Êrişên ku ji 28ê kanûnê de li Tahranê destpêkirin di rojên ku derbas bûn de li hemû bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê belav bûne.
Heta niha ji hezarî zêdetir hatine binçavkirin û bi dehan kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Li gor agahiyên ku ji herêmê tên gelê ku li dijî rejîma Îranê li kolanan e tevî hemû zextan jî li ber xwe dide. Hat zanîn ku xwepêşandaran li Awdanan û Melekşahê kontrola giştî ya bajar girtine dest.
Herwiha çavkaniyên ji heremê dibên ku hêzên rejîmê li Awdanan êrîşê gel kirine, bi dehan birîndar hene ku birînên gelek kesan giran in.
Rejîmê ragihand ku polîsek wan jî li Melekşahê hatiye kuştin.
