12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li dijî qeyûman şev û roj kirin yek

Bi hezaran ciwan li Êlih, Mêrdîn, Riha û Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm daketin kolanan û heta derengê şevê bi polîsan re şer kirin û qeyûm şermezar kirin.

Bi hezaran welatî û siyasetmedar li Êlih, Mêrdîn, Riha, Stenbol û gelek bajarên din li dijî tayînkirina qeyûman duh daketin qadan û dest bi çalakiyan kir. Çalakî û berxwedana gel ku li kolan û kuçeyan belav bû, heta derengê şevê berdewam kir.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xalfetiyê kir. Piştî tayînkirina qeyûman gel di saetên serê sibê yê 4’ê mijdarê de herikîn pêş avahiyên şaredariyan û bertekên xwe anîn ziman. Di saetên êvarî de girseya ku li pêş avahiyên şaredariyan kom bûbûn li gelek kolan û taxan belav bûn û dest bi çalakiyan kirin. Bi taybetî girseya ku li Êlihê kom bû, piştî meş û daxuyaniyê li nava kolanan belav bû û bi dirûşmeyan qeyûm şermezar kirin. Dema girseyê dest bi meşê kir û bertekên xwe anîn ziman, polîsan êrîşî girseyê kir. Bi êrîşa polîsan de girze zêdetir bû û di navbera polîs û girseyê de pevçûn derket. Berxwedana gel a li kolanan ku di saetên êvarî de dest pê kir, heta derengê şevê berdewam kir. Girseya ku daket kolanan, li gelek cihan rê li trafîkê girtin û çalakiyên xwe berdewam kir. Di çalakiyan de polîsan bi giştî 75 welatî bi îşkenceyê binçav kirin. Lê girseyê heta derengê şevê çalakiyên xwe berdewam kirin û bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûman nîşan dan.

Ciwanên ku li Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Cûdî û Taxa Petrolê rê girtin, bi polîsan re şer kirin. Ciwanên rê girtin, agir pêxistin. Dema polîsan bi gaza îsotê, TOMA û guleyên plastîk êrîşî gel kir, ciwanan rê girtin, agir pêxistin û bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.

Li Mêrdînê jî çalakiyên ku di nîvroja 4’ê mijdarê de dest pê kir, heta derengê şevê berdewam kir. Girseya ku li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê  kom bûn, bertekên xwe anîn ziman. Piştî çalakiyan polîsan li Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 9 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Li Rihayê jî çalakiyên ku duh dest pê kir, heta derengê şevê berdewam kir. Li Rihayê jî di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Piştî çalakiyan polîsan li Rihayê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de gelek kes binçav kirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Adîle Fîdan, Muhammet Algaç, Berîvan Kocaoglû, Gûrkan Goktaş, Yusuf Yeşîltepe, Musa Yalçinkaya, Elîf Yalçin û Seve Yalçinkaya.”

Li Stenbolê gel li ser piyan bû

Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, li dijî tayînkirina qeyûm, daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Bi sedan welatî, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên di nava Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê de bi eleqeyeke mezin beşdarî çalakiya li Qada Esenyurtê bûn. Piştî daxuyaniyê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi sedan welatî meşiyan.
Welatiyên bi deqeyan li kolanên Esenyurtê bi girseyî meşiyan û gelek caran dirûşmên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Maf, hiqûq, edalet” berz kirin. Welatiyên derdorê jî piştgirî dan çalakiyê. Li gelek navçe û kolanên din ên Stenbolê jî ciwan daketin kolanan û çalakî li dar xistin û bertekên xwe anîn ziman. Çalakiyên li Stenbolê heta derengê şevê berdewam kir.