26 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gel di 5 deriyan re diherike qada Newroza Amedê

Gelê ku ji Amed û bajarên derdorê ji bo pîrozbahiya Newroza dîrokî berê xwe dane Amedê, ji 5 deriyan diherikin qada Newrozê.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, “Rêbertiya azad Civaka Demokratîk” li qada Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê Newroz tê pîroz kirin. Amed ku yek jî bajarê sembola Newrozê ye li çar aliyên Kurdistanê gel berê xwe daye Parka Newrozê ya Amedê. Di seatên sibê de welatî herikîn qada Newrozê û li benda ketina qadê sekinîn. Piştî derî hatin vêkirin girseyê di 5 deriyên ku hatibû diyarkirin de ketin qadê. Welatiyên cil û bergên Kurdî li xwe kirin bi xemla xwe ya kesk, sor û zer li ber derî kom bûn. Girseya li ber deriyan kom bûn, bê navber dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Rêbertî re azadî” berz kirin û govend gereandin. Girsê li ber derî sirûda, “Çerxa şorêşe” xwendin. Tevî zêdetirî 2 seatan hebûn ku bernamê destpêbike hebû jî hejmareke zêde li ber deriyan kom bûn. Hinek malbat jî bi zarok û pitikên xwe vê hatibûn pîrozbahiya Newrozê. Her wiha welatiyên temenê wan mezin jî bi gopal û sandalyeyê bı teker xwe digihandin qadê. Welatiyên nexweş ji tevî serûmên xwe hatin qada Newrozê.

Bi vêbûna derî re girsê bi coşeke mezin ketin qadê. Ji 7 salî heta 70ê salî girsê herikî qada Newrozê û li qadê Newroz dê bê pîrozkirin.

Ciwanên Jin ên DEM Partî bi pankarta ku li ser, “Bi ronahiya Rojê ber bi Sosyalîzme” dinivisî hatin qadê û dirûşma, “Bijî Serok Apo”, “Ji Rêbertî re azadî” û “Jin jiyan azadî” berzkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê