Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûnê de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de bi SÎHAyên dewleta tirk hatin qetilkirin. Li Agiriyê malbata Nazim Daştan û li Mêrdînê jî malbata Cîhan Bîlgîn tehziyeyên xwe danîn. Gelê kurd jî bi girseyî diçin sersaxiya malbatan.
Malbata Daştan xwest şîna xwe li Mala Şînê ya navçeya Giyadîn a Agiriyê danî. Li ser vê yekê polîsan xwediyê mala şînê gazî îfadeyê kir û nehişt li vir şîn were danîn. Li ser vê yekê malbatê şîna xwe li baxçeyê mala xwe danî. Ji duh ve Taxa Fatîhê ku hem Rêxistina DEM Partiyê hem jî mala malbata Daştan lê ye, ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Tevî zext û dorpêça polîsan jî serdanên şînê bênavber didomin.
Îro jî bi pêşengtiya MEBYA-DERê serdan hate kirin. Rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên bajarên Agirî, Îdir û Qersê û navçeyên wan, aktîvîstên TJA, hevşaredarên Bazîd û Îdirê û bi sedan welatî tev li bûn.
Di şînê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Nûnerê MEBYA-DERê yê Agiriyê Burhan Kartal axivî. Kartal, diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna man û nemanê dide û ev tişt anî ziman: “Nazim û Cîhanê ji bo parvekirina heqîqetî, canê xwe feda kirin. Em, bejna xwe li hemberî têkoşîna xebatkarên Çapemeniya Azad ditewînin.”
Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
Li Mêrdînê jî jinên ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin gel hev, ber bi cihê şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn ve meşek li dar xistin û şîn bi girseyî ziyaret kirin. Jinên ku li Taxa Cumhuriyetê hatin gel hev, ber bi Mala Şînê ya Haci Îsa Arslan ve meş li dar xistin. Di meşê de wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hatin hilgirtin û li dijî hewldanên astengkirinê yên polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşmên “Nazim, Cîhan rûmeta me ne”, “Şehîd namirin”, “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike” û “Çapemeniya Azad rûmeta me ye” berz kirin. Biryardariya jinan kir ku dorpêç were rakirin û jinên milên xwe dane hev, meşa xwe domandin. Jin, li pêşiya mala şînê ji hêla endamên malbata Cîhan Bîlgîn û xizmên wê ve bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin pêşwazîkirin.
Piştî sersaxiyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Em, şopdarên Nagihanan, Apê Mûsayan e. Em ê her li ser şopa wan bin. Tirkiye li her derê êrişî gelê Kurd dike. Polîtîkayên tecrîdê jî tê wateya israra di şer de. Têkoşîna heqîqetê dê her tim bidome. Yên çareseriyê dixwazin, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin. Heke hûn jidil bin, wê demê bi gotinên xwe bikin.”
‘Bijî çapemenıya azad’
Rojnameger Oznûr Deger jî li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) axivî, rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Têkoşîna Nazim û Cîhanê dê têkoşîna me xurtir bike. Bijî Çapemeniya Azad.”
Berdevka TJA’yê Gulistan Sarili jî ev tişt anî ziman: “Em aştî û demokrasiyê dixwazin. Aştî, rêya herî girîng a pêşîlêgirtina mirina ye. Em lewma ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin û dixwazin bila tecrîd were rakirin.”
Herî dawî jî aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oncu axivî û wiha got: “Kesek nikare pênûsa heqîetê bêdeng bike.” Hatîce Oncu, sersaxî ji malbatê xwest.