12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li 6 bajaran êriş protesto kirin: Rojava rûmeta me ye

Nûner û rêveberên saziyên civakî û partiyên siyasî li 6 bajaran êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û peyama “Rojava rûmeta me ye” dayin.

Endam, nûner û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û saziyên demokratîk  li 6 bajaran daketin kolanan û rişên komên çeteyan ku xwe dispêrin Tirkiyeyê protesto kirin. Bi sedan kes li Êlih, Gever, Colemêr, Şirnex, Amed û Îdirê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Êlih

Nûner û rêveberên DEM Partî, DBP û TJAyê têkildarî êrişan daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DBPê dan. Girseyê pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hilgirtin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku lil dijî kurdan polîtîkaya êrişê di meriyetê de ye û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî vê bê mezinkirin.

Daxuyanî, bi dirûşmên “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana Rojava”  û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.

Amed

Li Amedê jî dipêşengiya DAKAPê de jin li Qada Şêx Seîd kom bûn û li dijî şer zincîra mirovan çêkirin. Jinan êrîşên ku hêz û piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin şermezar kirin û gotin “Jinên ku tên revandin û rastî îşkenceyê tên sedema têkoşîna me ye.

Jinen ku di bin baneyê Platforma Jinan a Amed Dîcleyê (DAKAP) li Qada Şêx Sêîd kom bûn, bertekên xwe yên li dijî şer anîn ziman. Nûner û rêveberên DBP û DEM Partiyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Jinan li qadê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û pankarta “Ji şer re na, aştî hema niha” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Hevseroka DBPê ya Amedê Sultan Yaray, bang li hemû jinan û gelê kurd kir ku piştevaniya ji bo Rojava xurt bikin. Sultan Yaray anî ziman ku kesên zilmê li kurdan dikin yek bi yek têk diçin û wiha got: “DAIŞ têk çû, hûn jî dê têk biçin. Îro Mêrdîn ji bo me çiye Kobanê jî heman tişt e. Hemû Kur dli pişt gelê Rojava ne. Me tu carî rojava bi tenê nehişt û em ê tenê nehêlin.”

Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî têkildarî êrişan û binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bidawîbûna rejîma BAAS’ê, bi êrişên hinek welatên cîhanê û “hin komên çeteyan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û piraniya van binpêkirinan jî li dijî zarokan hatine kirin.

Colemêr

Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî li dijî êrişan li navenda bajar daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de got ku divê her kesên xwedî jiyaneke birûmet Rojava biparêzin û ev tişt anî ziman: “Şert û merc çawa dibin bila bibin divê her kes berteka xwe nîşanî êrişên ser Rojava bide.”

Piştî daxuyaniyê, partiyî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” heta pêşiya partiyê meşiyan.

Gever

Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeya Geverê jî daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê, gelek kes ji avahiya navçeyê heta navenda navçeyê bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Rojava” meşiyan. Girseya ku gihişt navendê, li pêşiya navendeke kargehan daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de got ku armanca ji êrişan, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd in.

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.

 Îdir

Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Îdirê û TJA’yê jî têkildarî êrişan li pêşiya avahiya DBP’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer û dagirkeriyan re, aştî a niha” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Endama TJA’yê Nazîfe Çarkli di daxuyaniyê de got ku rêxistinên cîhadîst ên hêzên emperyal berdane qadê ketine nava şerê îktîdarê û ev tişt anî ziman: “Hedefa van êrişan, tunekirina modêla jiyana demokratîk a Rojava û şoreşa jinê ye. Di serî de gelê Kurd û gelên Rojava, dê parastina me ya hemû gelan bidome.”

Şirnex

Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li dijî êrişên komên cekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li ber avahiya DEM Parti ya Şirnexê daxuyanî dan. Endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Rojava rûmeta meye” hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmeya, “Bijî berxwdana Rojava” berz kirin. Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Güngen ve hat xwendin.  Abdullah Güngen anî ziman ku, piştî têkçûyina rejîma baas pêvajoyeke nû li Suriyeyê destpêkiriyê û got ku çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê û rojhilatanavîn demokrasiyê. Abdullah Gungen bal kişand êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û axaftina xwe wiha domand: “Li gel tevî daxwaz û bangewaziyên çarenûsa demokratîk, di vê pêvajoyê de jî li dijî Rojava êrîş pêk tên. Bi taybet ji 27’ê Mijdarê vir ve li dijî Rojava konsepteke nû ya şer ketiye meriyetê. Em baş dizanin ku bi êrîşan modela Rojava hedef tê girtin. Di bingeha van êrîşan de jiyana demokratîk û azad a ku bi modela Rojava ketiye meriyetê cig digre. Her wiha, bi êrîşan ruhê têkoşîna enternasyonalîst hedef tê girtin. Li gel van armancan, sedema herî bingehîn a van êrîşan jî statuya Rojava ye. Lewre, Rojava Şoreşa gelan û nasanameya jinan e.”