13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan ber bi Gemlîkê ve dimeşe

Bi pêşengtiya HDK, DTK, TJA, HDP,DBP,MED TUHAD-FED’ê û bi şîara “Em li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo azadiya xwe biparêzin ber bi Gemlîkê ve dimeşin” li Wan û Amedê bi tevlibûna girseyek xurt  daxuyanî hat dayîn. Saetên sibê ji navend û navçeyan gelek kes ber bi Amed û Wanê ve hatin lê polisan ew asteng  kirin. Gelek maşîne sekinandin û cezayê pereyan li wan birîn.

Bi tevî hemû astengiyan çend roj in li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Enqere û Bûrsayê amadekariyên “Meşa Mezin a Gemlîkê” tê kirin. Îro jî navend û navçeyên herêmên Amed û Wanê ji bo ku ber bi Gemlîkê ve bimeşin bi rê ketin. Beriya ku bi rê bikevin daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û peyama “ heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk werê em ê têbikoşin” hat dayîn.

‘Em ji bo azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin’

Li Wanê, pêşiya avahiya HDP’yê daxuyanî hat dayîn û parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û got:” Em li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo azadiya xwe biparêzin ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Meşa ku em dixwazin bikin hewl tê dayîn bi hemû awayî bê astengkirin. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê,  çi dibe bila bibe dê bimeşin. Hûn ê nikaribin bi hemû hêz, barîkat û çekên xwe pêşî li meşa me bigirin.”

Piştî Taşdemîr parlementerê Wanê Mûrat Sarisaç axîvî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman:” Hêviya hemû aliyan Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê ji bo kurdan bûye hêviya jinan, ciwanan û hemû gelên bindest. Îro dewlet aqilê xwe winda kiriye û tenê dikare soza şer bide gel. Çawa ku birêz Ocalan 23 sal in ji bo pêşeroja hevpar a welat li ber xwe dide, berdêla wê çi dibe bila bibe em ê hêviya xwe ji jiyanê qut nekin. Gel, ciwan û jinên ku ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê ketine bin sînorê birçîbûnê, daxwaza mafên xwe dikin. Yekane çareseriya vê jî Îmralî ye. Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were wê têkoşîna me bidome.”

Li Amedê jî ji bo meşa Gemlîkê li peşiya avahiya navenda DBP’yê ya navçeya Rezanê daxuyanî hat dayîn. Piştî daxuyaniyê bi tevlibûna girseyek xurt û bi dirûşmeyên “Her der Îmralî her der berxwedan” û “Bijî Serok Apo” meş hat li dar xistin.