Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hat birîn. Li ser vê yekê xelkê Wanê li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir û çalakî di roja 3yemîn de didome. Tevî ku germahiya hewayî di bin sifirê 10 derece jî coşa gel heta serê sibehê domiya. Ciwanên ku agir hilkirîn, li dora agir govend gerandin. Gelek welatiyên di hundirê şaredariyê de rûniştin heta serê sibehê nobeta xwe domandin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun bi ciwanan re sohbet kirin.
Welatiyên ku li vîna xwe xwedî derdikevin destnîşan kirin ku heta ev polîtîkayên qeyûman û gefa xespkirina vîna wan bi dawî nebe dê dev ji çalakî û berxwedana xwe bernedin.