Li gelek bajarên Ewropayê kurd û dostên kurdan li dijî tagirkerî, êrîşên li ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didome çalakiyên girseyî pêk anîn.
Nantes
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê li bajarê Nantes ê Fransayê bi meşekê hat şermezarkirin.
Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê (CDK-N) û bi piştgiriya enternasyonalîstan hat lidarxistin. Di meşê pankartên “Dewleta Tirk li Rojava komkujî dike”, “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin; Kurdistanê rizgar bikin”, posterên Rêber Apo û alên PKK’ê hatin hilgirtin.
Maş li Place de Commerce destpê kir û li Place de Royal bi dawî bû. Di meşê de dirûşmeyên “Terorîst Erdogan, faşîst Erdogan”, “Rejîma dewleta Tirk faşîst e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jîyan, azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Piştî meşê li ser navê CDK-N’ê Îsmaîl Erzingan axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser cihên sivîlan, santralên elektrîkê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne. Erzingan got:
“Rêberê me 26 sal in di esaretê de ye. Hevdîtina malbatê ya ku piştî tecrîda giran a 4 salan mirov bintevahî bi aştiyê ve girê bide derveyî aqilan e. Rêbertiya me di hevdîtinê de diyar kir, tecrîd hê jî didome. Ger şert û merc pêk bên dê aştî pêk were. Dewleta Tirk dibêje ew li çareseriyê digere. Lê ji bo çareseriyê tiştekî nake. Berevajî vê, êrîşên xwe yên li ser Rojava, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Jin û zarokan qetil dike. Cihên jiyanê bombebaran dike. Divê em ji her tiştî haydar bin. Divê em neyên van lîstikan. Divê em têkoşîna xwe bidomînin û berfireh bikin.”
Parîs
Li paytexta Fransa Parîsê bi sedan Kurdistanî li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava daketin qadan.
Li ser banga CDK-F’ê bi sedan Kurdistanî li Qada Gare De l’Est a Parîsê li hev civiyan û heta Qada République meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kujer Erdogan” û “Bimre rejîma faşîst a Tirk” hatin berzkirin.
Piştî meşê Hevserokê CDK-F Şahîn Polat û Berdevka Têkiliyên Derve ya CDK-F Bêrîvan Firat daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat got, “Dewleta Tirk a faşîst li aliyekî daxuyaniyên aştiyê dide, li aliyê din êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava û Şengalê pêk tîne sivîl, jin û zarokan qetil dike. Dewletên Ewropayê divê nebin alîgirê qirkirina Kurdan.”
Berdevka Karên Derve ya CDK-F’ê Bêrîvan Firat jî wiha got: “Rojava şoreşa jinê ye. Vîna jinên Kurd şoreşa Rojava pêk anî. Felsefeya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Civaka Azadiya Jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk a kujer êrîşî xeta azadiyê ya ku diyarî hemû cîhanê kiriye, dike. Em bang li her kesî dikin ku li dijî van hemû êrîşên dagirkerî û qirkirinê, tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya Kurdistanê beşdarî çalakiya 16’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin bibin.”
Munîh
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst sûcê şer kiriye.
Di çalakiyê de ku daxuyaniya tevgera jinan hat xwendin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de banga beşdarbûna meşa 16’ê Mijdarê ya Kolnê hat kirin.
Den Haag
Kurdistaniyên li bajarê Den Haag ê Holandayê, li ber avahiya Parlamentoya Holandayê hatin ba hev. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên ku avahiya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk ên Rojava hedef digirin bi hestyarî tevbigerin.”
Mîlano
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê li ser banga sendîka, partî û rêxistinên girseyî yên demokratîk çalakiya “Ji şer re na, aştî niha” hat lidarxistin. Çalakiya ku li ser banga Rete Kurdistan û Komîteya Kurd a Îtalyayê hat lidarxistin posterên Rêber Apo û alên YPG-YPJ’ê hatin hilgirtin.
Li Qada Duomo ya dîrokî ya Mîlanoyê meşaleyên mijê hatin pêxistin û ji bo azadiya Rêber Apo peyam hatin dayîn.
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.
Kiel
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarê Kiel ê Elmanyayê hat şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan li ber Kiel Hauptbahnhofê li ser banga Însiyatîfa Defend Kurdistan a Kielê hatin ba hev.
Di daxuyaniya li ser navê Însiyatîfa Defend Kurdistan de hat gotin, “Em îro ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava li vir in. Tirkiye qaşo êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê şermezar dike, lê ev 3 roj in li Rojava nexweşxane, xwargeh û tankên avê bombebaran dike. Ev yek durûtî ye.”
Çalakvanan pankartên komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin hilgirtin û bênavber dirûşmeyên “Terorîst dewleta Tirk”, “Dewleta faşîst”, “Free Ocalan”, “Free Kurdistan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Hoch die internationale Solidaritat” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Nurenberg
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Terorîst Erdogan” peyamên dilsoziya bi gelê Rojava re hatin dayîn.
Parîs/Evry
Bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê ji bo şermezarkirina qirkirina dewleta Tirk meşek hat lidarxistin..
Ciwanên bi meşaleyan li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grîgny heta stasyona trenê meşiyan gotin, “Divê demildest komkujiyên dewleta Tirk bên rawestandin, sebra me neceribîne.”
Berlîn
Li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û NAV Berlînê, li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastina yên Medyayê û Şengalê meşek hat lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê Meclîsa Jinê ya Dest Dan axaftin hat kirin. Nûnerê Meclisa Dest Dan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li tevahiya Kurdistanê sûcê şer kiriye û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên gelê Kurd tine bike. Di axaftinê de hat gotin ku parastina şoreşa jinên Kurd û nirxên demokratîk ên Kurdistanê têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê ye û bang li hemû cîhanê kir ku xwedî li gelê Kurd derkevin.
Hevserokê NAV Berlînê Huseyîn Yilmaz di dawiya meşê de axivî û got, “Heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê û girtiyên siyasî neyên berdan, gelê Kurd azad nabe. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li qadan bin.
Di tevahiya meşê de çalakvanan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Faşîst Erdogan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Di dawiya meşê de banga tevlîbûna meşa azadiyê ya 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin.
Bajarên Swîsreyê
Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê dijîn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Li bajarên Zurih, Winterthur, Basel, Biel, Luzern û Bellinzona ên Swîsreyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate protestokirin.
Zurih
Kurdistaniyên li bajarê Zurihê dijîn, li stasyona trenê ya Zurihê li hev civiyan. Ji aliyê Emre Kara ve danezana Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) hate xwendin. Di danezanê peyama, “Dawî li sûcên şer ên Tirkiyeyê yên li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê bînin” hate dayîn.
Di çalakiyê de ev peyam hate dayîn: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk protesto bikin. Em hêzên navneteweyî ku qada hewayî ji dewleta Tirk re vedikin şermezar dikin. Em bang li koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ya navneteweyî û Rusyayê dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin!”
Piştî daxuyaniyê li ser navê PYD’ê Swîsreyê Sekvan Naso axivî. Naso diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê li ber xwe bidin û wiha got: “Ew çi dikin bila bikin em ê dev ji azadiya xwe bernedin. Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Em bang her kesî dikin ku piştevaniya Rojava bikin.”
Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr jî wiha got: “Bi van êrîşan dixwazin serê Kurdan bitewînin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku li dijî van êrîşan rabin.”
Biel
Kurdistaniyê li bajarê Bielê li Bahnhofplatzê li hev civiyan û daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê ji bo kesên di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.
Di çalakiyê de ewil Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bielê (CDK-Biel) Ahmet Kaya axivî û anî ziman ku dewleta Tirk her dema ku hem li di nava xwe de hem jî ji derve asê dimîne êrîşî gelê Kurd dike.
Di çalakiyê de metnên çapemeniyê ya bi Elmanî û Fransî hate xwnedin. Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay jî anî ziman ku wê tecrîda Îmraliyê bi berxwedanê bi temamî were şikandin.
Atalay meşa 16’ê Mijdarê ku wê li Kolnê bê lidarxistin, bi bîr xist û wiha got: “Em Kurdistaniyên li Ewropayê hem ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiya me û hem jî ji bo bidawîkirina êrîşên li ser Kurdistanê divê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin.”
Luzern
Kurdistaniyan li Luzernê jî daketin qadan. Çalakiya li Luzernê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevserokê CDK-Luzernê Ercan Guneş axivî.
Guneş wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst ji demek dirêj ve hewl dide Kurdan tune bike. Her tim bombe li Kurdistanê dibarîne. Kurd jî weke her demê li her derê cîhanê û çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û wê berxwedana xwe bidomînin. Ji duh bi şev ve dîsa bi balafirên bê mirov Rojava bombebaran dike û rê li ber kuştina zarokên Kurd vedike.”
Piştî Guneş, li ser navê PYD’ê Alî Omar axivî û wiha got: “Divê Abdullah Ocalan bi partî û gelê xwe re biaxive.”
Li ser navê Partiya Pêşwerû jî Kenan Rojava axivî û got: “Çi dibe bila bibe em ê serî li hember dewleta Tirk a faşîst netewînin. Nikarin Kurdan biqedînin. Heta ku em bi paradîgmaya Rêbertiya xwe li ser rêya xwe bin, ti dewlet nikare li hemberî me bisekine.”
Bellinzona
Kudistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê li bajarê Bellinzona ya girêdayî Ticino daketin qadan.
Kurdistaniyên ku li ser banga Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger’in (TCŞ) li pêşiya stasyona trenê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Rojava”, “Bijî YPG”, “Tiamo tutti PKK” ve “Jin jiyan azadi” hatin berzkirin. Di çalakiyê de banga berxwedanê li hemû gel û bi taybet ciwanan hate kirin.
Winterthur
Yek ji navnîşanên çalakiyê yên li Swîsreyê bajarê Winterthur bû. Kurdistaniyên ku piştî agahiya êrîşê li pêşiya stasyona trenê ya Winterthurê li hev civiyan, daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de ji bo kesên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Winterthurê Canfeda Ararat axivî. Ararat êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: “Li aliyeke qaşo destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din jî bombe li ser gelê me dibarînin. Nexweşxane, dibîstan û navendên sivîlan tê hedef girtin. Kurd ne Kurdên beriya 100 sal in. Di serî de Rêber Apo gelê me di ferqa lîstikên dewleta Tirk de ye. PKK 50 sal in şer dike. Li hemberî wan serî netewand, wê ji niha şûnde jî netewîne. Em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê êrîşan şermezar bikin.”
Çalakvana Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Rozerîn Sara metna çapemeniyê ya bi Elmanî xwend. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.