Demeke di navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Dewleta Tirk û desthilatiyê de pêvajoyeke diyalogê heye. Beriya niha jî di navbera salên 2013-15an de pêvajoyeke hebû û heta asteke girîng jî hatibû. Lê belê ew pêvajo ji aliyê desthilatiyê ve hat bidawîkirin. Geşedanên wê demê û destpêkirina vê pêvajoyê li ser hûrguliyan em bi siyasetmedar Gulseren Yilirim re axivîn.
Niha povajoyek heye û gelek tişt tên axaftin. Hûn vê pêvajoya diyalogê ya çareseriyê çawa dinirxînin?
Niha pêvajoyek heye û bi rastî ji bo ku mirov bikaribe bêje pêvajoyek e wekî ku hûn jî dizanin du aliyên pêvajoyê hene lê tişta ku em îro dibînin mixabin yek alî tê meşandin. Ji ber pratîka desthilatdariyê ya dewletê tu hêvî û baweriyê nade mirovan. Hêvî dikim ku ew jî ji vê yekê baş bihesin û hişê xwe bînin serê xwe ku firseteke wisa dîrokî bidin pêşiya Tirkiyeyê ku hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Yanî bi rêya diyalog û muhatabbûnê, bi hev re rûniştin, nîqaşkirin. Ku mafê hemû gelan hemû baweriyan hemû kesan pêk dê wê demê ev pirsgirêk were çareserkirin.
Bi rastî dema ku mirov li rewşa welêt, Tirkiye, cîhan, Rojhilata Navîn û cîhanê dinêre, li hemû deverên cîhanê îro şer û pevçûnek heye. Em dikarin vêya wek şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav bikin. Her çiqasî ne di asta şerê cîhanê yên didin de be jî di wê rewşê de tê meşandin. Lê ev şer bi xwe re nûjeniyeke din jî tîne. Di rewşeke wiha de ne pêkane ku mafên gelê kurd bê paşguhkirin. Lewma jî pêvajoyeke wiha pêwîstiyek bû.
Ragihandin û balkişandina Devlet Bahçelî ya li ser rewşa xeternak û pêdiviya lihevhatinê hûn çawa dinirxînin?
Bi rastî jî ragihandina ku Devlet Bahçelî di axaftinên xwe de bangawaziyek dikir ku bila Birêz Ocalan bê meclîsê, ji DEM Partiyê re pêşengiyê bike, axaftinên xwe bike û mafên xwe bi dest bixe. Bi rastî jî partiya Bahçelî û zîhniyeta Bahçelî heta îro wekî nijadperestê herî li pêş û dewletparêz û kesekî ku yekperestiya Tirkiyeyê diparêze bangawaziyên bi vî rengî kes ne li bendê bû.
Lê dema îro Bahçelî hatibe vê astê û yekî wekî wî ku ew bangewazî kiribe ev hêviyeke mezin da civakê. Bi rastî jî dema ku mirov li derdora xwe dinêre li civakê dihese li gelê xwe û der û dorên xwe herkesî ev bangewaziya Bahçelî erênî nirxandin. Lê mixabin wî pêdiviyeke çawa dît ku ev bangewazî kir. Ez bawer im dîsa jî pêşketinên Rojhilata Navîn ji pêşketinên Rojava pêşketinên cîhanê ne cuda ye.
Di navbera salên 2013-15an de jî pêvajoya çareseriyê hebû lê erênî encam nebû. Di navbera wan de çi cudahî heye û ji wê demê heta niha çi guherî?
Ger ku wê demê pêvajo bi aştiyane bi ser biketa, wê îro rewşa Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn ne wiha bûya. Dê pêşengiya demokrasiyê bikira, pêşengiya aştiyeke di nav gelan de bikira û hemû pirsgirêk çareser bibûna. Lê mixabin gelek sedemên têkçûna wê pêvajoyê hene. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin ew pêvajoya bi ser biketa dibe ku rewş ne wekî rewşek niha bûya. Rewş dê ji bo hemû gelan û ji bo Tirkiyeyê gelekî baş bûya. Lê îro em dikarin bibêjin ji wan ders derxistin, ev firsendeke pir baş e. Wekî ku me berê jî got, şert û mercên îro dikare viya bi rêbazên aştiyane bi encam bike. Pêşiya hemû gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ber bi çareseriyeke mayînde, jiyaneke bi hev re, aştiyane vekiriye û ev yek dikare bi hemû gel, baweriyan, nasname û çandên cuda dikare pêş bikeve. Hêvîdarim ku divê çarçoveyê de hîmên civakê û em bêjin hêzên civakê yên bingehîn jî vê piştgiriyê û vê rewşê bi van xwestekên demokrasî, aştî û bi rûmet xurt bike divê çarçoveyê de em dikarin wisa bibêjin.
We jî weke siyasetmedarekê şahidî ji vê pêvajoyê re kir. Ger hînekî rewşa wê demê vebêjin hûn ê çi bêjin?
Di navbera salên 2013 û 2015an de ji pevajoyek hatibû destpêkirin. Wê demê heyeta aqilmendan hat avakirin. Di lekolînên civakê de hatin kirin û %85 civakê pistgirî dida pevajoyê û aştiyêk rûmet hebû. Xalên pevajoyê bi gel re dihatin parvekirin lê kemasiya wê demê disa bawerî nadida gel. Gelek xalên xelet di wê pevajoyê de dihatin meşandin. Minak wê demê ez di girtîgeha Mêrdînê de bûm, mijara sereke girtiyên nexweş bû lê mixabin girtiyê nexweş nedihatin berdan. Di wê mijarê de neduris tbûn. Di destpêka pevajoyan de duristî hewceye, duristî hebe pirsgirêk çareser dibe. Ji ber vê yeke ez dibêjim wê di demê de çiqas civak piştigirî dida jî lê israrêk hebû. Li aliyê din tevî ku agirbest hebû jî li her derê Kurdistanê qalekol hatin çêkirin, amedekariya şerê mezintir dihat kirin. Ew pevajo wekî îro em dibêjin firsendekê şerekî mezintir dihatê kirin. Pêşberî van çalakî dihat kirin gelek kes jiyana xwe winda kir. Nav van pirsgirêka nde jî dîsa Birêz Ocalan bi israr bû ku pevajoyê bimeşîne û bi encam bike. Jixwe wê demê em dizanin ku di 2013 û 2014an de peyama Newrozê dema ku hat xwendin baweriya gel zedê bû.
Ew pêvajo çawa bi dawî kirin û ji xwe re çi kirin sebep?
Wê demê çiqas piştgiriya gel hebû jî pevajo bidawî kirin. Pirsgirêk nehatin çareserkirin, nijadperestî zêde bû û muxalefet wekî neyar dîtin. Îro civakên Tirkiyeyê bûn dijberî hev. Ji bilî hêzên demokrat, şoreşger, rewşenbiran, yên di nava pergala desthilatdariyê de ne fikr û mejiyê wan bi dijminahiya gel û muxalefet tijî kirin. Ew aliyên ku hêviya gel û aştîxwazan ji holê rakirin, niha bangwaziya werin li meclisê biaxivin dikin. Ji ber vê em dibêjim di navbera pêvajoyan de cudatî heye. Jixwe hûn jî dizanin di pevajoya wê demê dihat meşandin de du bûyerên girîng derketin hole. Yek derketina DAIŞê bû. Bi êrîşa ser Misûlê destpê kir, dawiyê hat Kobanê. Berxwedana gelê Kurd a li hemberî DAIŞê bû têkoşîna hebûnê, parastina jiyan û axa xwe. Desthilatdariyê rêveberiya xweser ji xwe re xetere didît û berjewendiyên xwe derxist pêş. Dema ku em behsa berjewemendiyan dikin berjewemendî ji bo me berjewemendiya gelan e, jiyana bi hev re ye. Lê li gorî serdestan berjewemendî çi ye? Yêkperestî, bindestî ya gelan, talan û kuştin e. Ji bo vê jî dema ku mirov behsa berjewemendiya gelan dike wê demê ji berjewemendiya desthilatdaran cuda dibin. Karker, bindest, civakên cuda û jinên azadîxwest xwe welê nabînin.
Mijara din ku mirov bibêje ew jî di hundirê dewletê de bandora FETOyê hebû. Mejiyên ku dixwestin derfet û saziyên dewletê li hev parve bikin. Ji ber vê ferasetê darbe çêbû. DI vê pêvajoyê de polîs li serêkaniyê hatin kuştin û kuştina wan ji xwe re kirin hincert û êrîşî Rojava kirin. Lê dawiyê derket holê ku ew provokasyon bû û pêvajo xira kirin.
Wê demê rewşa dewlet û desthilatê çawa bû?
Wê demê saziyên dewletê ewqas ne di xizmeta dewletê de bûn. Lê di saziyên dewletê de desthilatdariya AKPê negiştibû asta ku saziyên dewletê têxe destên xwe. Îro em AKP dinerin wekî dewletê ye. Sazî û dezgehên dewletê hem di aliyê birdozî hem di aliyê polîtîk û hiqûqî de di bin desthilatdariya AKP tên meşandin, Mînaka vê yekê em her roj dijîn. Sazî û dezgehên vê sereke yek jê daraz e. Dadgeh îro li gorî desthilatdariya AKPê biryarê didin. Wê demê sazî û dezgehên dewletê bi qasî niha ne di bin desthilatdariya AKPê de bûn. Lê îro zêdetir di destê desthilatdariyê de ne.
Gelo çima AKP wê pêvajoyê ji bo xeternak dît, dawî pêvajoyê anî û ket nav hewldanên qirkirinê?
Wê demê pêvajoya FETOyê jî hebû bê saziyên dewletê çawa dagirkir bû. Desthilatê ev yek ji xwe re weke firsandekê dît û piştî darbeya FETOyê hemû hêzên muxalîf xwe re kirin hincet û hewl da muxalefeta Tirkiyeyê, hêzên aştîxwaz û demokrat holê rake. Bi hezaran mirov ji kar hatin avêtin, hezaran mirov koçber kirin, pêvajoya aştiyê xirakirin. Tiştên ku wê demê em bibêjin Mutabakata Dolmabahçeyê ku em binav dikin destpê kir. Ew mutabakat ji bo demokratîkbûna tiTrkiyeyê bû. Xalên hatibûn nişandan xizmeta demokratîkbûna Tirkiyeyê dikirin. Pêşiya zîhniyeta yêkperest digirt û pêşiya demokratîkbûnê vedikir. Jiyanake hevpar û aştiyane esas digirt. Serokkomar ev yek qebûl nekir û got ‘Ez wê pevajoyê nasnakim’. Bi vî awayî pêvajo xira kir. Lê gelek aliyê wê hene ku em dikarin vebêjin. Bi rastî şertû û mercên îro ji bo çareserî û aştiyê ji wê demê guncavtir e. Eger bixwazin piştgiriya civakê bigirin , divê destpêkê zimanê xwe biguherînin, jidil nêzîkî pêvajoyê bibin û nakokiyan ji holê rakin. Divê bi rastî jidil nêzîkî vê pevajoyê bibin.
Gulseren Yildirim Kî Ye?
Di 1ê Çileya 1963an de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bû. Di 26ê Sibata 2010an de di çarçoveya doza KCKê de hat girtin. Di serlêdana xwe ya ferdî ya li Dadgeha Destûra Bingehîn de bi hinceta “Dema binçavkirinê derbas bûye” û “mafê wê yê hilbijartinê hatiye binpêkirin” rewa hat dîtin. Di 3yê Çileya 2014an de hat berdan. Kurdî pir baş dizane, zewicî û dayika 4 zarokan e. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê bû. Niha jî wekî endama Tevgera Jinên Azad dixebite.