12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji gelek bajaran ji bo Mîtînga Azadiyê dimeşin Amedê

Bi deh hezaran welatî û rêveberên DEM Partî û DBP’ê ji bo beşdarî “Mîtînga 'Azadiyê” ku îro li Amedê pêk bê bibin, ji gelek bajaran ketin rê û berê xwe dan Amedê. Herikîna gel a ber bi Amedê ve didome.

Platforma Ked û  Demokrasiyê û rêxistinên demokratîk îro saet di 13.00’an de dê li Qada Îstasyonê bi dirûşma “Li dijî tecrîdê Mîtînga Azadiyê” pêk bînin. Tê payîn ku bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bibe û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bixwazin. Bi deh hezaran welatî ji bo beşdarî mîtîngê bibin ji Dêrsim, Şirnex, Riha, Wan, Semsûr, Agirî, Îdir, Sêrt, ÊLih, Mêrdîn, Dîlok, Stenbol, Mêrsîn, Edene û gelek bajarên din ketin rê. Her çend li hin cihan polîs girseyê asteng bike jî girse ji bo bê Amedê li ber xwe didin û bi israrin bên Amedê tev li mîtîngê bibin.