15 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Licê li dijî şerê taybet meşiya

Gel li Licê li dijî hişbir, fihûş û polîtîkayên şerê taybet bi girseyî meşiya.

Li Licê bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be li dijî hişbir û fihûşê meş hat li darxistin. Girse li pêşiya Fabrîqeya Halîs Toprak kom bû, li heta navenda bajêr meşiya.  Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Endam û Rêveberên Partiya Wekhêvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),  Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl û gelek welatî tevî meşê bûn.

Meşa ku li di jî tiryak û polîtîkayên şerê taybet hate li darxistin bi tîlîliyan destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Şiyar be Amed”,“ Şiyar be Licê”, “ Şiyar be Kurdistan”, “ Li hember tiryakê şiyar be”, “Li dijî fihûşê şiyar be”, “ Em li virin”, “ Jin Jiyan Azadî”, “ Li hember tiryakê rabe”, “Li hember fihûşê rabe” hatin berzkirin.

Banga yekitiyê hat kirin                         

Welatiya bi navê Bîrgul Doludemîrê bang li gelê Licê kir û got : “Heger em nebin yek zarokên me dê di nav tiryak û fihûşê de winda bin. Em ji bo ciwanên xwe dijîn û em xwedî wan derbikevin. Zarokên me ji ber madeyên hişbirê xwe dikûjin. Em bangavazî li gelê Licê dikin, bila dest bidin hev û xwedî li ciwanan derkevin.”

Paşê dayîka bi navê Şûkran Baygeldî ji bal kişand berbelavbûna tiryakê li dibistanan û wiha got: “Em dikarin bi hev re vê tiryak û fihûşê bidin sekinandin. Bila her malbat û mamoste li malê û dibistanan xwedî li zarokan derkevin. Îro zarokên me sibê neviyên me di bin vê talûkê de ne, ku em vê rewşê nedin sekinandin ew ê wisa berdewam bike.”

Gelê Licê yên ku tev li meşê bûn beriya ku meş dest pê bike bertekên xwe anîn ziman û da zanîn ku Licê warê berxwedanê ye, divê di serî de gele Licê û hemû gel li hember van politikayên şerê taybet bertek nîşan bidin û rê nedin vê qirêjiyê.

Hevseroka Gişti ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçarê  destnîşan kir ku madeyên hişbirê bi alikariya dewletê  tê li Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Ev hişmendiya dewletê dixwaze ku di vî welatî de tiryakê zêde bike. Tiryak û fuhûş ne rastiya me ye. Ev zor didin ku di nav gelê me de tiryak hebe. Dizanin ku hebûna me bi ciwanên me pêkan e, ji ber vê rastiyê ciwanên Kurdistanê tev li tiryakê dikin. Ji bo ku civakek azad be divê jin azad be. Em jin, bi rojan ji bo azadiya civaka xwe li derve ne. Ji ber ku em daxuyaniya didin li dijî tiryak û fihûşê xebatan dimeşînin wek hedef tên dîtin. Gelê Licê û Kurdistanê xwe biparêzin û şiyar bin. Rastiya me rêxistinbûyîn û civaka demokratik e.”

Piştî axaftinê meş bi dawî bû.