Li Silêmanî, Germiyan, Soran û gelek herêmên din bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê 5 roj in li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Ciwanên zanîngehê bi girseyî meşan li dar dixin û dixwazin hikûmet mafê wan ê mehane ku 7 sal in nadin wan, bidin wan.
Têkildarî çalakî û xwepêşandanên hezaran xwendekarên zanîngehê rojnamevan û nivîskar Takor Zerdeşt pirsên Xwebûnê bersivandin.
*4 roj in ciwan û xwendekarên zanîngehan dakedine qadan? Armanc û daxwaza xwepêşandanan çiye?
Bi giştî di herêma Kurdistanê de nêzî 100 hezar xwendekarên zanîngeh û peymangehan hene. Pêwîstiya budçeya wan (debara wan) nêzî 10 milyar dînarane. Ev pêwistiya xwendekaran ji sala 2014’an heya niha nehatiye dayîn. Hikûmetê ev butçe li cem xwe ragirtiye. Di asteke pir kêm de tê serfkirin. Sedema nerazîbûnên xwendekaran li ser rewşa kêmasiyên neberpirsiyarî û kêmasiya çavdêriyê ne. Xwendekar mafên xwe yên herî bingehîn dixwazin. 3 roj in xwendekar daxwazên xwe tînin ziman, lê tu bersivek erênî negirtine. Ji ber vê yekê xwendekaran jî serê sibeya 23’ê mijdarê de bi xwepêşandanek girseyî daketdin qadan. Ji aliyê ku ev bandor tenê li milê xwendekar û karmendan nagire û bi giştî tevahiya civaka başûrê Kurdistanê û helbet Silêmaniyê digire germahiyek pir xurt kete kolanan. Gel bi giştî ji her qadekê tev li vê xwepêşandanê bû. Hêzên ewlehiyê weke her carê bi tundiyê û bi gazên firmêsk rêj(hêzir-rij) û guleyan êrîşî xwepêşandanan kir. Lê berevajî wê hêrs û coşek zêdetir kete nava girseyê. Xwepêşander bi çend beşan dabeş bûn. Çend aliyên bajêr girtin bin kontrola xwe û xwestin bi ser baregehên hikume de bigirin.
*Çi bû sedem ku hêrs û bertekên ciwan û xwendekaran wisa zêde bibe?
Ev ne cara yekeme. Xwepêşandanên gel ji sedemên curbicur çê dibin. Her carê bêyî ku rayedar û karbidestên hikumetê bersivek qaneker (îkna) bidin gel, dijberî wê bi êrîş û gazên firmêsk rêj dixwazin girsê bêdeng bikin. Gel jî her tim bi hêrseke zêdetir bertekên xwe nîşan dide û ev yek dibe sedema coş û germahiyek zêdetir a gel. Gel bêtir hêsr dibe. Bi giştî nebûna perwerdeyek siyasî û nebûna têgehînek berpirsiyariya rast û rexistinî di nava civakê de dibe sedema ev hêrsa rewa ya gel derkeve aliyekî baş. Dixwazin bi van çalakiyê hikumeta gendelkar biguherînin û destûrê nedin qeyranê. Jixwe herî zêde cotkar bi serê xwe ji bo mafên xwe serî hildidin. Lê aliyê din milê xwe nade milê wan. Cotkar bi tenê dimînin. Mamosta, xwendekar, karker, rojnamevan, di çalakî û nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta tirk de bi giştî tenê diman. Lê îro êdî di her alî de pirsgirêk zêde bûne. Gel bi serê xwe ji ber her hincetî tev li çalakiyan dibin û nerazibûnên xwe tînin ziman.
*Ev xwepêşandan bi awayekî rêxistinî pêş dikeve an bi awayekî xwezayî ye? Mirov dikare sedema van xwepêşandanên ku wisa di demek kurd de li gelek bajaran belav bû çawa şirove bike? ’
Bê guman heya niha tu xwepêşandan li başûr xwe bi rêk û pêk bi rêxistin nekiriye. Sedema wê jî bê sozî û bê biryariya aliyên opozisiyonî yên gel tenê hiştin e. Êdî gel li hemberî hemû rêxistinên siyasî bê bawer bûye. Ji ber vê her ku xwepêşandanek nerazîbûnê pêk tê, bi rengekî serbixwe pêş dikeve. Helbet qirîza sereke ya zû bi zû ji hev pejandina xopêşanderan ji aliyê desthilatê jî ve ya di saheya başûrê Kurdistanê de tu hêzeke rêxistinî weke opozisiyon nîne. Xwepêşandanên bê rêxistinî jî nikarin encamên baş bi dest bixin. Kêmasiya herî zêde ji kesayetên siyasî yên weke opozisiyon derdikevin. Lê heya niha nekarîne sitratejiyeke siyasî ya rêxistinî ku bikare bibe ciyê baweriya gel pêk bînin û her aliyek li hember aliyeke din nakoke.
*Polîtîka û feraseta hikûmeta başûr, PDK, YNK’ê ya li dijî van xwepêşandanan çiye?
Her tim ji despêka van nerazîbûnan ve li bajarê Silêmaniyê bi giştî bajar veguherî milîtarîzebûnê û hemû rêyên çûn û hatinê yên sereke hatin girtin. Kontrolên ewlehiyê zêtir bûn. Li milê Dihok û Hewlêrê jî ev yek pêk hat û li bazgehên xwe hêzên ewlehî xist dewrê û bajar xistin bin kontirola milîtarî. Hikumeta Başur ji aliyê ku asta wêranî û nebûna xizmetguzariyên di her milî de haydare bi xwe jî çavdêrî dike serhildanek seranserî li herêmê pêk were. Hêzên ewlehiyê bi şêwazek dûrî demokrasî, ehlaq û zagonî êrişî gel kirin. Bi gazên firmêsk rêj, bi baton û heta gulebarankirinê, bi lêdan û tunduyê, bersiva gel dan. Heta rojnamevan jî bi tundiyê re rû bi rû man. Amûrên wan yên rojnamevaniyê hatin şikenandin û dest danîn ser amûran. Yek ji karmendên Ajansa Rojnewsê bi navê “Birwa Eshed” jî nasnama wî ya rojnamevaniyê û wênekêşa wî jê hat sitandin.
*Gel û rêxistinên civakî sivîl çiqas piştevaniya van çalakiyan dike?
Gel bi giştî li hember desthilata gendelkar a başûrê Kurdistanê bi hêrs û nerazî ne. Lê aliyên opozîsiyonî û saziyên civakî bi giştî her yek li hember yê din nakokiyên wan hene. Nebûna yekgirtinek hemaheng di navbera aliyan de dibe sedema valatiya meydaneke bi hêz û rêxistin. Ev jî dibe sedem ku gel baweriya xwe bi wan nîne. Bê guman ev valatî dibe sedem ku nerazîbûn û çalakiyên cuda û cihêreng pêş nekevin.
*Ev çalakî dê bandorek çawa li ser pêşeroja hikûmetê bike?
Her çiqasî ku ev rengê çalakî û nerazîbûnên bêrêxistin nikaribe encamek erênî bi dest bixe jî, lê ji bo hikumeta herêmê jî dikare xirab û wêranker be. Ji bo ku li gorî ezmunên berê ku gel bi hêrs û coşek serbixwe li Raniya, Seydsadiq û pir cihên din serhildan kirîn buye sedema şewitandina baregehên hizbî û fermî. Heta kuştin û birîndar jî çê bûn. Hem ji aliyê hikumetê û hem jî ji aliyê rêxistinên opzisiyonê, dema bingeha çareserî û rêxistinî nebin bê guman xwepêşandanên nerazîbunê vediguherin alozî û tevlîheviyan û wêranî derdikevin. Lê bi giştî bi berçagirtina ev qas nebûna maf, nebûna azadiya raderbirîn, girtin û sizadanên dijzagonî li herêma Kurdistanê û hem jî ev reva (koçkirin) gel a derveyî welat, hikumeta herêmê di asteke mezin de xistiye qeyranê. Di asta navxweyî û derve xistiye qeyranê. Lewra dirustbûna hêzeke yekgirtî û yekdeng a siyasî bi sitratejiyeke rêxistinî û hevbeş dikare pir encamek baş bidest bixe. Helbet bibe zemîneya dirustbûna alternatîvek li başûrê Kurdistanê û destek girtina ji hêza mezin a cemawerî desthilatdariya binemaleyî ya kesk û zer ji kok bide guhertin û ber bi avedaniyek guncay ve bête birin.
Wêne: Mohammed Jalal