Ger hunermend Yilmaz Guney, kesê ku li dijî netewperestiyê bi awayên cur bi cur şerê faşîzimê kir, sax bûya, gelo yê li ser mirina Fatma Girik çi bigotaya?
Hinek kes li reng û rûyê mirovan dinêrin û li ser dinivîsin. Lê dema “hişê wan yê dîrokî-civakî” bihêz nebe yê Fatma Girîk a kurdkuj jî li pey mirina wê bikin qehreman! Ger îro Yilmaz Guney sax bûya bawerim wiha yê bi bîra dîrokê anîbûya ku: “Fatma Girîk tenê di filmên ‘Êş (Aci)’ ên feqîr-hejaran didît, lê di jiyana xwe ya siyasî de ji Stembolê çû heta Geverê û ‘Aci-derd’ derman nekirin. Belkî mirov kuştin û pê re jî bi serfirazî xwe wek xizmetkara sîstema serdest û înkarker binav kir!”
Xwezila siyasetmedar û rewşenbîrên me ji ‘hunera lîstikvaniya’ kesên wiha bêtir ‘hunera mirovkujiya’ wan jî di peyamên xwe de vegotana.
Ji bo zanînê
Roj 31’ê cotmeha sala 1994’an bû ku ew jina faşîst û kujer bi hinceta peydakirina zarokên wenda ji Stembolê çû Geverê û li wira du kesên siyasî û girêdayî doza Kurdistanê ( biqasî tê bîra min navê wan Fetah Yaşar û Şewket Kartal kurê Mihemed Elî Kartal bû û her du jî Oremarî bûn) ku bi awayekî veşartî li gundê Alakana dijiyan, girtin, bi îşkenceyên giran dan kuştin. Pişt re laşê wan yê lînçkirî û tazî bi dû panzerên artêşa dagîker ve girêdan û di nava kuçe û kolanên Geverê da gerandin. Zêdebarî vê yekê di ragihandinê de pesn û pozê xwe da û got:” Ez wiha terosrîstan tenbîh û ceza dikim…” (1)
Senaryoya ku bi navê ‘Peydakirina zarokên wenda’ dabûn destpêkirin bi rijandina xwîna çend şoreşgerên kurd anîn dawiyê. Ma qey çav kor û wijdan razayî bûn ku van xapandin û derewên dewleta faşîsta Tirkiyeyê nebînin û fam nekin!?
Ger hûn sirên vê cinayetê nizanin herin û li gundiyên Alekana û xelkê Geverê bipirsin. Ferqa vî karê hovane li gel tevkujiya 33 Guleyê ji fermana Roboskî û dehan kiryarên din yên veşartî tuneye. Ew xwîn nabe ku wiha hêsan bê jibîrkirin. Bila kesên ku heta niha ji dîroka xwe ya nêz haydar nînin şermê bikin û hevalbendên rêbaza Sabiha Gokçen ango Fatma Girîk´ên sedsalê li ser serê xelkê nekin qehreman û hunermend!
Çend pirsên girîng!
Niha pirsên min ji wan kesan ku çavgirtî li ser dijminên doza xwe dinivîsin ev in: “Hûn bi çi rûyî, bi kîjan bîr û dîrokê bi kîjan wijdanê behsa hunera jineke kurdkuj dikin? Gelo ma qey nabe ku hûn hinek jî ji dîroka xwe hez bikin?! Qey gelek zehmete ku hûn rûpelên jiyana wan kesan hildin ku li ser singê axa me xwînrêj in?! Hûn îro behsa hunera wan a lîstikvaniyê dikin. Gelo nabe behsa hunera wan a mirovkujiyê jî bikin? Dema asta rewşenbîriya civakekê ewqas li xwarê be êdî kesên qeder li ber rêwitiya jiyana: Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Eyşe Şan, Şiyar Farqînî û dehan kesên din reş kirin, wiha zû yê ji bîra we biçin?! Gelo ji bîra we çû ka hunermedên şehîd: Mizgîn, Sefkan, Serhat, Hogir, Sarya û dehan kesên din çima neketin xizmeta siyasta Kemalîstên înkarker, lê bi saza di dest da bûn deng û awazên armancên gerîla û şervanên doza serxwebûn û azadiyê.
Hêvîdarim em ê wê rojê bibînin ku hunermend û derhênerên kurd yê çîroka vê romana tirajîk an nenivîsandî bikine filmên sînemayê an jî rêzefilmeke çend parî. Li wêneyên ciwanên kurd binêrin û êdî hûn û pîvanên xwe yên exlaqî. Binêrin Fatma Girîk a lîstikvana çawa bi xwînrêjandina qehremanên me bûye qehremana bîr û ramanên we yê paşdemayî!(2)