Nerazîbûn û xwepêşandanên gelê Îranê yên ku veguherîn serhildanê bê navber û bi reng û şêweyên cuda li rojhilatê Kurdistanê û sernaserê Îranê berdewam dikin. Şevê din li gelek deverên paytext Tehranê gel daket kolanan bi bi dirûşmeya Bimire Xumeynî’ nerazîbûna xwe li dijî rejîma Îranê anî ziman.
Xwepêşandêran li taxa Ferdîs a bajarê Kerc ku dikeve rojhilatê Tehranê daketin kolanan û dirûşmeya ‘Îsal sala xwînê ye, dê Xameneyî bikeve.” Li Taxa Cengîr a Tehranê jî xwepêşandêr bi heman dirûşmeyê daketin kolanan.
Rewşa awarte
Li rojhilatê Kurdistanê jî ji ber ku di dema dawî de serhildana gel gihabû asteke mezin pê re hêzên ewlekariyê jî destwerdanên tund li dijî xwepêşandêran kiribû û gelek hêzên ewlekariyê veguhestibûn bajarên kurdan. Li bajarê Zehdanê jî hêzên dewletê bi gule li xwepêşandêran reşandin.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka van nerazîbûnan ku di 16 îlonê de bi kuştina Jîna Emîn dest pê kiribûn, rayedarên Îranê xwepêşandêran wekî dijminên welat binav dikin. Li gorî raporeke rêxistina Mafê Mirovan (HRA) ya ku beriya çend rojan hate belavkirin, di van herdu mehên dawî de tevgera xwepêşandêran li rojhilatê Kurdistanê gelekî zêdetir bûye. Her wiha li gorî wê raporê heta dem amadekariya wê raporê 600 kes hatine kuştin ku di nava wan 60 zarok jî hene.