Gel li Dêrik, Tirbespiyê, Hesekê, Til Temir, Kobanê û Minbicê di salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê de meşên girseyî li dar xist û daxuyanî da. Gel di çalakiyan de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şaxên zeytûnan, pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Rizgarkirina Efrînê armanca me ya pêşîn e” vekirin. Dirûşmên “Bijî Berxwedana Serdemê”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn” û “Şehîd namirin” berzkirin.
Gel di çalakiyan de şehîdên Berxwedana Serdemê bibîranîn û soza domandina têkoşîna wan hate dayîn. Gel di çalakiyan de diyar têkoşîna gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê berdewam bike ta Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî û dewleta Tirk û çeteyên wê ve werin rizgarkirin. Di çalakiyan de bang li hêzên nîştimanî û demokrat hat kirin ku li hemberî siyaset û çavnebariyên dewleta dagirk yekitiya xwe ava bikin. Di çalakiyan de bal kişandin ser sûcên li Efrînê têne kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van sûcan. Di çend saetên pêş de dê çalakî li herêmên din werin lidarxistin.