Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya a Sûriyeyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê di roja şeşemîn de berdewam dikin. Piştî rawestandina bombebaranê, bi taybetî jî hedefgirtina Nexweşxaneya Xalid Fecr li Şêx Meqsûdê, xelkê Şêx Meqsûdê ji bo pêşîgirtina li komkujiyeke gengaz ber bi nexweşxaneyê ve dest bi meşê kir.
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku Tirkiye ku berpirsiyariya êrişên komên paramîlîter ên bi navê Artêşa Sûriyeyê girtiye ser xwe û amadebûna xwe ya ji bo piştgiriyê ragihandiye, bi SÎHAyan piştgiriyê dide van koman.
