedî berpirsyarî û bar bigrin ser milê xwe, hingê em dikarin heqîqetê bi hev re înşa bikin. Belkî ji ber vê tişta ku pêdiviya me pê heye ji zafereke erzan û demkî wêdetir, hest û hişmendiya, feraseta rêwîtiya hevpar e. Bi vê rêwîtiyê em ê hem xwe bigihînin heqîqeta xwe û hem jî em ê heqîqeta xwe înşa bikin.