12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Başûr ji PDK’ê aciz e

Rojnameger Aras Îbrahîm, diyar kir ku serdana Erdogan piştî tekçûna îktîdarê pêk hat û wiha got: “Erdogan piştî Misirê niha xwe dispêre Iraqê. Dixwaze Iraq piştgiriyê bide wî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, ji bo hin hevdîtinan pêk bîne çû Bexda û Hewlerê. Erdogan li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî rûnişt. Piştî hevdîtinê derbasî Hewlêrê bû. Mesrûr û Nêçirvan Barzanî wî bi alên tirk pêşwazî kir. Wezîrê Karên Derve yê tirk Hakan Fîdan jî beşdarî hevdîtinê bû.

Têkildarî serdana Erdogan a Hewlerê û şeklê pêşwazîkirina Erdogan rojnameger Aras Îbrahîm nirxandin kir. Rojnameger Aras Îbrahîm anî ziman ku serdana Edrogan a Iraqê piştî têkçûna îktîdarê pêk hat û wiha got: “Erdogan û partiya xwe di hilbijartina 31’ê adarê de têk çû. Ev serdana Erdogan piştî vê têkçûnê pêk hat. Di vê demê de artêşa dewleta dagirker li beramberî gerîlayên azadiyê têk çû. Niha tu rê û çare ji Erdogan re nemaye. Ji bo wê hewl dide bi rêya hîleyan û xurtkirina têkiliyan li gel welatên ku berê dijberiya wan dikir xwe ji vê rewşê rizgar bike.”

Li dijî kurdan dostê dijminê xwe

Aras Îbrahîm da zanîn ku wekî mînak Tirkiye dawiya dawî alîkarî ji welatekî wekî Misrê xwest û wiha axivî: “Demeke dirêj di navbera wan de pirsgirêk hebûn. Wekî Misirê niha jî xwe dispêre dewleta Iraqê. Vê hevdîtinê di demeke ku bi caran gotiye dewleta Iraqê ne dewleteke xwedî ewlehî ye û ew wekî dewleteke lawaz nîşan dide pêk tîne. Ji bo derbê li gerilayên azadiyê bide, alîkariyê ji Iraqê dixwaze.”

Aras Îbrahîm destnîşan kir ku armanca Erdogan ew e ku Iraq bi awayekî rasterast piştevaniya wî bike û beşdarî operasyonan bibe û wiha lê zêde kir:  “Lê heta îro Iraqê amadebûna xwe ji bo beşdarbûna operasyonê ranegihandiye. Li beramberî daxwaza Erdogan, Iraqê pêşniyaza vê çendê kiriye ku divê pirsgirêka kurdan bi aştî û diyalogê bê çareserkirin. Her wiha Iraqê ragihandiye ku divê pirsgirêka di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û dewleta Tirkiyeyê de bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Li ser vê esasê jî ji vê çendê bêhêvî bûye ku dewleta Iraqê bi rêya leşkerî alîkariya Tirkiyeyê bike. Lê li Herêma Kurdistanê û nemaze ji aliyê Partîya Demokrat a Kurdistanê wekî nerîna berê ya wê partiyê, ji ber gelek sedeman soza vê çendê hatiye dayîn ku Tirkiye û AKP çi ji wan bixwaze ew ê cîbicî bikin. Lewre li Iraqê tişten bi dest nexistiye lê li herêma Kurdistanê dikare armanca xwe pêk bîne.”

Pişteka PDK’ê tenê Tirkiye ye

Aras Îbrahîm da zanîn ku PDK îro hem ji ber rewşa navxweyî û ji ber rewşa nava malbatê, neçar e ku ji bo mayînê xwe beşdarî şer bike û wiha domand: “PDK îro ji bilî dewleta dagirker a Tirkiyeyê li navxwe û li derve tu piştevanek wê nemaye.”

Gel ji helwesta PDK’ê pir aciz e

Rojnameger Aras Îbrahîm bal kişand ser şiklê pêşwazîkirina Erdogan ku malbata Barzanî ew li Hewlêrê bi alên tirk pêşwazî kir û wiha lê zêde kir: “Ev bûye sedema fikar û nerazibûnan. Welatiyên herêma Kurdistanê bi bertek in. Gel ji siyaseta PDK’ê pir aciz e. Ev partî amade ye ku ji bo hatina serokkomarê mîna Erdogan mal û rûmeta xwe jî bifiroşin. Ev nîşan dide ku Erdogan dixebite û dibêje ku Hewlêr û Kerkûk parêzgehên 81 û 82 yên Tirkiyeyê ne. PDK’ê îspat kir ku ji bo Erdogan û dewleta Tirkiyeyê selmand e ku ew mîna waliyekî Tirkiyeyê dixebitin.

PDK nikare bêyî Erdogan bijî

Îbrahîm anî ziman ku ew tiştê ku li Hewlêrê ji Erdogan hat kirin, li tu bajarê bakurê Kurdistanê nehatiye kirin û wiha dirêj kir: “Ew şiklê pêşwaziyê ne li Amedê ne jî li Konyeyê nehatiye kirin. Li Hewlêrê xwînxwarekî wekî Erdogan wiha pêşwazî kirin ku mirov êdî dibêje PDK bi her awayî teslîmî siyaseta AKP û MHP’ê bûye. PDK êdî nikare bêyî Erdogan tiştekî bike.”

Herêma başûr ji siyaseta PDK’ê aciz e

Aras Îbrahîm herî dawî da zanîn ku bi giştî kakilê malbata Barzanî ron bûye û wiha axivî: “Ew dizanin ku ew malbat amade ye ji hêla siyasî, aborî û civakî ve çi tiştê ku pêwîst e bike da ku di desthilatê da bimîne. Lewre gelê Başûr li beramberî wê binemalê gelek aciz in. Li bendê ye ku ev acizî di hilbijartinan de bêtir ronî bibe. Li Hewlêrê jî, ji bilî hejmareke biçûk a welatiyan ku girêdayî PDK û malbata Barzanî ne, welatiyên din li dijî vê siyasetê disekinin. Di nav malbata Barzanî de jî gelek kes hene ku dijayetiya vê siyasetê dikin. Ji bilî hejmareke kêm a xelkê ku berjewendiyên xwe esas digirin, gelê herêma Kurdistanê bi giştî ji vê siyasetê aciz û xwedî helwestek cuda in. Vê sekna Erdogan rexne dikin.”