9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji bo piştgiriya Rojava li ser sînorê Kobanê ye

Bi hezaran kes tevî astengkirinan jî li dijî êrişên ser Helebê li ser sînorê Kobanê meş li dar xist. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Em bibiryar in ku deskeftiyên Rojava û gelên Sûriyeyê biparêzin.”

Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê meş hat lidarxistin. Welatiyên ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bû, xwest meşê li dar bixe. Polîsên ku kolanên avahiyê dorpêç kirin, got ku dê destûra meşê nedin. Li ser vê yekê, girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG/YPJ”, “Li çiyê lê negerin Apoyî li her derê ne” û “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin û berîqeta polîsan ji holê rakir. Piştî rageşiyeke demkurt, girse li kolanan belav bû û li ser Cadeya Elîgorê lihev civiya. Welatiyan, dirûşma “Rojava rûmeta me ye” berz kir û dest bi meşê kir. Girseya ku gihişt Qada Sûkê, li vir daxuyanî da.

Di çalakiyê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hate hilgirtin û daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên bênavber ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcên li dijî mirovahiyê ne û wiha hate gotin: “Êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî bi çekên giran dike, raste rast sivîlan hedef digirin. Zarok jî di nav de gelek sivîl hatin qetilkirin. Bi awayekî sîstematîk hedefgirtina jîngehan, nîşaneya wê ye ku mafê jiyanê yê sivîlan bi awayekî zanebûn tê binpêkirin û taxên Kurdan bi zanebûn vediguherînin qadên şer.”

Bi domdarî hate destnîşankirin ku balkêş e ku êriş, di demekê li Sûriyeyê ser entegrasyon û hewldanên çareseriya siyasî tê axaftin de tên kirin û wiha hate gotin: “Ev rewş, nîşan didin ku tiştên diqewimin, ji hêla kesên dijberî çareseriyê ne, bi armanca sabotekirina îxtîmala çareseriyê tên kirin. Ev êriş ne tenê îro lê di heman demê de zemîna lihevkirineke siyasî ya pêşerojê jî tune dike. Aşkeraye ku ev êriş di heman demê de dê bandoreke neyînî li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê didome jî bike. Ev helwesta dijminane ya li dijî Rojava, armanc dike ku hewldanên HSD’ê yên ji bo entegrasyon û çareseriyê qels bike û îxtîmala aştiya herêmî sabote bike. Hêzên dijberî çareseriyê, dixwazin bi kûrkirina şer a di navbera gelan de îxtîmala pêşerojeke demokratîk û aştyane bifetisînin.”

Di berdewamê de hate gotin ku gelê kurd li hemberî van êrişan bi tenê û bêparastin nîne û wiha hat gotin: “Bi îrade û rûmeta dîrokî ya berxwedana Kobanê raber kirî, em bibiryar in ku mafên gelên Sûriyeyê jî biparêzin. Em bi bi Rêveberiya Xweser û îradeya pêkvejiyanê ya gelan re ne. Gelê Kurd, li dijî van êrişan dê bi awayekî rêxistinkirî, netewî û bi ruhê yekitiya demokratîk bisekine. Tu hêzekê nekariye gelê me teslîm bigire û dê nekare jî.”

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.