Hêrsa li hemberê êrîş û komkujiyên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û nobedarên parastina bendavê zêde dibe.
Gel li bajarê Eyn Îsa, Til Koçer, Dêrik û Girkê Legê bi çalakiyan nerazîbûnên xwe anîn ziman
Eyn Îsa
Meclisa bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan endamên saziyan, meclis û nerên partî û rêxistinên jinan daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Eyn Îsa Sebrî Nebo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de berxwedana HSDê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê hat silavkirin û êrîşên li ser karwanên gel hatin şermezarkirin û wekî sûcek li dijî mirovahiyê hat şîrovekirin.
Hate gotin, gelê Sûriyeyê li hemberî alava şer a Dewlet Tirk rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye. Di daxuyaniyê de ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li taxa Sûriyeyê jî banga mezinkirina berxwedana gel hat kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên silavkirina berxwedana HSDê û berxwedana gel a li Tişrînê hatin berzkirin.
Til Koçer
Meclisa bajarê Til Koçerê ya kantona Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê hevserokê meclisê Newaf El Xedan ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî karwanê sivîlan ê diçû Bendava Tişrînê bi tundî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Em îradeya gelê xwe silav dikin ku tevî êrîş û xetereyan meşa xwe ya ber bi bendavê ve dewam kirin da ku dengê li hemberî êrîşan bilind bikin.”
Di daxuyaniyê de bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî rêxistinên mirovî hat kirin ku ji bo parastina bendavê ji êrîşan û rawestandina êrîşên Dewleta Tirk ên li ser tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lez bikevin tevgerê.
Dêrik
Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û gundên herêma Koçerat û Berav jî bi meşekê êrîşên li dijî karwanên sivîlan şermezar kir û piştgiriya xwe bi HSDê re nîşan dan.
Girse ji Qada Azadî dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrîşan û silavkirina berxwedana HSD û ya gel hatin berzkirin. Pankartên bi nivîsên “Em hemû HSDê ne” û “HSDê rûmeta me ne” jî hatin vekirin.
Girse piştî ku di nava kolanên bajar de meşiya li sûka navendî sekinî. Li vir hevserokê Şaredariya Bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî. Ciwan di axaftina xwe de piştgiriya xwe bi HSDê re anî ziman û komkujiyên DewletaTirk ên li Bendava Tişrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.
Meş bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana HSDê” bi dawî bû.
Girkê Legê
Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê jî bi sedan kesî bi meşekê piştgiriya xwe bi HSDê re nîşan dan.
Şêniyan alên HSDê hilda bûn û pankartên “Zarokan qetil nekin” û “Bijî HSDê” vekiribûn ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Xebat dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajar sekinî û mîtîngeke hat lidarxistin. Ji rêveberên PYDˈê Idrîs Ehmed berxwedana gelê herêmê silav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji Dewleta Tirk bipirsin.
Idrîs Ehmed her wiha banga mezinkirina têkoşîna û tevkariyê bi hêzên leşkerî yên parastinê re kir.
Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.