Di 4ê çile de di navbera şandeyeke ji Rêveberiya Xweser û HSDê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de li ser entagrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo artêşa Sûriyeyê hevdîtin pêk hat. Lê di hevdîtinan de encameke şênber derneket holê. Piştî hevdîtina li Şamê, komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kirin.
Li dijî van êrişan li gelek bajarên bakurê Kurdistanê gelê Kurd bi hêrsek mezin li dijî êrişan rabû ser pêya û xwedî li Kurdên Helebê derket. Bi deh hezaran kesên beşdarî çalakiyan bûn êriş şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava diyar kir.
Li Wanê jî bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li ser taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê daxuyanî da û meş pêk anî. Welatiyên ku tev li meşê bûn derheqê êrişên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê de Ajansa Welat re axivîn.
Welatiyan diyar kir ku li pişt van êrişan dewleta Tirk heye û gotin: “Ev zilm e, heqarete e, ev li gor hiqûqa biratiyê nîn e. Divê gelê kurd li dijî van êrişan bibe yek, piştgirî bide Rojava.”
