Gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Di 4’ê Nîsanê de bi hezaran welatî bi tevlêbûna nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP’ê berê xwe dan Amarayê. Gelê kurd li gelek navendan şahî li dar xistin û dar çandin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk anî ziman ku gelê kurd azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibîne û wiha got: “Gelê kurd rojbûna Birêz Ocalan wekî rojbûna xwe dibîne. Îsal tevî hemû astengiyan dîsa gel berê xwe da Amarayê û Rojbûna xwe pîroz kir.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li ser girîngî û wateya 4’ê Nîsanê ya ji bo gelê kurd nirxand û wiha got: “Dema em li dîroka komara tirk dinerin, li ser tunekirina gelê kurd hatiye avakirin. Li ser nijadperestî û yekperestiyê hatiye avakirin. Ji bo kurdan tune bikin polîtîkayên herî qirêj ên bişaftinê dimeşînin. Dema em li rewşê dinerin, gelê kurd hatibû asta qedandinê. Ji ber ku kurd hatibûn asta ku êdî ji zimanê xwe şerm bikin. Ji ber vê yekê 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd carek din roja hebûn û rojbûnê ye. Divê mirov vê rastiyê bibîne. Ji ber ku bi rojbûna Rêberê gelê kurd Birêz Ocalan re ev rêveçûn hat guhertin. Birêz Ocalan di 2014’an de di nirxandinek xwe de tîne ziman. Dibêje ev ne rojbûna min e. Ev rojbûna gel e. Gel rojbûna xwe pîroz dike. Gel jî bi vê nêzîkatiyê vê rojê pîroz dike. Heta niha gelek berdêl dan. Ji bo biçin Amarayê şehîd jî dan. Ji ber vê yekê gel dest ji pîrozbahiya vê rojê bernadin. Naxwazin dîsa li dîroka koletiyê vegerin. Gelê kurd vê ro jê wekî roja wekhevî û azadiyê pênase dike û azadiya xwe di rojbûna Ocalan de dibîne.”
Ozturk anî ziman ku 8’ê Adarê û 21’ê Adarê ji bo gelê kurd çibe, 4’ê Nîsanê jî ji bo gelê kurd roja bûyînê ye, roja azadiyê û roja xwe naskirinê ye.
‘Gel tevî hemû astengiyan 4’ê Nîsanê pîroz kir’
Hevserokê KCD’ê Ozturk bal kişand ser roja pîrozbahiya 4’ê Nîsanê û dîmenên ku derketin holê û ev agahî parve kir: “Hêzên dewletê çend roj beriya 4’ê Nîsanê hemû rê û qadên diçin Amarayê dagir dikin. Tirseke wan a pir mezin heye. Tevî hemû astengiyan gelê me ji her derê Kurdistanê astengî rakirin û berê xwe dan Amarayê. Gelê ku astengî derbas kirin û hatin Xalfetiyê bi govend û dirûşmeyên xwe 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Dewletê bi hemû hêz û leşkerên xwe hemû rêyên diçûn Amarayê tijî kiribûn. Dibe gel bi girseyî xwe ne negîhandin Gundê Amarayê. Lê gel tevî zarok, jin û mezinan bi coşek mezin li her qadê Rojbûna xwe pîroz kir. Gelê me ji bo roja xwe pîroz bike, heta niha tu astengî nas nekiriye û disa astengî nas nekir. Gel dê ji niha û şûnde jî tu carî astengiyan nas neke. Ji ber ku gelê me girîngî û wateya vê rojê baş dizane.”
‘Kesên astengiyan derdixin ne azad in’
Ozturk, da zanîn ku kesên li pêş meşa Amarayê astengiyan derdixin ew jî di feraset û hişmendiya xwe de ne azad in û wiha axivî: “Kesên xwedî hişmendiya faşîst û yekperest in. Ew jî koleyên vê hişmendiyê ne. Wê rojek bê ew jî dê tevî gelê kurd Rojbûna Brêz Ocalan pîroz bikin. Ev pergala ku Brêz Ocalan daye pêşiya gelê kurd û hemû gelan dê wan jî ji hişmendiya faşîst azad bike. Gelê me heta niha hemû astengî rakirin û di 4’ê Nîsaınê de jî astengî rakir.”
‘Çiqas tecrîd giran dibe berxwedan jî zêde dibe’
Hevseroke KCD’ê Ozturk, têkildarî salên borî û îsal jî nirxandin kir û wiha lê zêde kir: “Dibe ku îsal ji ber astengiyan gel xwe negîhand Amarayê. Lê gelê me li cihê lê hatin rawestandin bi coşek mezin 4’ê Nîsanê pîroz kir. Li bakurê Kurdistanê li her bajar û bajarokan ev roja pîroz pîroz kir. Em dibînin ku pergal ji roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan jî ditirsin. Divê em sedema vê yekê zanibin. Em dibînin ku Birêz Ocalan di bin tecrîdek pir giran de ye. Ocalan ne ji bo şexsê xwe di bin tecrîdek giran deye. Tenê ji bo şexsê xwe siyasetê nameşîne. Li vir ji bo azadiya gelê xwe berdêlên pir mezin dane. Berxwedanek pir mezin pêş dixe. Çiqas tecrîd giran dibe, berxwedana li dijî tecrîdê jî ew qas mezin dibe.
‘Gel û Ocalan bûne yek’
Berdan Ozturk, diyar kir ku pergal ji ber ji gotinên Ocalan ditirse her tiştî qedexe dikin û tecrîd dikin û wiha berdewam kir: “Gotina birêz Ocalan çiye. Dibêje ‘Kurdistanek azad û Tirkiyeyek demokratîk’. Dibêje rê û rêbaz ev e. Diyar dike ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd ev e. Birêz Ocalan diyar dike ku heta niha li ser gelê kurd polîtîkayên qirkirin, bişaftin û tunekirinê pêş xistin, lê encan negirtin û dê jiniha û şûnde jî nikaribin encamê bi dest bixin. Ji ber çi. Ji ber ku gelê kurd êdî xwe nas kiriye. Ji ber tunebûnê hatiye asta ku xwe nas dike. Îro gelê kurd xwe nas kiriye. Ji ber vê yekê dixwazin têkiliya gel û Birêz Ocalan ji hev qut bikin. Dixwazin gel û Birêz Ocalan ji hev qut bibin. Dixwazin felsefe û bîrdoziya birêz Ocalan bê ji bîr kirin. Ji ber ku felsefeya Ocalan ji bo xwe talûke dibînin. Fikrên Ocalan li dijî pergala xwe wekî bombeyekê dibînin. Gel di 4’ê Nîsanê de carek din peyam da ku ne pêkan e pergal di polîtikayên xwe de bi ser bikeve. Ji ber ku gel û Ocalan bûne yek. Azadiya birêz Ocalan azadiya gel e. Azadiya gel azadiya Birêz Ocalan e. Çareserî jî rê û rêbazên Birêz Ocalan daye pêş. Ji bilî vê felsefe û fikrê ru dêyên din ne pêkan e ku pirsgirêkê çareser bikin.”
Ozturk, li ser bernameya 1-10’ê Nîsanê jî rawestiya û wiha got: “Ev pîrozbahî ne tenê rojek e. Ji ber vê yekê di bernameyê de darçandin heye. Ji ber ku ne rojek denê ye, gel dê ji 1’ê Nîsanê dest pê kir û dê heta 10’ê Nîsanê li her derê kurdistanê bi bernameyên cuda roja xwe pîroz bike.
Berdan Ozturk, li ser pîrozbahiya welatên din jî rawestiya û wiha got: “Hêzên navdewletî li dijî Ocalan komploya navdewletî amade kirin. Bi vê yekê xwestdin fikr û felsefeya birêz Ocalan asteng bikin. Xwestin fikra Ocalan belav nebe. Xwestin fikra Ocalan di grava Îmraliyê de bifetisînin. Lê Birêz Ocalan di giravê de fikrên xwe li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bêtir belav kir. Gelê bindest jî ev fikr û paradîgmaya Birêz Ocalan dît û nas kir. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd û hemû gelê bindest jiyanek çawa dixwaze û pêşniyar dike. Ev rastî derket holê û her kesî ev rastî dîtiye û dibîne. Em dibînin ku pergalê şer zêde kiriye. Di 91’ê de şerê sêyemîn dan destpêkirin û îro li Ukraynayê didome. Di vî şerî de li aliyekî NATO heye û li aliyê din Rûsya heye. Di vî şerî de yên perîşan dibin û tune dibin dîsa gel in. Tenê para gel qirkirin û kuştin dimîne. Di vî şerî de jiyanek din pêkan e ya na.”