10 sal in Kobanê bi sembola berxwedana li dijî DAIŞê tê zanîn û nasîn. DAIŞê di 2014an de li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Di çileya 2014an de Reqa û di Hezîrana 2014an de Mûsilê girt. DAIŞê piştre Kobanê kir hedef. Êrişên DAIŞê yên di 14-15ê îlona 2014an de li hemberî Kobanê hatin destpêkirin, 134 rojan dewam kirin. DAIŞ li vir rastî berxwedaneke mezin hat û taliyê têk çû. Bi hezaran ciwanên kurd û enternasyonalîst beşdarî pêngava rizgarkirina Kobanê bûn. Gelek ji wan di berxwedana dîrokî de jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana dîrokî di 26ê çileya 2015an de bi serketinê bi dawî bû. Kobanê di wê rojê de bi temamî hat rizgarkirin. 10 sal derbas bûn lê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê li vir bi dawî nebûne. Hevseroka Desteya Rêveber a Ekolojiyê Almaz Romî têkildarî 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanê pirsên me bersivand.
Beriya ku DAIŞ êrişî Kobanê bike rewşa Kobanê çibû?
Di 26ê çileya 2015an Kobanê ji destê DAIŞê rizgar bû. Em di serî de rizgarkirina Kobanê li hemû şehîdan, malbat û zarokên şehîdan pîroz dikim. Em li hemû şervanên YPG, YPJ û HSDê pîroz dikin. Di 2014an de berî çeteyên DAIŞê êrîşî kantona Kobanê bike, Kobanê bi milletê xwe yê kurd, rêveberiya xweser tê nasîn. Bajarekî biçûk bû. Beriya Şoreşa 19ê Tîrmehê Rejîma Baasê lê serwer bû. Di serdema Rejîma Baasê de gelê kurd li Kobanê di zor û zahmetiyên gelek mezin re derbas bû. Tu mafê kurdan nehatibû dayîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî zordestî hebû. Lê bi taybetî li Kobanê zordestî zêdetir bû. Dema rejîma Baas ji Kobanê hat derxistin, gelê Kobanê û ciwanên Kobanê bi berxwedaneke herî fedaî têkoşiya. Ji bo xwe bi xwe bi rêve bibe, rêveberiya xwe îlan bikin. Cirûska şoreşa 19ê Tîrmehê ku li Kobanê pê ket, li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn. Jin, ciwan û gelê Kobanê bi berxwedana xwe ya feadî, di demek kurt de rêveberiyên xwe îlan kirin û xwe bi xwe bi rêve bir. Di milê saziyan, milê leşkerî û milê rêveberiyê de bingeha xwe ava kirin. Di milê civakî û perwerdehiyê de pergala xwe ava kirin. Hemû sazî û dezgehên xwe ava kirin. Gel pergala ku li ser wan hatibû ferzkirin red kir û pergala xwe ava kir. Ji bo saziyên ziman, çand û perwerdehiyê ava bike, ket nava liv û tevgerê. Me dît ku dewleta tirk, rejîmê û çeteyên DAIŞê ev pergala Rêveberiya Demokratîk qebûl nekir û Kobonê xist dorpêçê. Ev pergala li vir hat avakirin, pergalek bi edalet, demokratîk, wekhev bû. Azadiya jinê têde mîsoger bûbû. Ji ber vê yekê gel lê xwedî derket. Lê Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞê ev pergal qebûl nekir û êrîş kir. Piştî îlankirina Rêveberiya Xweser êrîş zêde bûn. Ji bo pergala Rêveberiya Xweser a Kobanê vala derxin dest bi êrîşan kirin.
10 sal berê dema DAIŞê êrîşî Kobanê kir, li pişt DAIŞê kî hebû û çima êrîşî Kobanê kirin?
Dema çeteyên DAIŞê êrîşî Kobanê kir, hevkarên wê hebûn. Wekî Dewleta Tirk hevkarên ku piştgiriya wan dikir hebûn. Ji ber çirûska Şoreşa 19ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir û belav bû êrîş kirin. Rêveberiya Xweser ji Kobanê ve dest pê kir. Xwestin li Kobanê vîna gelê kurd bişkînin. Dixwazin kurd bêdeng bin û bi vîna xwe tev negerin. Dema êrîş kirin gotin ‘Dê di çend mehan de Kobanî bikeve.’ Me dît ku êrîşî Mûsilê kirin û dagir kirin. Êrîşî bajarên Iraqê û Sûriyê kirin. Reqqa, Dêrazor û Şedatê û Minbic di demek pir kin de dagir kirin. Lê bajarekî wekî Kobanê biçûk, 134 rojan li dijî DAIŞê li ber xwe da. Şervanên YPJû YPGê bi keleşên xwe li dijî çekên giran ên DAIŞê şer kirin û Kobanê parastin. Gelek şehîd hatin dayîn. Ciwanên kurd, xwe li dijî tang û topên DAIŞê û Dewleta Tirk de kirin mertalên zindî û Kobanê parastin. Ciwanên ji çar aliyê Kurdistanê derbasî Kobanê bûn, bi taybetî ciwanên Bakurê Kurdistanê ku derbasî Kobanê bûn û li dijî DAIŞê şer kirin, bû bersîva herî mezin a li dijî DAIŞê. Dewleta Tirk bi saetan û deqeyan li benda ketina Kobanê bû. Lê ew deqe û saet bû roj û heyv û Kobanê neket. Berxwedana ku jin û ciwanên kurd li Kobanê nîşan dan, hişt ku Kobanê nekeve. DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeteriya herî mezin bû. Hemû gelê cîhanê hesabê xwe ji DAIŞê dikir. Ji ber ku di pergala DAIŞê de bûyerên serjêkirin, kuştin, şewitandin û bûyerên herî qirêj hebûn. Beriya ku derbasî bajaran bibin bi tirsa xwe û qirêjiya xwe bandor li ser mirovan dikir. Ji ber van komkujiyên DAIŞê her kes ji DAIŞê ditirsiya.
Gelê kurd û şervanên kurd hêza xwe ji ku girt.
Gelê kurd, şervanên kurd xwedî vîn û nasname ye. Tevgera kurd 50 salin ev vîn û berxwedana xwe îspat kiriye. Kurd xwedî hebûn, nasname û vîn in. Hêza me ji piştgiriya gelê me, ji mafdariya me tê. Xwedîderketina çar aliyên Kurdistanê ya Kobanê hêzek mezin da berxwedana şervanên YPJ û YPGê ku karibin çawa şer bikin û bersîv bidin êrîşan. Piştî DAIŞ ket Kobanê gelê Bakur û parçeyên Kurdistanê li ser sînor nobet girtin û piştgiriya xwe anîn ziman. Nobeta li ser sînor ji bo êrîşkaran bersîva herî baş bû.Bû moralekî xurt. Şervanên kurd dizanîbû ku gelê kurd li pişt wan e û bi wan re ye. DAIŞ bi destê şervanên YPG û YPJê li Kobanê şikest û têk çû. Beriya ku DAIŞ têkeve Kobanê hêzên koalîsyonê dikaribû bi teyaran li DAIŞ bixe. Lê ev nekirin. Berxwedana li Kobanê plana hêzên koalîsyonê guhert. Piştî berxwedana şervanên kurd balafirêr şer li DAIŞê xist. Hêza şervanên kurd, tax bi tax şer kirin û tax bi tax Kobanê ji destê DAIŞê rizgar kirin. Ji xwe 1ê Mijdarê ku bû roja piştgiriya berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê gel derketin û çalakî li dar xistin. Vê xwedîderketina gelên cîhanê îspat kir ku şervanên YPG û YPJê xwedî vîn û biryar in ku DAIŞê têk bibin. Îspat kir ku dikarin bi keleşên destê xwe jî li dijî tang û topên wan şer bikin. Berxwedana ku li Kobanê derket holê, hişt ku hemû cîhan qala Kobanê û vîna Kobanê bike. Berxwedana Kobanê hişt ku Kobanê bi cîhanê bide naskirin. Cîhanê dît ku bajarekî biçûk çawa dikare li dijî DAIŞê li ber xwe bide. Her kesî dît ku DAIŞa li cîhanê hatiye perwerdekirin û bi çekên herî pêşketî şer dikin, çawa li Kobanê têk çû.
DAIŞê hêza xwe ji ku girt. Kê çima piştgirî da DAIŞê?
DAIŞ hêzeke ku bi tena serê xwe nikarîbû şer bike. Hêzeke ku piştgiriya wê tune be, di demek nêzîk de tê şikandin. Piştgiriya wan a heri mezin û li ber çavan, piştgiriya Dewleta Tirk bû. Ew çekên giran ên li ser sînor dihatin derbaskirin, li ber çavan bû. Endamên wan mikur hatin ku li Tirkiyeyê perwerde dîtine. Hat dîtin ku ji Tirkiyeyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne. DAIŞ hêzeke ku Dewleta Tirk ew perwerde kiriye ye. Hemû dewlet jî vê rastiyê zanin. DAIŞ îro jî hebûna xwe berdewam dike.
Piştî 10 salan li Kobanê pergaleke çawa hat avakirin. Gel çawa xwe bi rêve dibe?
Piştî DAIŞ li Kobanê şikest, şervanên YPG û YPJê roj bi roj bajarên din jî ji DAIŞê paqij kirin. Pajarên Minbic, Reqqa û Tebqa ji DAIŞe paqij kir. Dema Kobanê hat rizgarkirin, gel dîsa vegeriya Kobanê. Gelê Kobanê bi axa xwe, şehîdên xwe û nasnameya xwe ve girêdayî ye. Gelek malbat piştî vegeriyan, ji ber ku xaniyên wan hatibûn xerakirin, li li tenişta mala xwe çadir vekirin. Di aliyê fizîkî de gelek zor û zahmetî dîtin. Lê di nava çend salan de ji nûve Rêveberiya Xweser avakirin. Bajar ji nûve ava kir û xwe bi rêve bir. Gelê bakurê Kurdistanê û şaredariyên bakur piştgiriyek mezin da. Em spasiya xwe ji wan re dikin. Rêveberiya Xweser di demek kin de ji nûve saziyên xwe ava kirin û gel xwe bi rê ve bir. Saziyên jinan, saziyên civakî û binesazî ava kirin û dest bi xebatê kirin. Dewleta Tirk dit ku dê projeya Rêveberiya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk bi ser bikeve. Dît ku li Kobanê û bi giştî li Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê dê dîsa bi ser bikeve, dest bi êrîşan kir. Dît ku di vê projeyê de demokrasî, edalet, wekheviya jin û mêr heye, dest bi êrîşan kir. Dewleta Tirk vê pergalê qebûl nakd û heta îro êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Her tim êrîşî saziyên xizmetê û saziyên çavkaniyên jiyane dikin. Dixwazin vê projeyê têk bibin. Lê ev pergal êdî têk naçe. Ji ber ku gel ev pergal nas kiriye û xwe di vê pergalê de dibînin. Tenê gelê kurd li dora vê pergalê kom nabe. Gelên din jî vê projeyê qebûl dikin û li dora vê pergalê kom dibin. Kurd, ereb, tirkmen çerkes hemû pêkhate li vê pergalê xwedî derdikevin. Hebûna xwe di vê pergalê de dibînin. Ziman û perwerdehiya her kesî bi vê pergalê tê parastin. Di vê pergalê de edalet, demokraskî û wekhevî heye.
Tirkiye çima êrîşî Bendava Tişrînê û çavkaniyên jiyanê dike?
Piştî pergala Baas hat hilweşandin û HTŞê Sûrî kir bin kontrola xwe, Dewleta Tirk careke din xwest li vir nefes bistîne û li milê Minbic û Qereqozaxê xwe bi tevger kir. Armanca êrîşên li ser Bendava Tişrînê ewe ku çawa Kobanê dagir bikin. Ji ber ku DAIŞ li Kobanê têk çû, Dewleta Tirk vê yekê tehamûl nake û dixwaze tola wê hilîne. Ev ji bo wan bûye kul û ketiye dilê wan. Ji ber vê yekê dixwazin derfet û rêyekê bibînin êrîşî Kobanê bikin û dagir bikin. Me xwest em bi hilweşandina rejîmê kêfxweş bibin. Lê dewleta tirk ew firsend neda me ku em kêfxweş bibin. Di rojên ku Rejîma Baas hilweşiya dest bi êrîşan kir û heta îro jî êrîşên xwe didomîne. Li dijî erîşên dijwar, şervanên YPG, YPJ û HSDê berxwedanek mezin nîşan didin. Çeteyên girêdayî Dewleta Tirk êrîşî Bendava Tişrînê dikin. Dixwazin têxin kontrola xwe. Armanca êrîşên li dijî Tişrînê ew e ku Kobanê dorpêç bikin û piştre dagir bikin. Em dibînin ku her tim hincetê çêdikin û dixwazin êrîş bikin. Niha berxwedanek mezin û dîrokî li ser Bendava Tişrînê heye. Ez bi xwe şahidê vê berxwedanê me. Em çûn ser Bendava Tişrînê û me çar rojan li ser Bendava Tişrînê nobet girt. Dewleta Tirk bi êrîşan rê li pêşiya karwanê girt. 3 caran di nava gel de komkujî pêk anî. Ez şahidê wan komkujyanan im. Li ser rê êrîş kir û 2 kes şehîd kirin. Dema em çûn bendavê dîsa êrîş kirin. Dema gelê Kantona Firatê li ser bendavê nobet digirt êrîş kirin. Ji ber êrîşên li ser bendavê bajarê Kobanê 2 meh in bê av, bê kareba ye. Di nava zor û zahmetiyên mezin de dijî. Demsala zivistanê ye. Lê kareba tune ye. Gel zahmetiyên mezin dijî. Gel êdî vê yekê qebûl nake û berê xwe dide bendava Tişrînê û dixwaze êdî raya giştî û cîhanê li dijî van êrîşan bêdeng nemîne. Gel dibêjin em wekî gelê sivîl hatine li vir bendavê biparêzin. Dibêjin em hatine ax, av û ceyrana xwe biparêzin. Dema gel govend girtibû, Dewleta Tirk bi balafirên xwe careke din bombe kir. Dîsa hevalên me şehîd bûn û birîndar bûn. Li ruxmê van êrîşan roja din dîsa gel nobet û çalakiya xwe berdewam kir. Me xwest vê rastiyê ji raya cîhanê re ragihînin. Me got em li vir in. Em hatine parastina av, ax û ceyrana xwe bikin. Em şehîd dibin, birîndar dibin. Lê mixabin dewletên cîhanê li hemberî vê bêdeng. Bûyerek biçûk li devereke din çêdibe, hemû hêzên mafên mirovan û hiqûqê seferber dibin. Lê li hemberî van êrîşan bêdeng in. Rojane li bendava Tişrînê komkujî çêdibe, lê kesek qala wê nake. Yên van komkujiyana dike Dewleta Tirk e, lê li dijî van komkujiyan bêdeng in.
Banga we ji gelê kurd çiye?
Banga me ji çar aliyê kurd û Kurdistanê ew e ku em yekîtiya xwe ava bikin. Ya din em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê dikin ku hesab ji Dewleta Tirk bipirsin û bixwazin Tirkiye ji Sûriyê derkevin.