12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ger li ser xaka Sûriyeyê yekitî ava nebe dê Sûriye parçe bibe’

Di 10 salên aloziya Sûriyeyê de hikumeta Şamê li ser rêbaza leşkerî bi israr e û qebûl nake ku diyalogan bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne. Vebijêrka leşkerî ji bilî wêranî, kuştin û koçberkirinê tiştekî din ji bo gelê Sûriyeyê neanî. Li gel dagirkirina Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê û daxwazên wê yên ku qutkirina herêmên din ên Suriyeyê, tu lihevkirinek di Suriyeyê de dernakeve ku dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bîne û ji parçekirinê dûr bixe. Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji destpêka ku hatiye damezrandin ve banga diyalogan li aliyên Sûriyeyê dike. Li heta niha jî hikûmete Şamê bersiveke nedaye û bi vî awayî diyalogê red dike.

Têkildarî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer ji ANHA’yê re axivî. Hesen Koçer diyar kir ku diyalogên Suriyeyê ji bo aloziyê çareseriya herî guncav e.

Hesen Koçer bal kişand ser destwerdanên dewletên derve li Sûriyeyê û wiha domand: “Destwerdana dewletên derve wê aloziyê çareser nekin, ji ber ku çareserkirina aloziyê divê bi biryar û bi destê gelê Sûriyeyê be. Dewletên derve naxwazin alozî çareser bibe û naxwazin ji Sûriyeyê derkevin.”

Koçer destnîşan kir ku destwerdanên derve sedema kûrbûna aloziyê ye û ev tişt got: “Sedema kûrbûna aloziya Sûriyeyê destwerdanên derve li derve ne.Vê yekê alozî dirêj kir û dibe ku dirêjtir bibe. Sedema sereke ew e ku biryar ne ya gelê Sûriyeyê ye. Di heman demê de hikumeta Şamê di zihniyeta xwe ya kevn de israr dike ku dixwaze Sûriyeyê vegerine rewşa beriya 2011’an. Li aliyekî din opozisyoneke ne niştimanî heye ku bi hêzên derve re, bi taybet dewleta tirk ve girêdayî ne. Ev opozisyon sînorê dewleta tirk diparêze û tu elaqeya wê bi gelê Sûriyê re tune ye. Serhişkiya rejîmê û tunebûna opozîsyoneke niştimanî ya demokratik, dibin sedema dirêjkirina aloziya Sûriyeyê.”

Cîgirê Meclisa Rêveber Hesen Koçer da zanîn ku pêwîste opozisyoneke niştimanî were avakirin ku çareseriye durist pêk bîne û wiha pêde çû: “Divê rejîma Sûriyeyê bizanibe ku rewşa heyî ji ya berê cûda ye. Di 10 salan de şer, koçberî û qetilkirin hebûn. Divê rejîm bi rengekî baş rewşê binirxîne da ku em karibin çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re bibînin.”

Hesen Koçer diyar kir ku armanca yekemîn a Rêveberiya Xweser misogerkirina yekitiya xaka Sûriyeyê û biryara navneteweyî ya 2254 esas dibîne û wiha got: “Em çareseriyeke siyasî ji aloziyê re dixwazin û gelek caran me ev yek pêşniyar kir. Ji ber ku çareseriya leşkerî bû sedem ku rewşa aborî, civakî û siyasî li Sûriyeyê aloztir bibe û binsaziya herêmê wêran kir.”

Koçer da zanîn ku Sûriyê li pêşberî du vebijêrkan e û got: “Heger em yekitiya xaka Sûriyeyê ava nekin û herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, rizgar nekin û bi herêmên din ên Sûriyê re nebin yek, wê Sûriyeyê parçe bibe. “