Kurd miletekî ewqasî dilnizm û mazlûm in, ku li hember dijminê herî xedar û xwînxwar jî banga aştî û agirbestê dikin. Serokê dewleta tirk Erdogan, wek padîşahên Osmanî tevdigere û dibêje, em ê kevir li ser kevir, serî li ser laş nehêlin. Bêguman ew hedê xwe derbas dike û sînorên xwe nizane. Yan jî xurifiye, êdî nema dizane çi dibêje.
We bi navê Dewleta Tirk ji sala 1984an û vir ve bi hezar tonan bombe li ser axa Kurdistanê barand. We bi hezaran gundên kurdan şewitand. We bi sedhezaran kurd girtin û avêtin zindanan. We bi dehhezaran kurd kuşt û termên wan nebedîl kir. We bi dehhezaran kurd koçberî her çar aliyê cîhanê kir. We sererd û binerdên Kurdistanê, neft û rejiya Kurdistanê talan kir û ji bo xwe pê çek û bombe kirî. We artêşa bi pere saz kir û şand ser têkoşerên kurd, we ji NATOyê, ji Almanya, Ewropa û Amerîka piştgiriya aborî, siyasî, leşkerî û dîplomatîk girt û bi vê hêzê şer li Kurdistanê derxist asta herî jorîn, we teknîka nûjen a bi balafirên bimirov û bêmirov şandin ser mirovên sivîl ên kurd û li her derê ew qetil kirin. Bi kinayî çi ji dest we hat we texsîr nekir û zêdetir jî kir, lê we nikarîbû doza kurdan vemirînin û têkoşîna kurdan têk bibin.
Niha Erdogan derketiye û gefan li gel û li têkoşerên kurd dixwe. Tu kî yî, çi kes î, bi çi xwe bawer î û tu çima hedê xwe derbas dikî? Ger tu ewqasî bi hêz û qudret bûyî, çima te ev çil sal in têkoşîna azadiyê bi dawî nekir û çima tu heyetan dişînî Îmralî û li ber rêbertiya kurd digerî, ku çekan berde û dawî li rêxistinê bîne? Yan tu xurifiyî, yan tu ne bi devê xwe diaxivî, yan jî tu li pey dek û dolaban î.
Dewleta Tirk û serok û rayedarên wê dixwazin li ser kurdan psîkolojiyeke wisa çêkin, ku kurd mecbûr bin li hember tirkan serî deynin, agirbest bikin, çekên xwe biavêjin û xwe bixin ber bextê wan ê qet nebûye. Bi çapemeniya xwe, bi siyasetmedarên xwe, bi rojnamegerên xwe, bi radyo, rojname û televizyonên xwe ketine nav keftelefteke wiha ku bibêjin, kurd mecbûr in bi gotina tirkan bikin.
Zordaro, yê şer gurr dike tu yî, yê xwediyê milyonek leşker, çete, cerdewan, tîm û polîs tu yî, yê xwediyê tanq û top û firoke tu yî, yê komên çete û terorîst xwedî dike û dişîne ser kurdan tu yî, yê bela xwe di kurdan dide tu yî, yê ziman, çand û nasnama kurdan înkar dike tu yî, yê erda kurdan dagir dike tu yî, yê kurdan dikuje tu yî, çima kurd serî li ber te deynin û çima li ber xwe nedin? Ger tu dixwazî kurd çekên xwe deynin, wê demê destpêkê fermo, leşkerên xwe ji Rojava, ji binarê Qendîlê, ji Garê, ji Metîna, ji Heftanînê, ji Zapê vekişîne baregehên wan, dawî li operasyonên xwe yên qirkirinê bîne, komên çete û terorîst ên bi navê OSO te çêkiriye fesh bike û belav bike. Saziya cerdevaniyê fesh bike û belav bike, rêxistiniyên wek JITEM, Tîmên Taybet fesh bike û belav bike, girtiyên bê sûc û guneh, tenê ji bo kurd in te ew xistine zindanê û zordariyeke bêsînor li ser wan dimeşînî, azad berde, bela xwe ji şaredariyên kurdan veke, bihêle rêbertiya kurd bila vegere nav gelê xwe û piştre were ba kurdan û qala çekberdan û xwebidawîkirinê bike.
Gava tu ji kurdan berdana çekan dixwazî, çima nayê bîra te, ku tu çekên xwe rawestînî? Gava tu ji HSDê pêkanîna biryara birêz Ocalan daxwaz dikî, tu çima li gorî biryara birêz Ocalan tevnagerî? Fermo, tu jî çeteyên xwe ji rojavayê Kurdistanê vekişîne, bendava Tişrînê biterikîne, ji Girêspî û Efrînê derkeve, bila gelê wir awayekî azad vegere malên xwe û ser erdên xwe û piştre ji HSDê re bibêje, de ka tu jî tev li banga aştiyê bibe.
Na, tê rojane bombeyan bi ser gel de bibarînî, tê bi hezaran çete wek sayên har bişînî ser kurdan û piştre bidî girî, bibêjî, çima kurd şer ranawestînin û çekan bernadin?
Çima? Qey xwîna te ji ya kurdan sortir e, ku kurd wek pezê qurbanê stuyê xwe dirêjî ber kêra te bikin û tu bi navê dewletê serî li wan jêkî û xwîna wan vexwî?! Pezekî wisa êdî li Kurdistanê nemaye tirko efendî, Erdogan beg. Çavên xwe veke. Wa ye dewleta cînar bangî gelê Durzî û Kurd dike, ku hevkariyê bikin û piştgiriya gelê kurd bikin, da kurd jî bibin xwediyê bihostek axa azad. Tu dîsa here xwe bi qurbana lingên birêz Ocalan bike, ku dixwaze di navbera kurd û tirkan de pireke aştiyê saz bike. Ger kurd xwe bi dewleta cînar re bikin yek, tu dizanî ku heta Enqere û Stenbolê jî wê ji dest te biçe. Ti hêza te tine ye. Te tirkîtiyeke sixte bi darê zorê çêkiriye, zêde baweriya xwe pê neyîne, ew ê di rojekê de hilweşe, gava kurd li kurdîtiya xwe, laz li lazîtiya xwe, çerkes li çerkestiya xwe û miletên din li eslê xwe xwedî derkevin, li holê tirk mirk namînin. Tu bi xwe jî ne tirk î, wezîrên te ne tirk in, parlamenterên te ne tirk in; vê yekê ji bîr meke. Dema tirkîtiyê derbas bû, yan wek banga birêz Ocalan, tê werî ser riya demokrasî, aştî, mirovatî û mafnasiyê, yan jî kurd wê tifaqên xwe bi gelên din ên herêmê re çêkin û pehîna xwe li te bidin.
Bifikire, ger kurd niha destê xwe bidin banga dewleta cînar wê çi bi serê te were? Hişê xwe bîne serê xwe.
Ger tu di demeke kin de bersiva banga birêz Ocalan bi cî neyînî, girtiyên li zindanan azad bernedî, zagona xwe neguherî û rêz li ziman, çand û nasnameya kurdan negirî, birêz Ocalan azad bernedî, artêş û çeteyên xwe venekişînî baregehên xwe û tim gefan li kurdan û li têkoşerên kurd bixwî, zanibe ev gel çawa ku destê aştiyê dirêjî te dike, dikare destê te yî bi çek û xwîn jî bişikîne.
Nebêje, kurd mecbûr in, ez çi bibêjim wê bi ya min bikin, ez çav li wan bitirsînim, wê xwe radestî min bikin.
Kurd dilnizm in, dilbirehm in, mazlûm in, aştîxwaz in, lê belê ji bo azadiya xwe jî şêr û piling in, çekdar û bi hêz in. Heta tu neyê ser riya dadwerî û aştiyê, kurdekî çeka xwe deyne û serî li ber te bitewîne tine ye, divê tu vê yekê zanibî.
Di vê sedsala nû de yan tê îradeya kurdan bipejirînî û çi mafê te hebe, tê heman mafî ji kurdan re jî nas bikî û rêz lê bigirî û wisa bi kurdan re aştiyê çêkî, yan jî kurd wê li herêmê dest bidin tifaq û hevalbendên bang lê dikin, piştgiriya wê dixwazin û rêz ji maf û hebûna wê re digirin û wê bi hev re dawî li hebûna te jî bînin.
Êdî bes gefan li vî gelê mazlûm bixwe û li ser dûvê xwe rûne, guh bide ser banga birêz Ocalan û riya mirovbûnê ji xwe re hilbijêre. Êdî tê nikaribî kurdan bixapînî, lê niha bi vê helwesta xwe tu xwe dixapînî.