12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Qilebanê êrişên ser Helebê şermezar kirin

Li Qilebanê êrişên çeteyên girêdayî Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin.

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi tevilbûna endam û rêveberên partiyên siyasî, nûner û rêveberê saziyên civakî yên demokratîk û gelek welatî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Qilebanê kom bûne li dijî êrişên Hikûmeta Demkî ya Şamê yên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan.

Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê TUHAD-DERê ya Botanê Aydin Denîz got ku dema mijar dibe kurd hemû cîhan bê deng dimîne û wiha axivî: “Dema êrîş li ser gelê kurd tê kirin cîhan kor û ker dibe. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Dema em kurd bibin yek û tifaqa xwe xurt bikin wê demê em dikarin bigihijin serkeftinê.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ahmet Tonga diyar kir ku gelê kurd her tim aştiyê dixwaze û wiha got: “Li hember xwesteka me ya aştiyê kesên pêşberî me her tim êrîş dikin. Êrîşên ku îro li Helebê pêk hatine derveyî mirovahiyê ne. Kurdan bi salan li hember çeteyên DAIŞê şer kirin û gel parastin lê îro her kes li hember komkujiyên li ser kurdan bêdeng dimîne. Ev êrîşên pêk tên ji aliyê zîhniyeta DAIŞê ve pêk tên û wê berdewam jî bikin. Ji ber vê yekê divê çavên me hemûyan li Rojava bin. Heya dawiyê em bi gelê xwe yê Rojava re ne.”

Daxuyanî bi çepik û diruşma, ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.