12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel tevî hemû astengiyan ji çar aliyan dimeşin Amedê

Bi deh hezaran welatiyan berê xwe dane Amedê û ji bo tev li “Mitînga Azadiyê” bibin dimeşin Amedê. Li Amedê jî bi hezaran welatî li Ofîsê kom bûn û dixwazin bimeşin qada mitingê. Girseyên ku kom bûne bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin.

Ji serê sibê de bi deh hezaran welatî li gelek bajaran kom bûn û berê xwe dan Amedê. Ji Wan, Îdir, Agirî, Mûş, Sêrt, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Semsûr û Edene, Mêrsîn, Stenbol û gelek bajarên din bi deh hezaran welatî tevî hemû astengiyên dewletê û polîsan ketin rê. Bi deh hezaran welatî ji bo beşdarî “Mitînga Azadiyê” ku bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” li  Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê ketin rê. Girseyên ku li noqteyên cuda yên bajar kom bûn, ji maşîneyan daketin û bi girseyî dimeşin Amedê.

Welatiyên ku ji Mêrdîn û Şirnexê ji bo beşdarî “Mitînga Azadiyê” bibin ketin rêya Amedê gihiştin navçeya Çinarê. Girse piştî li Çinarê kom bûn bi meşê berê xwe dan Amedê. Meşa girseyî ber bi Amedê ve didome. Welatî meşa xwe li ber stranan didomînin.

Di heman demê de bi hezaran kes li Semta Ofîsê kom bûn. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Hevserokê Giştî yê HDP Cahît Kirkazak, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û nûnerên saziyen demokratîk beşdarî çalakiye bûn.

Yek ji cihên din ên welatî li kom bûn jî Xaçerêya Hala Kevin e. Polîsan hewl dan girseya ku parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de bûn, dorpêç bikin. Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu bertek nîşanî polîsan da.

Girseya ku ji Riha û Dîlokê ketin rê jî li ketina Amedê ya Nokteya polîsan a Pirinçlî hatin rawestandin. Polîsan xwest girseyê asteng bike. Lê bi hezaran welatî ji maşîneyan daketin û bi dirûşmeyên “”Bijî berxwedana Îmralî” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin û berê xwe dan Amedê.

Li navçeya Rezan a Amedê jî bi hezaran ciwan kom bûn û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin.