Zaroktiya min çiqas xweş bû, min zaroktiyek pir xweş derbas kir. Em zarok sibê heta danê êvarê li derva, di ber derê cînaran de, li kolan û kuçeyan de kêf û eşqa herî mezin ya me bû. Em wek zarokên îro tirsonek nîn bûn, ya herî xweş, em azad bûn, xweziya min bi wan çaxan….
Dema payizê, mal li zozanan dadiketin deştê, bav û bira û paleyan genim ji zeviyan radikirin, ew çewalên tijî genim hinek li benda arvan, hinek li benda toximê ji bo sala din, hinek jî li benda savar bûn. Beriya ku genim bibe savar, dê û xwişkên me, der û cînarên me ew genim dişûştin, zuha dikirin û dû re jî ew bi çewalên cuda cuda didan aliyekî. Ya herî ez pê kêfxweş dibûm, şûştina genim, raxistina li ber tavê, genimê kelandî û dû re jî çêkirina savarê.
Heçî gava genimê savar dişûştin, min dor nedida kesekî, min digot ez ê li ber genimê savar bisekinim û bila çûkên hewa neyên nexwin. Jixwe diya min ji min re sîbanî çêdikir sewa ku ew tav min gêj neke, lê xema min nîn bû.
Dîsa di wan rojan de hemû jin genimê xwe dianîn ber avê, pêşiya çem bi çend keviran ve dibirîn, carcîmeke mezin li binê avê radixistin, pêda pêda ew çewalên geniman berî nav avê didan, bi destan diketin nav û dişuştin. Hinek ji wan ew genimê şûştî li ber tavê radixistin. Jixwe her tim ez li ber çavên wan wenda nedibûm. Wana hemû genimê xwe şûştin, li ber tavê raxistin, şerbikek av, nanekî zirav di nav de mastê bi şorbeşîr û ez damê li ber genimê savar û hemû kes çûn malên xwe. Ez li ber genimê savar mam, li der û dora genim diçim û têm, carna serobinî hev dikim ku sewa aliyê din jî zuha bibe. Heta çendekê min wisa parastina genimê savar kir, dû re nayê bîra min çawa bû, lê ez ketime xeweke giran û şêrîn, dibe ku wê tava payîzê jî ez gêj kiribûm û hişê min ji serê min diçû, nizanim. Dû re min çavên xwe vekir, ez li malê di nav ciya de me, diya min digirî, şerekî giran li ser bavê min kiriye, wêlewêl û hewara wê ye.
Piştî çendekî ez bi ser xwe ve hatim, pirsa min a yekê û bigirî; we hemû genimê savar xwar? We qet para min nehişt? Min dest bi girî kir, min dî diya min beroşek genimê savar kelandî ye û şîr jî kiriye nav danî ber min. Got; eva beroşa para te ye, ger tu vî genimê kelandî bixwî êdî heta hetayê tiştek bi te nayê. Min xwar, lê vê carê jî şîr û genim ez nexwaş xistim. Xwezila min a zaroktiya min a wan deman. Ger her sal ez genimê savar nekelînim sebra min nayê. Zaroktiya min tîne bîra min.
Genimê savar