19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê gelek xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê kuştina zarokê 15 salî yê di nava zanîngehê de û neewlebûna zanîngehê protesto kirin. Polîsan êrişê bûyerê kir û gelek xwendekar bi îşkenceyê kirin binçavan.

Duh bi şev li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê zarokek 15 salî mirî hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû ragihandin ku zarok hatiye kuştin. Piştî vê yekê xwendekarên zanîngehê îro xwestin çalakiyekê li dar bixin û ji ber neewlebûna zanîngehê bertekên xwe bînin ziman. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Beytariyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êrişê xwendekaran kir û bi îşkenceyê zêdetirî 10 xwendekaran binçavan kirin. Gelek xwendekarên ku bertek nîşanî binçavkirinan didan jî hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku polîsan di otobusên binçavkirinê de jî zext û îşkence li xwendekaran kirin e.

Herwiha rojnamegerên li wir jî hatine astengkirin û polîsan li rojnameger Kadîr Cesûr daye.