12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên siyasî êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin

Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê bi awayekî girseyî hatin protestokirin û di daxuyaniya şermezarkirinê de ew êrîş wekî sûcên şer binav kirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û êriş şermezar kirin. Rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şer dikuje aştî dide jiyîn” vekirin.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “AKP’ê û MHP’ê destê xwe dirêjî kurdan kir û gotin ‘Em ê pêvajoyeke nû bidin destpêkirin’. Lê dema em li pratîka wan dinêrin dijminatiya xwe ya li dijî kurdan nîşan dan. Li Rojava sivîl hatin hedefgirtin. Di êrişên li dijî nexweşxane û kargehan de sivîlan û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Em ji vê durûtiyê re dibêjin bes e. Kurdan êdî bi gotinan nexapînin. Şer bi dawî bikin. Heta ku ev şer neraweste dê têkoşîna me bidome.”

 Tirkiye sûcê şer dike 

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî bal kişand ku di demeke ku gotinên “aştiya navxweyî” tên kirin de komkujî pêk tên. Şahîn da zanîn ku polîtîkayên şer nabin çareserî û Tirkiye sûcê şer dike.

Şirnex

Li Şirnexê jî di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de daxuyanî dan. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Nûrcan Alturk anî ziman ku di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne û got: “Bila kesên ku bi hin hincetan êrişî gelên Rojava dikin bizanin ku em ê li dijî veguherîna vê axê ya qada şer, binpêkirina hiqûqa navnetewî û sûcên mirovahiyê qet bêdeng nemînin.”
Edene
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê xwest li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide lê polîsan asteng kir. Li ser vê yekê li ber avahiya partiyê ya bajêr daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û dirûşmên “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Seyfettîn Aydemîr, êriş weke “derveyî mirovahiyê” penase kir û got: “Rêya ber bi aştiya navxweyî ve diçe, bi bombebarankirina kurdan û qadên wan ên jiyanê nikare pêk were.”
Wan
Li wanê jî li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê , DEM Partî û DBP’ê êriş şermezarkirin. Di çalakiya protestoyê de pankarta “Em aştiyeke birûmet diparêzin. Em êrişên li dijî qadên jiyanê yên sivîl şermezar dikin” vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana Rojava”  berz kirin.
Riha
Yek ji bajarên ku êriş lê hatin protestokirin jî Riha bû. Tevî parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar gelek kes beşdarî daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Mêtîngeriya xeyalî li Kurdistanê veşartî ye”, “Rojava rûmeta me ye” û “Her der Rojava her der berxwedan” hilgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê Şenyaşar di daxuyaniyê de got: “Bi awayekî bêserûber cih û warên sivîlan hatin bombekirin. Di êrişên bi balafirên şer û SÎHA’yan de bi taybetî jin û zarok gelê sivîl hate qetilkirin.”
Şenyaşar, bi lêv kir ku êrişên ji Filistînê heta Rojava bêîstîkrarbûna li Rojhilata Navîn kûrtir dikin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û çepikan bi dawî bû.