Akademiya Modernîteya Demoratîk di17-19’ê mijdarê de li bajarê Baselê yê Swêdê bi sernavê “Hunera Azadiyê-Rêxistinbûyîn û Stratejiya Berxwedana Kolektîf” konferans pêk anî. Ji 4 parzemînên cîhanê yên wekî Ewropa, Amarîkaya Latîn, Asya û Afrika rêxistinên têkoşîna civakî û demokratîk dimeşînin beşdar bûn. Li gel wan akademisyen jî di navde nêzî 200 aktîvîst beşdar bûn. Ji welatên Brezilya, Sudan, Uruguay, Kolombiya, Filipinler, Hindistan, Afrîqaya Başûr, Fransa, Almanya, Swêd, Ukrayna, Katalan, Bask, aktîvîst tev li konferansê bûn. Di nava rêxistinên ku beşdarî konferanse bûn de; wekî rêxistinên têkoşîna serxwebûna neteweyî didin, kesên ji miletên bi tunebûnê re rû bi rû mane û rêxistinên li dijî pergalê têdikoşin jî hebûn. Kesên beşdar bûn bi piranî ciwan bûn. Li ser têkoşîna jinên kurd, şoreşa rojava, paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan niqaş kûr kirin û ji bo xwe wekî hêvî û modela têkoşînê dîtin.
Tevlêbûna ciwanan a konferansê zêde bû
Rojnameger Serkan Demîrel ku beşdarî konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk bû çavdêriyên xwe û niqaşên pêş ketin ji rojnameya me re nirxand. Demîrel anî ziman ku herî zêde ciwan tev li konferansê bûn û wiha got: “Mijara ku ev ciwan di vê konferansê de kom kirin berî her tiştî hêrsa li dijî pergala kapitalist bû. Ciwan ji ber armana avakirina cîhanek nû û pergalek nû tev li konferansê bûn. Ji çar parzemînên wekî Amarîka Latîn, Ewropa, Afrîqa, Asya nûnerên rêxistinên civakî tev li konferansê bûn. Di van panelan de gelên ku ‘Têkoşîna serxwebûna neteweyî’ dimeşînin, tecrube û xebatên xwe pêşkêşkirin. Di vê panelê de Parêzerê Abdullah Ocalan Mahmut Şakar, bi sernavê ‘Li ser paradigmaya Abdullah Ocalan ji nûve fikirandina mafê çarenûsê’ peşkeş kir. Ji rêxistina ENDAVANT’ê ku li welatê Katalanê têkoşîna serxwebûnê dimeşîne Adriana Alena li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Katalanê çavdêriyên xwe parve kirin.”
Rojnamevan Serkan Demîrel, da zanîn ku ji rêxistina ASKEPENA ku li welatê Baskê têkoşîna gel dimeşîne Aratz Esntonbah beşdarî konferansê bû û li ser têkoşîna azadiyê ya welatê Baskê cerebeyên xwe peşkeş kir. Demîrel, anî ziman ku di vê beşe de Soretî Kadîr li ser dîroka têkoşîna gelê Oromo yê Etiyopya çerebeyên xwe peşkeş kir û wiha got: “Di konferansê de panela bi sernavê “Di navbera Îqtîdara civakî û demokrasiya liberal de pêdiviyên têkoşîna di kemîn û rizgariyan de” derket pêş.”
‘Paradigmaya Abdullah Ocalan pir girîng dîtin’
Serkan Demîrel, anî ziman ku di panelan de niqaşên ku herî zêde derketin pêş, hat diyar kirin ku paradîgmayên netew dewletan û pergala kapîtalîst, li dijî tevgerên civakî û jiyana azad a gelan astengên herî mezin in û wiha axivî: “Di niqaşan de aktîvîstan herî zêde diyar kirin ku dewletên îro em li ser axa wan dijîn, neteweya dewletparêz, bîrdoziyên baviksalarî, kapîtalîst, liberalin û bi van bîrdoziyan têkoşîn pêş nakeve. Herî zêde destnîşankirin ku pêwist e li dijî van modelên dewletparêz û kapîtalîst, paradîgmayên alternatif bên pêşxistin. Di vê mijarê de gelek beşdarên konferansê paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Modernîteya Demokratik, Neteweya Demokratîk û Konfederalizma Demokratîk gelek muhîm dîtin. Beşdaran destnîşan kirin ku yek ji çavkaniya pirsgirêka herî mezin ku li pêş wan sekiniye, modernîteya kapitalist e û xwestin hemû li dora paradigmaya ku diparêzin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna hevpar pêş bixin.”
Armanc ji bo pêşeroja cîhanê nexşerêyekê diyar bikin
Serkan Demîrel, diyar kir ku di konferansê de encamname nehat parvekirin û wiha lê zêde kir: “Armancek konferansê ya encamnameyê parve bike tune bû. Yek ji armanca bingehîn a konferansê ew bû ku hemû kesên li çar aliyên cîhanê li ber xwe didin û têdikoşin kom bike û ji bo siberojê nexşerêyekê diyar bikin. Di vê wateyê de konferans ji bo li dora paradigmaya ku qadên têkoşîna hevpar ava bikin, bû destpêkek. Her çend di konferansê de encamnameyek nehat parvekirin jî biryarên girîng derketin holê. Yek ji biryarên berbiçav ku beşdar li ser bûn yek; ji niha û şûnde dê piştevaniya enternasyonal mezin bikin. Aktîvîstên konferansê diyar kirin ku paradigmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji alternatifa herî girîng e. Beşdaran xwestin ku ev paradigma esas bê girtin. Dîsa li ser girîngiya azadiya Ocalan rawestiyan. Li ser girîngiya paradigmaya Tevgera Jinan a Kurd jî gelek rawestiyan. Beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo hamleya ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan ji bo Azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd” hatiye destpêkirin jî anîn ziman.”
Beşdarên konferansê dê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
Rojnameger Demîrel, bilêv kir ku beşdarên biyanî di daxuyaniyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî xwestin û wiha lê zêde kir: “Dîsa diyar kirin ku dê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin. Gelek aktivistan gotin ‘Ya li Îmraliyê esil tê xwestin dîl bê girtin fikrên Abdullah Ocalan e. Ji ku em fikrên wî le welatên xwe belav bikin em ji welatê xwe hatin tev li vê konferansê bûn û em têkoşîna wê didin. Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelê cîhanê, rêya çareseriyê ye.’ Vê nêzîkatiya beşdaran nîşan dide ku rol û rista fikrên Ocalan çiqas xwedî hêz û çareseriyê ne.
Di panelan de herî zêde bandora dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadi” ya ku li cîhanê belav bûye derket holê. Hem li ser vê dirûşma ku bûye malê Tevgera Jinên Kurd û hem jî li ser têkoşîna Jinên Kurd ku îro çawa bandorê li ser jinên cîhanê dike rawestiyan. Dîsa hat diyar kirin ku têkoşîna jinên kurd bûye hêza têkoşîna jinên feminist.”
Serkan Demîrel, destnîşan kir ku di niqaşên konferansê de; hat diyarkirin ku hedefa yekemîn a pergala kapîtalîst, baviksalarî û netewa dewletparêz ewe ku ewil jin û ciwanan bêtesîr bikin û wiha got: “Aktîvîstên panele gotin ku kesên vê pergala kapîtalîst û netew dewletparêz têk bibin jin û ciwan in. Li ser girîngiya têkoşîna jinan ku li cîhanê belav dibe rawestiyan. Beşdaran xwestin li şûna bîrdoziyên ku jinê wekî çîna duyemîn dibînin, pêwistî bi paradîgmaya ku di avakirina cîhanê de jinan dixin navenda xwe, esas digire heye. Di vê mijarê de li ser nêzîkatiyên Jindelojî û Ocalan ku wekî di nava PKK’ê û Rojava de nêzîkatiyên şoreşa jinê ji bo xwe dike navend, rawestiyan.
Kapîtalîzm kesan bêqîmet dike
Di panela “Israra di Sosyalizmê de israra di mirovahiyê de ye” panelîstan destnîşan kirin ku modernîteya Kapitalist kesan di nava civakê de bêqîmet dike û ji nirxên xwe yên cewherî dûr dixe. Beşdaran da zanîn ku pergala Kapitalist kesan û civakê ji hemû nirxên xwe yên sincîe û polîtîk dûr dixe û bi temamî bi xwe ve gire dide û dike wekî mal û milkekî. Beşdaran bibîr xistin ku li dijî vê ferasete pewîste kes û civakê bike navend û li gorî wê têkoşînek civakî bê pêşxistin.
PKK ji bo gelê cîhanê jî bûye hevî
Di panela sernavê “Di Tevgera Azadiya Kurdistanê de destkeftî, zorî û perspektif” beşdaran diyar kirin ku PKK’ê bi têkoşîna xwe ne tenê gelê kurd, ji bo gelê cîhanê jî bûye ronî û hevî. Li dijî modernîteya Kapitalist îro ya herî zêde kok vedaye û çareseriyê nîşan dide Têkoşîna Azadiya Kurd e. Li ser pratika avakirina modela civaka ekolojîk, azadiya zayendî û azad ku din ava şer de tê xwestin li Rojava bê avakirin rawestiyan.
Beşdaran destnîşan kirin ku Şoreşa Rojava lig elek aliyên cîhanê ji bo rêwistinên têdikoşin, bûye hêvî û çavkaniya hêzê. Bi kurtasî Şoreşa Rojava ji teoriye zêdetir ji bo gelên cîhanê pratikek sosyalist derxistiye holê.
Serkan Demîrel, bilêv kir ku di navenda niqaşên 3 rojan ên konferansê de paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi taybetî paradigmaya Konfederalîzma Demokratik derket pêş. Demîrel, bibîr xist ku beşdaran destnîşan kirine ku modernîteya Kapitalist, netew dewletê û pergala baviksalarî çareseriyê pêş naxe û zêdetir qeyranan zêde dike. Demîrel, anî ziman ku beşdar gihiştine encama ku li diji pergala netew-dewletê û modernîteya Kopîtalist, pêwistî bi paradigmayek din heye. Demirel, diyar kir ku di encamê de wekî çareseriya pirsgirekan paradigmaya Ocalan hatiye dîtin. Demîrel, da zanîn ku derdorên ekolojist ku qeyrana avhewayê xistin navendê nikarin pergala kapitalist ku karê esas digire nikare demdirêj ekolojiyê biparêze.”
Berê ciwanên ku bênefes mane li Ocalan in
Rojnameger Serkan Demîrel, herî dawî destnîşan kir ku hêza ku 200 mirovên ku li 4 parzemînan têkoşîna azadiya gelan dimeşînin li konferansê kom kirine, hêza paradigmaya modernîteya demokratik, neteweya demokratîk û konfederalizma demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Demîrel, anî ziman ku fikrên Ocalan ku 25 sal in li girava Îmraliyê dîl tê girtin, her roj derbas dibe ji bo hemû gelên cîhanê bêtir dibe hêvî, hêz û ronahî. Demîrel daxuyand ku ciwanên ku din ava pergala Kapitalist de bê nefes mane û xwe bêqîmet dibînin, ketine nava lêgerînek mezin û berê xwe didin fikr û felsefeya Ocalan”