12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Şehbayê êrîşa Tirkiyeyê şermezar kir

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herikîn qadan û gotin “Erdogan terorîst e.”

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi hêrseke mezin daketin qadan û li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin. Girseyê bi tilîlî û dirûşmeyan êrîş şermezar kirin û ji çarxeriya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê heya parka 4’ê Avrêlê ya li navçeyê meşiyan. Girseyê di meşe de pankartên bi nivîsên “Berxwedanî jiyana azad e”,”Erdogan terorîst, terorîst, terorîst e”,”Bimre faşîzma dewleta tirk” vekirin û wêneyên pakrewanên ku di êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest danhildan.

‘Berxwedana gel wê êrîşan têk bibe’

Girse piştî gihîşt pêşiya parkê li vir daxuyanî da. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama koordînasyona Kongreya Star a Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed axivî û got: “Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Şehbayê heta Qamişlo dixwazin gelê azadîxwaz têk bibin û berxwedana Rojava pûç bikin. Hedefgirtina binesaziya herêmê tê wateya lawazbûna Erdoxan li hemberî berxwedana gel. Em ê heya dawiyê xeta berxwedanê li dijî van êrîşan bidomînin. Dewleta tirk a dagirker hewl dide dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyeyê berfirehtir bike û projeya Osmanî nû bike. Sekn û berxwedana gel wê êrîş û dagirkeriyê têk bibe.”

Meş bi diruşmên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.