Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê xwepêşandanek hate lidarxistin. Girseyê xwest êrişên çeteyan û parastina serweriya Kurdistanê bi dawî bibe. Yek ji çavdêrên çalakiyê Hawkar Rendîxanî daxuyanî da çapemeniyê û wiha got; “Em peyama xwe ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re dişînin. Ji ber ku careke din beşek ji axa me li Rojavayê Kurdistanê hat dagirkirin, gelê me ji cih û warên xwe hat koçberkirin û îşkence lê hatiye kirin.”
Yek ji beşdarên meşê Rewand Bekir jî têkildarî mijarê nêrînên xwe ji ajansa me re bi van gotinan anî ziman; “Wek welatiyên Başûrê Kurdistanê, em piştgiriyê didin Kurdên li Rojava û Rojhilatê welatê xwe. Ji ber ku gelê Kurd niha di bin zextê de ye, lewra ferqa me Kurdan nîne û em xwe wekî kurên her çar perçeyên Kurdistanê dibînin.
Beşdarên meşa girseyî tekez kir ku pêşmerge, gerîla û şervan sembolên berxwedana gelê Kurdin. Her wiha destnîşan kirin ku ji ber zextên rejîma Îranê, gelek Kurd li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne, hatine girtin û windakirin.
Meşê ji Parka Xwişka Firîşteyan destpê kir û ber bi Parka Şehîdên Qureberaze ya li navenda navçeya Koyeyê berdewam kir. Çalakî piştî xwendina dirûşmeyên yekîtî û parastina destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bû.
Gelê başurê Kurdistanê ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan welatiyên navçeya Koyeyê li dijî êrişên çeteyên HTŞê li ser Rojavayê Kurdistanê û Kurdan meşek girseyî lidar xist.