Ji bo meş û mîtînga ku wê bi wesîleya salvegera 26an a Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, kurdistanî kom dibin.
Ji bo çalakiya ku bi hefteyane amadekariya wê tê kirin, kurdistanî û dostên wan ji çar aliyên Ewropayê hatin û di serê siharê de gihiştin bajêr. Ji bo çalakiyê kolan hatin girtin. Komîteya amadekar jî bi ewlehiya qadê ve mijûl dibe.
Bi hezaran kes bi otobusa ji bajarên dûr hatin û li Lyon û Metzê kom bûn. Gel diherike qadê û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz dikin. Komplo, tê şermezarkirin.
Daxwaza esas a meş û mitînga di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Tê payin ku gel saet di 12.00ê de ber bi qada mitîngê Parc de lEtoileyê ve dest bi meşê bike.