Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, li Silêmaniyê çekên kîmyawî ya ku Tirkiyeyê li herêmê bikar anî şermezar kir. Komeleya Ciwanan bang li her kesî kir û xwest her kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bibin xwedî helwest. Komek endam û rêveberên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, helwesta Tirkiyeyê ya li dijî gerîlayan bi çalakiyekê şermezar kir. Koma ciwanan li kolana Sehule ya Silamaniyê kom bûn û çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” û “Birûxe faşîzim” berz kirin.
Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şehîn Ranya daxuyanî xwend. Ranya di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber artêşa Tirkiyeyê li herêmê têk çû dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Gelê Kurd helwesta NATO û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li dijî Tirkiyeyê wekî şirîkatiya sûc dibine.”