Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wê ya fîzîkî kir. Xwepêşandêran bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), pankartên “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji pêşiya Qada Jinan a li bajêr dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Na ji bêdengiya navneteweyî re” hatin berzkirin.
Xwepêşandan li çerxerêya Şaredariyê rawestî û veguherî mîtingê.
Di mîtingê de hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêrê Dirbêsiyê Diyana Ebdullah axivî. Diyana tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ji pergala nû anku gel xwe bi xwe xwe bi rêve bibe ditirsin lew ra tecrîdê giran dikin.
Diyana bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên NY`yê şermezar kir û got ew berpirsên tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan in.
Diyana bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û got, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel her tim li qadan be.
Mîting bi berzkirina “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.