12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Kopenhagen û Leuvenê  46’emîn salvegera PKKê pîroz kir

Gel bi şahiyan 46emîn salvegera damezrandina PKKê li paytexta Danîmaka Kopenhagenê û bajarê Leuvenê yê Belçîkayê pîroz kir.

Pîrozbahiya li paytxet Kopenhagenê bi nîşandana sînevîzyonê destpê kir û piştre bi xwendina peyama Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) dewam kir. Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser sîstema qirkirin, êşkence ya Îmraliyê, êrîşên çeteyan ên li ser helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Remzî Kartal salvegera 46an a damezrandina PKKê pîroz kir û got: “Em ê li ser şopa Rêberê xwe, li ser şopa xeta Hayrî, Mazlûm û Hakî Kareran bin. Em ê ala azadiyê ya ku wan ji me re hiştin bi ser bibxînin. Damezrandina PKK’ê eniyeke mirovahiyê ye ku maf, hiqûq, azadî û wekhevî lê heye. Paradîgmaya Rêberê me ya li ser bingeha azadiya jinê, jineolojî afirand. Jinan çeteyên herî barbar ên serdemê DAIŞ têk birin û nafê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin, serketineke mezin bi dst xistin. Afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Serok Apo silav dikim.”

Girseya gel jî bi dirûşmên ‘Bijî Seork Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî PKK’ coşa xwe nîşan da.

Piştre hunermend Pinar Aydinlar, Sînan Ayaz, Şerîf Omerî û Mizgîn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Belkçîka

Kurdistaniyên li Belçîkayê salvegera 46an a damezrandina PKKê li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Salona pîrozbahiyê ya li Aarschotê bi alên PKKê û wêneyên şehîdan hate xemilandin. Jinên ku kincên gelêrî li xwe kirin, reng dan pîrozbahiyê. Li salona pîrozbahiyê li gel standên ji xwarinên Kurdewarî, her wiha standên Heyva Sor û pirtûkan jî hatin danîn.