Dewlet Bahçelî di 1ê Cotmehê de serdana Koma DEM Partiyê kir. Di civînê koma partiya xwe de jî qala mafê hêviyê kir. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ji bo Mafê Hêviyê biryar dabû û xwestibû Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji mafê heviyê sûdê bigire. Di 23ê cotmehê de Omer Ocalan çû îmraliyê. Pişt re di 28ê çile de heyeta DEM Partiyê çûn îmraliyê û peyam anîn. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, nirxand û got: “Peyam ji bo siyasetê gelek baş e. Dîsa qala xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk kir. Xwest gelê kurd û tirk tifaqa xwe xurt bike. Xwest tevî muxalefet û desthilat û rêxistinên civakî û saziyên demokratîk vê pêvajoyê bi hevre bimeşînin. Ev gavek erênî û rast e. Divê kurd bigêjin mafên xwe yên bingehîn. Ev tiştekî erênî ye.”
Abdulkadîr Guleç anî ziman ku ev peyam ji bo vê pêvajoyê gelek muhîm e û wiha axivî: “Ez vê peyamê dipejirînim. Ez bawer dikim ku eger dewlet, hikûmet, AKP-MHP, Erdogan Bahçelî jî gavan bavêjin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û li gorî peyamê tev bigerin dê pirsirêka Kurd çareser bibe. Dê li Rojava jî gelê Kurd bigêje mafê xwe û dê gelên din jî bigêjin mafên xwe.
Bi aqil nêzî çareseriyê dibe
Serokê Baroyê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dema qala rola meclisê dike bi aqilî nêzî meseleyê dibe û got: “Birêz Abdullah Ocalan bi aqilî nêzîk dibe. CHP dibêje pêwiste pirsgirêk li meclisê çareser bibe. Dixwaze ev mesele bê rojeva meclisê. Li ser vê yekê Birêz Abdullah Ocalan jî xwest pirsgirêk li meclisê bê niqaşkirin. Xwest meclis jî piştgiriyê bide vê peyamê. Ev gavek rast e. Hewalekirina meclisê gavek rast e. Hin çareserî bi hikûmet û dewletê diqedin. Hikûmet û dewlet dikare hin gavan bavêje. Ji bo gavan bavêje hewce nake zagonan biguherîne. Mînak dikare di serî de girtiyên xweş berdin. Dikare girtiyên 30 salin girtî ne serbest berdin. Divê li ser pêvajoyê bi hemû rojnameger, rewşenbîr, hiqûqnas, siyasetmedaran re civînan çêke û pêvajoyê hevpar bike. Divê bi pîvanên demokrasiyê civînan çêkin. Divê hemû civakên sivîl û demokratîk, hemû saziyên mafên mirovan û aştîxwaz tev li vê pêvajoyê bike.”
Abdulkadîr Guleç, li ser mafê heviyê jî rawestiya û got: “Ji bo pêvajo dest pê bike divê ji bo demek nêzîk gavên şênber bên avêtin. Bêyî zagon divê gav bên avêtin. Ji bo mafê hêviyê jî divê zagon bên guhertin. Dîsa ji bo pirsgirêka kurd jî divê zagon bên guhertin. Ji bo çand, ziman û mafê kurdan ên esasî bên parastin divê zagon bên guhertin. Ji bo dema kurd dikarin girtiyên nexweş berdin û DMMEyê bi cih bînin.”
Gel bi hêvî ye
Abdulkadîr Guleç bal kişand ser nakokiyên dewletê û wiha berdewam kir: “Divê dewlet û hikûmet gavên ku hêvî û baweriya gel dişkînin neavêjin. Gel bi hêvî ye. Lê divê neheqî û bêhiqûqî neyê kirin. Divê dest ji şerê li dijî Rojava berdin. Divê mafên mirovan binpê nekin. Divê hikûmet heviya gel neşkîne ku ev pêvajo bê qeza û bê belav encam bigire. Em dikarin bi hevre bijîn. Ev welat û ev axa ya me hemûyan e. Gel 10 hezar sal in li ser vê axê dijî. Di dîrokê de pir neheqî li gelê Kurd hat kirin. Lê gelê Kurd dîsa jî aştî û azadiyê dixwaze. Bi hezaran ciwanên kurd canên xwe dan. Lê dîsa bêyî aştî ev mesele çareser nabe. Gelê kurd aştîxwaze. Gelên din jî aştîxwazin. Ji bo siberoja 83 milyon kes aştî gelek muhîm e. Divê rewşenbir, siyasetmedar û hemû beşên civakê tev li vê pêvajoyê bibin.