12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Cizîr û Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li Kantona Cizîr û Kobanê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de gel li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û Kobanê daket qadan û meşên girseyî li dar xistin.

Cizîr

Gel ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Til Hemîsê meşek girseyî pêk anî. Gel di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên Ereb li pêşiya navenda Trafîkê ya rojhilatê bajarê Til Hemîsê kom bûn û li dijî tecrîdê meşiyan. Li pêşiya Dozgeriya Giştî ya bajêr, mitingek hate lidarxistin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî û got: “Sûcên hikumeta Erdogan ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî mîsaqên Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan in. Ji vir diyar dibe ku ew rêxistin û dewletên kapîtalîst, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in.”

Piştre Şêx Newaf Ferhan El Taî bi navê Qebîleya Tay a Erebî axivî û got: “Bi saya Rêber Abdullah Ocalan ê rêya xwişk û biratiya gelan xêz kir û hezkirin û wekhevî belav kir, êlên herêmê yên Kurd û Ereb û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî ne.”

Endama Kongra Star a bajêr, Mawiye El Hedîd jî diyar kir ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin ji hikumetên desthilatdar rizgar bûye, zihniyeta baviksalariyê têk bir û di tevahî qadan de bû pêşeng.

Kobanê

Şêniyên Kobanê jî li dijî tecrîdê meşiyan. Gel li navçeya Şêran a Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di çalakiyê de ji bo çareseriyê xwestin Îmralî bê valakirin. Meş li pêşiya Meclîsa Şêranê destpê kir û heta bi Navenda Kongra Starê ya li navenda bajêr dirêj bû. Di meşê de bi awayekî bê navber dirûşmeyên; ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ hatin berzkirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankêrtên bi nivîsa; ‘Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ hatin hilgirtin.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şêranê Bedîa Miho axivî û got: ‘’Dewleta Tirk, hevalbendên wê û hemû dewletên din bi rêya vê tecrîdê dixwazin aloziya li Rojhilata Navîn dirêj bikin. Lê belê kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye.’’

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.