Komên hikumeta demkî di 22ê kanûnê de bi çekên giran êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Lê hêzên parastina taxan bersîv da û destûr nedan ku êrîşkar derbasî taxan bibin. Piştî êrîşa li ser taxan, dorpêç û ambargoya li ser taxan didome. Komên girêdayî hikûmetê 3 meh berê jî dîsa êrîş kiribûn. Lê encam negirtibûn. Li ruxmê ku di 1ê Nîsana 2025an de peymana tifaqê îmze kirin jî, dîsa li aliyekî dorpêç û li aliyê din ambargoya lojîstikê didome. Têkildarî rewşa dawî ya taxên kurdan, Hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman agahî dan. Hêvî Silêman anî ziman ku ji cotmeha 2025an heta niha taxên kurdan di bin dorpêçê de ye û wiha got: “Li van taxan 14 sal in ambargo heye. Li dijî êrîşan û ambargoyan jî 14 sal in berxwedanek jî heye. Di dema rejîma Baas de jî ambargo hebû, piştî hikûmeta demkî ya Şera jî hat ambargo berdewam dike. Dorpêç û ambargo didome. Di hişmendiyê de guhertin tune. Piştî êrîşa 22ê Kanûna 2025an ambargo girantir bû. Niha zivistan e. Şert û merc dijwar e. Ji bo hemû çavkaniyên sotemeniyê ji ser taxan hatiye qutkirin, welatî zor û zahmetiyên mezin dijîn. Welatî heta lîtreyek mazot bi dest dixin gelek zahmetiyên mezin dijîn.”
Av, ceyran û sotemenî ji ser taxan hatiye qutkirin
Hêvîn Silêman da zanîn ku av û ceyran jî ji ser taxan hatiye qutkirin û wiha berdewam kir: “Av, ard, derman ji ser taxê hatine qutkirin. Welatî nikarin bi maşîneyan biçin nava bajêr û pêdiviyên jiyanî bînin malên xwe. Welatî tenê dikarin bi meş biçin û bên. Lê dema welatî diçin û tên jî wan deftîş dikin. Telefonên wan kontral dikin û astengiyan ji wan re derdixin. Rejîma Baas çawa nêzî van taxan dibû, hikûmeta nû jî bi heman hişmendiyê nêzî taxên kurdan dibe.”
Bi şer nikaribûn taxê vala bikin, dixwazin bi dorpêça aborî vala bikin
Hêvîn Silêman diyar kir ku demsal zivistan e, sir û serma zêde ye û ji ber sotemenî tune, jiyan bêtir zahmet e û wiha lê zêde kir: “Eger dorpêç wisa bidome, dê hemû pediviyên jiyanê xelas bibin û welatî dê bêtir zahmetiyan bijîn. Li ser taxê ambargoyeke siyasî û aborî heye. Bi vê ambargoyê dixwazin şêniyên taxê vala bikin. Nikaribûn bi şer taxê vala bikin û komkujiyê pêk bînin, niha dixwazin bi rêya aboriyê vala bikin. Çawa ku bi êrîşên li dijî hums, Hamê û ber Avê dixwazin li ser elewî û durziyan, dixwazin komkujiyan pêk bînin, li vir jî ambargoyên dixwazin taxan vala bikin. Hişmendiya wan dizî, talankirin û tevlihevî ye. Herî dawî dîsa bi çekên giran êrîşî taxê kirin. Lê hêza ewlehiya hundirîn bû bersîve û destûr nedan ku êrîşkar têkevin taxan. Ji bo vê yekê ambargo girantir kirine û welatiyan digirin.”
Rewşa nexweşxaneyan xerab e
Hêvîn Silêman di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiyê û xizmeta tendurisztiyê û wiha pêde çû: “Di aliyê dîplomasiyê de rê li ser taxê digirin. Nahêlin diyalog pêş bikeve. Rewşa nexweşxaneyan xerab e. Rewşa tenduristiya nexweşan giran e. Derman kêm in. Ji ber zivistan e, nexweşî zêde ne. Derman pir kêm in. Piştî êrîşa 22yê Kanûna 2025an ceyran ji ser taxan qut kirin û destûr nadin ku yekîneyên elektirîkê derbasî taxê bibin.”
Elektrîk bi temamî qut kirine
Hêvîn Silêman bilêv kir ku ji ber elektrîk ji ser taxê hatine qutkirin, tenê bi jeneretoran pêdiviya elektrîkê ji bo çend saetan pêşwazî dikin û wiha got: “Rojê tenê dikarin 5 saetan elektrîkê pêxin. Elektrîka heyî hinek girêdayî şaredariyê ye û hinek jî girêdayî gel in. Berê sotemenî bi rêya bazirganan derbasî taxan dikirin. Lê niha ew jî qedexe kirine. Bazirgan jî êdî nikarin sotemeniyê derbasî taxan bikin. Berîya êrîşê rojê çend saet elektrîk didan taxê. Lê piştî êrîşê bi temamî elektrîk ji ser taxê qut kirine. Ji ber elektrîk tune û sotemenî kêm e, bandorek neyînî li ser dibistan û xwendekaran dike. Sotemenî tune, zarok nikarin biçin dibistanê. 13 dibistan zêdetirî 2 hefte nin hatine girtin û nêzî 20 hezar xwendekar nikarin biçin dibistanan. Ji ber serma zêde ye û sotemenî jî tune, me betlana dibistanan dirêj kir. Ji ber peragek demokratîk heye û jin pêşengiyê dikin, siyasetek pir qirêj li ser taxan tê meşandin. Dixwazin bi vê siyasetê taxan têxin bin kontrola xwe. Lê berxwedana gelê taxê di asta herî jor de ye. Gel diyar dikin ku 14 salin li ber xwe didin û dê tu carî teslîmî hêza dagirker nebin.”
‘Peymana 10ê Adarê xizmeta hemû gelê Sûriyeyê dike’
Hêvîn Silêman herî dawî li ser hevdîtina fermandarê HSDê jî rawestiya û wiha got: “Di 10ê Adarê û 1ê Nîsanê de jî hevdîtinên tifaqê hatibûn kirin. Ev hevdîtin jî berdewama wan e. Di tifaqa peymana 10ê Adarê de pêşketin çê bibe, bandora xwe li ser geşedanên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî dike. Di hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re hêviyê me zêde ne. Ev hevdîtin û peyman ji bo hemû welatiyên Sûriyê girîng e. Li gorî peymana 10ê Adarê hemû pêkhateyên Sûrê sûdê digirin. Bendên tifaqa 10ê adarê rêya çareseriyê ye. Heviya hemû gelên Sûriyeyê ye. Ji bo jiyana Sûriyeyek demokratîk û federal hêvî ye. Ev tifaq heviya hemû gelan e. Ev hevdîtin jî dê bêtir li ser tifaqa leşkerî bê kirin. Tifaqa leşkerî pêş bikeve dê tifaqên din jî pêş bikevin. Dem dema aştiyê ye. Banga Rêber Abo jî li ser esasê aştî û civaka demokratîk e.”
Hêviya serkeftinê mezin e
Hevîn Silêman herî dawî destnîşan kir ku ji bo serkeftinê hêviya wan mezin e û dê bi berxwedan û sekna xwe serkeftinê mîsoger bikin.”
