Pezkoviyên ku demekê li her devera Kurdistanê hebûn, ji ber tunekirina qadên wan û nêçîrvaniyê di bin xetereyeke mezin de ne. Yek ji bajarên ku Pezkovî herî zêde lê dijîn jî Dêrsim e. Sedema hejmara zêde ya Pezkoviyan a li Dêrsimê jî ew e ku di baweriya Elewîtiyê de weke “Bizinên Xizir” tên nasîn û pîroz tên dîtin. Ji ber ku ziyaretvan û xelkê herêmê zirarê nade Pezkoviyan, êdî hînî mirovan bûne û heta cihên nêzî wan tên. Ev rewş, Pezkoviyan li hemberî nêçîrvanan bêparastin dihêle. Nêçîrvanên ku ji derveyî bajêr tên, her sal bi dehan Pezkoviyan qetil dikin.
Pezkovî, li deverên herî bilind ên Dêrsimê dijîn ku yek ji wan cihan jî Girê Dundulê ye. Ev herêm cihekî bi av e, lewma Pezkovî lê zêde hene. Welatiyên ku dixwazin Pezkoviyan bibînin jî berê xwe didin Girê Dundulê.
Hatîce Ozden ku zêdetirî 40 sal e di mala xwe ya li girê Duldulê de dijî derbarê pezkovî û nêçîrvanan de ji Ajansa Mezopotamyayê wiha got: “Di demên berê de ji me direviyan lê niha natirsin. Heta nava baxçeyên me jî tên. Ew jî êdî hînî mirovan bûne. Nêçîrvan tên û bêrehm in. Em ji wan re dibêjin ‘Ew bizinên Xizir in dest nedin wan’ û wan hişyar dikin.”
Pezkovî ne tenê di bin gefa nêçîrvanan de ne, di heman demê de ji ber talankirina xwezaya Dêrsimê jî xetereyeke mezin li ser heye. Lêgerînên madenan, gelek caran bombebarankirina çiyayan, avakirina jîngehan û çêkirina bendavan yekser bandorê li wan dike.
Xelkê Dêrsimê, ji bo parastina Pezkoviyan têdikoşin. Lewre pezkovî ji candarekî wêdetir remza çand û beweriya wan e. Ji bo vê yekê jî her tim çav û guhên wan li ser pezkoviyane ku nebin qurbaniyên nêçêrvanan. Lê belê ji ber vê sekna wan a parêzvaniyê gelek caran di navbera wan û nêçîrvanan de rageşî derdikevin. Lewre ne bi destûra dewletê be kesik nikare nêçîrê bikin û bi qaçaxî an jî bi destûr ev wiha ye. Gelê herêmê jî ji vê rewşê gelekî aciz in û dixwazin kes destên xwe nedin pezkoviyan û bên parastin.