Li Başûrê Kurdistanê krîzeke kûr a aboriyê heye. Mûçeyên karmendan bi mehan e nayên dayîn. Xwendekarên zanîngehan ji ber nedana xercên xwe, li seranserî herêmê daketin qadan. Li hember êrîşên dewleta tirk bêhelwestiya hikûmeta herêmê, gendelî û diziya li herêmê pêşketî, zêdebûna xizanî û bêkariyê dibe sedem ku gel ji başûrê Kurdistanê koç bike. Di demeke wisa de derket holê ku serokwezîr Mesrur Barzanî li Amerîkayê li bajarê Mîamî bi 18 mîlyon û 300 hezardolarî xanî kiriye. Li hemberî vê sosretiyê rêvebiriya PDK’ê ya ji vê rewşa kambax berpirse bêxem e.
Rojnamevan û lêkolîner Zack Kopplîn ji bo Saziya Projeya Hesabdayinê ya Dewletê (Government Acountability project) têkildarî gendelî û diziya qirêj raporekê amade dike. Kopplîn di vê çarçoveyê de, nêzî çar sal e têkiliyên şirketên Iraq û Amarîkayê lêkolîn kir. Zack Kopplîn di lêkolînên xwe de, nelirêtî û gendeliyên rêvebiriya PDK’ê ferq dike. Têkildarî van gendeliyan demekî dirêje lêkolînan dike û belgeyan berhev dike. Piştî vê lêkolînê, Kopplîn li ser gendelî û diziya rêvebiriya PDK’ê di malpereke Amarîkayê de bi ser navê Dermanfiroşiya Kovboy (Cowboyo Drugstore) di malpera prospect.org de bi belgeyan meqaleyek weşand.
Bi vê mekaleyê re gendeliya malbata Barzanî û bi taybet jî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî careke din kete rojevê. Di vê der barê de sala 2010’an cara ewil bi awayekî vekîr ji aliyê rojnamevan Zerdeşt Osman ve hin belgeyên ku gendeliyên PDK’ê dike hatin aşkerekirin. Ji xwe piştî aşkerekirina van belgeyan bi awayekî gûman rojnamevan Zerdeşt Osman hat qetilkirin. ji wê rojê û şûn ve her çendî dem bi dem ev mijar hatibe ser ziman jî lê heta niha li ser vê nehate sekinandin.
Rojnamevan û lêkolînerê Amarîkî piştî gendeliya malbata Barzanî dibîne û şûn ve lêkolîna xwe kûrtir dike. Belgeyên ku hatine aşkerekirin parçeyekî biçûk ê vê gendeliyê ye. Kopplîn di hevpeyvîna xwe ya dabû Medya Haberê de jî dibêje; “belgeyên hatine aşkerekirin beşeke biçûk ya vê gendeliyê ye. Têkildarî gendeliya malbata Barzanî di destê me de gelek belge hene.”
Rêvebiriya PDK’ê hewl da bi îdîda û tewambariyên cûda kesayeta Zack Kopplîn têxe nîqaşê û vê lêkolîna hatiye kirin jî vala derbixe. Lê saziya Projeya Hesabdayinê ya Dewletê ya Amarîkî li ser malpera xwe bi daxuyaniyeke fermî îdîayên PDK’ê vala derxistin û bal kişand ser rastiya belgeyên hatine aşkerekirin.
Pitşî aşkerekirina van belgeyan , ji aliyê gelek derdorên cûda, dizî û gendeliyên PDK’ê ji nû ve ketin rojevê. Lê divê em baş bizanibin ku ji roja PDK li Başûrê Kurditanê li ser postê desthilatdariyê rûnştiye û vir ve, ev gendelî di rojevê de ne. Kesên van gendaliyan bi awayekî aşkera tênin ziman, mîna Zerdeşt Ozman, an tên qetilkirin an jî tên girtin. Bi dehan rojnamevanên Behdînan ji ber van sedeman îro li zîndanên PDK’ê dîl
tên girtin.
Tam di vir de mirov dikare bibêje, li Rohilata Navîn otobiyografiyên kesayetên siyasî xwe çawa li ser civakê ferz dikin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn têgihîştina kesayet û pêşengên siyasî ji aliyê civakê ve hê jî pir îlahî tên dîtin, ev kes hertim li dijî gel ev bikar anîne. Lewma dema ev kes dikevin nava kêmasî û xeletiyan jî nayên rexnekirin ango rexneyan li xwe nagrin.
Lewma divê analîzên kesayetên bi pîvanên sosyo-psîkolojîk ya van kesan wek çalakiyeke girîng bê dîtin. Bêgûman divê ji bo lêkolînên bi vî rengî di nava civakê de bên pêşxistin, divê pîvanên civakî û exlaqî werin pêşxistin. Ev kesayetên ku bi erka siyasî xwe li ser civakê ferz dikin, nahêlin ku civak di xeta rast ya civakî û exlaqî de pêş bikeve.
Ji ber vê rastiyê, rêvebiriya PDK’ê û kesayetên mîna Mesrûr Barzanî ku navê kurd di siyasetê de bikar tîne, her roj li gor berjewendiyên xwe yên teng tevdigere. Ev kesayet bi vê sekna xwe ya li dijî nirxên civakê nikare hebûna gel ya civakî biparêze. Jixwe ev kes di rastiyê de dûrî van nirxan e jî. Lewma bi gotina filankes diziyê dike pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji bo çareserkirina mijarê divê îradeya gelê azad têkeve dewrê.
Divê her kurd li hemberî vê rewşa kambax ya ku malbata Barzanî ketiye nav de, berpirsiyariya xwe ya demokratîk û welatparêziyê bi cih bîne. Divê bibêjin siyasetmedarek ku navê kurd bikar bîne nikare nirxên gelekî binpê bike.