12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Dêrik Amûdê û Kantona Firatê êrîş şermezar kirin

Gel li bajarên Dêrik, Amûdê, Kantona Firatê, Heleb, Minbicê li dijî êrîşên dewleta tirk daketin kolanan û bi meşên girseyî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di êvara 23’ê Cotmehê de bi balafirên bêmirov û yên şer 1031 caran êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrîşan de 17 welatî hatin kuştin û 65 welatî birîndar bûn û gelek dezgeh û navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin. Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker şêniyên bajarên Dêrikê û Amûdê daketin qadan.

Amûdê

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û bajarokên girêdayî wê li qada Şehîd Cîhad a li bajêr kom bûn. Bi rakirina wêneyên zarokên di êrişan de şehîd bû birîndar bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” û dirûşmeyên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re” meşiyan.

Meşvan li pêşiya Navenda Tevger Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Amûdê meşa xwe veguherandin mîtîngê. piştî deqeya rêzgirtinê endama Kongra Star a bajarê Amûdê Şêrîn Dawûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî binesazî û şêniyên herêmê dike, dixwaze projeya Rêveberiya Xweser û aramiya heyî têk bibe û got: “Dixwaze gel ji neçarî koç bike. Pêkhateyên herêmê bi sekina xwe helwesta xwe diyar kir.”

Şêrîn Dawûd da zanîn ku ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Ebdulbaqî Dawê axivî, sersaxiyê ji malbatên şehîdên êrişên dewlet Tirk a dagirker re xwest û got: “Em sekina gelê xwe silav dikin.”

Meş bi berzkirina slogana “Na ji êrişên dagirkeriyê re” bi dawî bû.

Dêrik

Şêniyên bajarê Dêrikê û bajarokên girêdayî wê li qada Azadî ya li bajarê Dêrikê kom bûn. Welatiyan wêneyên şehîdan, deverên rastî êrişê hatine, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” rakiribûn.

Meşevan li kolanên bajarê Dêrikê meşiyan û li ber Navenda Kongra Star a Dêrikê meşa xwe veguherandin mîtingê.

Di mîtîngê de Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî axivî û diyarkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan weke mizgînî ji bo gelan pênase kir.

Wefa Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî navendên xizmetguzariyê  dike wiha pê de çû: “Bila bizane gelê me xwedî bi hezaran şehîdan e, çi dibe bila bibe li dê hemberî êrişên dewleta Tirk têkoşîna xwe bidomîne. Em li pey şopa şehîdên xwe ne û em ê her piştgiriya şervanên xwe bikin.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Hesen Hemze jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare îradeya gelê me bişkîne û berxewdana gelê li Dêrikê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Mîtîng bi silogana“Bimire dagirkerî” bi dawî bû.

Kantona Firatê

Yekitiya Kedkaran a girêdayî TEV-DEMˈê, Meclisa Bajarê Girê Spî, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyên Şer a Kantona Firatê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku ev êriş dijbertiya dewleta Tirk a li hemberî gelên têkoşer ên ewle dijîn, nîşan dide. Bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û saziyên têkildar jî hat kirin ku li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bînin û dawî li dagirkeriya Tirk bînin.

Reqa

Xwendekarên Zanîngeha El Şerq a li Reqayê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li hemberî van êrişan têkoşînê berdewam bikin û dane zanîn ku ev êriş karekî terorî ye, li dijî hiqûqa mafên mirovan e, di heman demê de aloziya mirovî mezintir dike.

Minbic

Di daxuyaniya Yekitiya Karker û Kedkaran a Kantona Minbicê de hate gotin, bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrişan dê rewşa mirovî û ya debarê aloztir bike. Bang li her kesî hat kirin ku hemberî van êrişan bikevin tevgerê û dawî lê bînin.

Heleb

Meclisa TEV-DEMˈê ya Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî li taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê rêveberê TEV-DEMˈê Mirî Şiblî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Îsraîl, Hemas û Hizbullahê digire û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk îdia dike ku herêm xetereyê li ser ewlehiya wê ya netewî çêdike û hate gotin, armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Şehba

Tevgera Civaka Demokratîk û Yekitiya Esnafan ên kantona Efrîn-Şehbayê jî daxuyaniiyek hevbeş dan.

Hevserokê Yekitiya Esnafan Mihemed Weysî yê daxuyanî xwend, diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de têk bibe.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin û li dijî van êrişan piştgiriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn “Em ê li hemberî van êrişan bisekinin û li dora rêveberiya xwe ya xweser kom bibin.”

Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyî jî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin “Berdewama şerê qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ê li ser gelê me, berdewama zihniyeta wê ya faşîst e.”

Di daxuyaniyê de ev êriş wekî sûcên şer hatin binavkirin û got ku bêdengiya li hemberî êrişê xaleke reş e li ser eniya hêzên navnetewî.

Di daxuyaniyê de peyama piştgiriyê ji bo Rêveberiya Xweser û QSDˈê hate dayîn.