12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gengeşiyên li ser zagona bingehîn a tirkan

Komara Tirkiyeyê ne dewleteke hiqûqî ye. Ji ber ku: mînaka herî berbiçav saziya Dayikên Şemiyê ye. Hin dayik ev zêdeyî sih sal in lêpirsîna hestiyên zarokên xwe dikin.

Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê ku AKP’ê tê de têkçûneke berbiçav dît, bi destpêkirina gengeşeyên li ser guhertina zagona bingehîn a tirkan, AKP dixwaze bîna xwe vede. Bêguman guhertina zagona bingehîn wê ji gelan re nûbûnekê neyîne, ji ber ku di 22 salên şiyandariya AKP’ê de zagona bingehîn 12 caran hat guhertin. Ji 177 xalên zagona bingehîn a tirkan 134 xal hatine guhertin, lê hîn jî qala guhertinê dikin. Çima? Ji ber ku yek: Ev zagona bingehîn ti carî nebûye dadwer. Du: Ev zagona bingehîn ti carî wek hatiye nivîsîn pêk nehatiye. Zagon li aliyekî dimîne pêkanîn li aliyekî din.

Li Tirkiyeyê gava dibe qala sazûman û rejîmê dibêjin: Tirkiye welatekî demokratîk, layîk, civakî û hiqûqî ye. Qaşo ev yek di zagona bingehîn de cî digire. Lê li Tirkiyeyê êdî ker û kor û lal jî dizanin ku ne demokrasî heye, ne layiqî heye, ne civakîbûn û ne jî hiqûq heye. Çawa?

Tirkiye welatekî ne demokrat e, ji ber ku: di destpêkê de mafên bingehîn ên gelê kurd û piştre mafên hemû gelên din ên hebûn hatin binpêkirin. Hebûna gelan hat înkarkirin. Tirkbûnek û tirkîtiyek sixte, çêkar, pîne bi pîne dan pêşberî gelan û ji gelan xwestin eslê xwe înkar bikin û bibin tirk. Li şûna demokrasiyê ev sed sal in faşîzm pêk anîn – kîjan partî desthilat be qet ferq nake, ji roja damezirandina Komara Tirkiyeyê heta îro ji bo hemû gelan faşîzm şiyandar e, ne demokrasî.

Komara Tirkiyeyê ti carî layîk nebûye, ji ber ku: Ol herdem wek çekeke desthilatdariyê di bin xizmeta faşîzmê de li hember gelan hat bikaranîn. Layîkî dibêje, divê ol û dewlet ji hev werin cudakirin, lê li Tirkiyeyê ol di bin xizmeta desthilatiya dewletê de ye. Gel bi olan tirsandin, çewisandin û kirin bindest û kole. Bi riya terîqatan jî bêhiş û bêmejî hiştin.

Tirkiye ne civakî yan sosyal e, ji ber ku: di van sed salên komarê de li holê civak nehiştin, tev ji hev parçe parçe kirin. Beşên civakê li hember beşên din dan bikaranîn, çek dan dest beşekê û şandin ser beşeke din. Mînaka herî berbiçav cerdevanên gundan û sazkirina Hizbilkontra ya niha di bin baskên Tayyîp beg de kirine partiyek e. Dîsa di bin navê partiyên sazûmana Tirkiyeyê de hin beş kirin CHP’î, hin kirin AKP’î, hin kirin MHP’î û bera hev dan. Ji damezirandina komarê ve vê nakokiyê bi zanebûn dixin nav gel, da ku gel ji hev parçe parçe bibe. Dîsa di warê aborî û siyasî de jî gel û civak kirin hezar parçe. Hin kes pir dewlemend kirin, hin kes nikarin nanê ziwa bibînin. Hin kes terorîst îlan kirin, hin kes welatparêz û bi hev dan kuştin.

Komara Tirkiyeyê ne dewleteke hiqûqî ye, ji ber ku: mînaka herî berbiçav saziya Dayikên Şemiyê ye. Hin dayik ev zêdeyî sih sal in, lêpirsîna hestiyên zarokên xwe dikin. Gel dev jê ber de sax an miriyê xwe bixwaze, li gora wan, li hestiyê wan dipirse, lê dewleta kujêr wê yekê jî nade. Li dadgehan ji xwe hiqûq û dad tineye. Tu bi zimanê xwe nikarî xwe biparêzî, li dibistanan jî zimanê te qedexe ye, ji xwe tu, hebûna te hatiye înkarkirin, ji vê mezintir bêhiqûqî çi ye?

Li welatekî çi tinebe, pesnê xwe bi wê didin, niha dixwazin zagona bingehîn dîsa biguherin. Çima? AKP û serokê wê Tayyîp beg di van hilbijartinan de bi ser neket. Gelo dibe ku di zagona bingehîn de qulek hebe, ji ber wê bi ser neketibe? Wê demê divê wê qulê jî bigire ku hêzeke din, bi taybetî kurd di wir re nekevin hundir û ji xwe re cî peyde nekin.

Derdekî din ê Komara Tirkiyeyê yan gelên Tirkiyeyê feqîrî, belengazî û rezîliya ji ber şer bi serê wan de tê ye. Li kolanan kazekaza mirovan e, dibêjin; em birçî ne, mûçeyê me têrî me nake, her roj zem dibe, buhabûn heye, pereyê tirk bêqiymet bûye û her wiha…

Lê kes nabêje rojê bi milyonan dolar pere radizînin warê şerê li hember kurdan. Tu dev jê berde zarokên wan tên li Kurdistanê dimirin, her roj ji qirika wan bi milyonan dolar tê birîn, lê newêrin qalê bikin. Dewleta tirk her rojê bi dehan balafir, firokeyên biçek û bêmirov radike dişîne ser kurdan, bi hezaran çeteyên Artêşa Sûriyeyê (OSO), DAIŞ û gelek çeteyên din xwedî dike, çekên wan, xwarin û vexwarina wan, mûçeyên wan tev ji bêrîka gelên Tirkiyeyê derdikeve, lê kes qala vê nake. Bi tonan bombe bi ser erdnîgariya Kurdistanê û gelê kurd de tên barandin, ma ev tev ne pere ne û ne ji bêrîka civaka Tirkiyeyê derdikeve?

Di rewşeke wisa zelal de dibêjin em ê bi CHP’ê re werin ba hev û li ser guhertina Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê gengeşiyê bikin. 134 caran ev zagon hat pînekirin, lê dîsa jî çirvirî ye. Wê demê bi guhertinê guhertin çênabe. Tê zagonê ji binî ve biguherî, ji ber ku; bingehê vê zagona heyî li ser bêdadî, bêmafî, bêazadî, bêdemokratî û mafxwariyê hatiye danîn. Ev zagon li ser înkara kurdan û gelên din hatiye nivîsîn, wê çawa karibe çareseriyê bîne?

Zagoneke mafên herî bingehîn ên kurdan û gelên din nepejirîne hezar pîneyên din jî lêkeve ew ê her zivarî be û her roj di ciyekî re bifetiqe. Çawa ku bi vê zagonê xwestin tirkîtiyeke sixte saz bikin, divê bi zagoneke nû vê tirkitiya sixte bişînin ser sergoyê dîrokê û li şûnê bexçeyekî gelan biçînin, da ku bibin mirov û xwe ji hovîtî û faşîzmê hinekî be jî dûr bigirin.