Komîsyona tespîtkirina mûçeya kêmtirîn di 23yê kanûnê de bi serokatiya Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikan kom bû û mûçeya kêmtirîn ragihand. Komîsyonê bi sendîkayên karkeran û karmendan re li wezaretê civînek li dar xist û piştî civînê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikan daxuyand ku wan mûçeya kêmtirîn weke 28 hezar û 75 lîre diyar kiriye.
Welatîyên Wanê li dijî vê biryarê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku ev mûçe têra kirêya xaniyekê nayê kirin. Welatiyan anîn ziman ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin: “Ji bo xwe têr zamê dikin lê dema bû dora gel tu dê bejî ji kîsê bavê xwe didin.”
