Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Xwest PKK xwe fesix bike û çekan dîne. Ji gel jî xwest ku li tax û gundan xwe bi her awayî rêxistin bike û komunên xwe ava bike. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li sedan navendan herî kêm 2 hezar civînên gel hatin plankirin. Di nava 25 rojan de li 140 navendan nêzî Hezar û 500 civînên gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk hatin lidarxistin. Tê payîn ku heta serê Tebaxê nêzî 2 hezar civîn bên lidarxistin. Heta niha her şev li gund, tax û navçeyên Amed, Şirnex, Sêrt, Riha, Wan, Îdir, Qers, Erzirom, Mêrdîn û gelek bajarên Tirkiyeyê civînên gel tên lidarxistin.
Armanca civînan ew e ku gel bang û perspektîfa Rêberê Gelê Kurd baş fêm bike. Tê armanc kirin ku fikar û pêşniyarên gel bên girtin û li gorî pêdiviyan karê rêxistinî bê kirin û li tax, gund û navçeyan komun û komisyon bêne avakirin. DEM Partî û saziyên din, daneyên civînên ku heta 18ê Tîrmehê çêbûne, parve kir. Li gorî agahiyan li herêma Egeyê 166 civîn, li herêma Marmarayê dora 77 civîn, li Çukurovayê 70 civîn, li Serhedê 183 civîn li dar xistin.
Têkildarî armanca civînan, niqaş û tevlêbûna gel a di civînan de Cîgirê Hevserokên Bajarê Amedê yê DEM Partiyê Celal Alphan ku beşdarî gelek civînên gel bûye pirsên Xwebûnê bersivandin.
Di serî de tu dikare hinekî qala armanca van civînên gel bike? Çima pêdivî bi van civînan hat dîtin?
Rêzecivîn li hemû gund û navçeyên Amedê berdewam dikin. Ev civîn li ser banga Birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Ji bo em vê pêvajoyê bi gelê xwe re parve bikin û bidin fêmkirin em van civînan pêk tînin. Em li ser pêvajoye û rewşê, bi gel re dan û stendin dikin. Em di nava gel de ne. Fikr û pêşniyarên wan digirin.
Ev civîn di pêşengiya kêde tên amadekirin? Ev civîn çawa têne bi rêxistinkirin?
Me wekî rêxistina DEM Partiyê, bi hemû saziyên xwe yên Amedê re dest bi van civînan kir. TJA, DBP, DEM Partî û hemû rêxistinên sivîl em bi hevre vê xebatê dimeşînin. Me bi hevre dest bi rêzecivînan kir û em bi hevre beşdarî van civînan dibin. Li hemû tax, gund û navçeyên Amedê civîn têne amadekirin. Piranî em civinan bi şev li dora 7-8ê êvarî li dar dixin. Di van saetan de welatî ji karên xwe vedigerin û ev saet ji bo wan gunçav e. Di van saetan de welatî li malên xwe ne. Dikarin beşdarî civînan bibin. Beriya em civînan pêk bînin amadekariyek hat kirin. Em beriya civînan mal bi mal digeriyan. Me 275 hezar malên amedê ji bo xwe kiribû hedef ku em serdana wan bikin. Beriya civînan em li nêzî 13 hezar malan geriyan. Me bi nêzî 60 hezar mirovan re dan û stendin kir.
Di van civînan de eleqeya gel çiye?
Gel bi kelecan beşdarî van civînan dibe. Heta niha li Amedê zêdeyî 100 civîn hatin lidarxistin. Em ê hîn zêdetirî 100 civînên din jî li dar bixin. Civînên me roj bi roj zêde dibin. Li tevahiya Amedê em ê nêzî 250 civînan pêk bînin. Civîn li gundan û li navendê pir bi kelecan derbas dibin. Eleqe pir zêde ye. Li gundan ji sedî 90 welatî beşdarî civînan dibin. Dayik, zarok, jin, kal û pîr tev li civînan dibin. Bi taybetî li gundan zêdetir jin beşdar dibin û jin bêtir eleqeyê nîşanî civînan didin.
Di civînan de hûn qala çi dikin? Eleqeya gel a li hemberî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiye?
Di civînan de em sînevîsyonê didin temaşekirin. Banga Birez Ocalan a bi dîmen ku piştî 26 salan yekem car bi gel re hat parvekirin, em didin temaşekirin. Ev bang bi rêya çapemeniyê hatibû parvekirin. Dema em sînevîzyonê didin temaşekirin, gel hêz û moralekî pir mezin jê digire. Daxuyaniya Birêz Ocalan a bi dîmen û zindî bandoreke gelek mezin li ser gel dike. Bandoreke gelek erênî dike. Dîsa dîmen û wêneyên merasima çekşewitandinê bandoreke gelek mezin li ser gel dike. Em li ser girîngî û pêdiviya aştiye diaxivin. Em li ser girîngiya pêvajoyê di axivin. Me berê jî li ser girîngiya aştiyê bi welatiyan re dan û stendin kiribû. Em dizanin nanê her kesî di aştiyê de ye. Her kes jî dizane nan di aştiyê de ye. Em qala giringiya aştiyê, yekîtiyê û girîngiya xwerexistinkirinê dikin.
Gel bêtir çi meraq dike?
Fikarên gel ên li ser pêvajoyê hene. Gel ji Birêz Ocalan û rêxistina xwe bawer e. Gel ji sedî sed ji Birêz Ocalan bawer e. Bêtir li dijî nêzîkatya desthilat û dewletê bi fikar e. Di sala 2013-2015an de pêvajoyek hebû. Piştî pêvajo ji aliyê desthilatê ve hat xerakirin, fikarên gel ên li dijî desthilatê zêd bû. Ji ber ku wê demê pêvajo bi erênî bi dawî nebû, gel baweriya xwe ji desthilatê nîne. Gel li dijî dewletê bi fikar e. Ji ber gel ji sedî sed bi Birêz Ocalan bawer e, dixwaze ev rewş bi aştiyê bi ser bikeve.
Daxwaz û bendewariyên gel çine?
Gel aştiyê dixwaze. Naxwaze rewşên berê dubare bibe. Gel naxwaze ku welat dubare têkeve nava aloziyê û şer. Bêtir aramî û aştiyê dixwazin. Hevî û baweriya wan heye. Em jî li ser vî esasî bi wan re dan û stendinê dikin. Zêde pirsên gel tune ne. Ji ber ku gel bi xwe û rêxistina xwe bawer e. Gel bi her awayî zindî û amade ye. Zêde di aliyê gel de pirsgirêk tune ye.
Civîn dê heta kengi bidomin?
Ev çalakî û çivin dê heta dawiya Tîrmehê bidomin. Piştî dawiya Tîrmehê em ê li ser encamên van rêzecivinan niqaş bikin. Piştî nirxandina van civînan em ê li gorî wê format û rêbazek din bidin pêşiya xwe. Dibe em hin calakiyên cudatir jî bidin pêş xwe. Pişti em bi saziyên civakî re niqaş bikin dibe ku em careke din dest bi rêzecivên nû bikin. Gel ji bo pêvajoyê amade ye. Em jî û gel jî bawer e ku dê di demên pêş de gavên erênî bên avêtin. Gel naxwaze careke din gavên aloz bêne avêtin. Naxwaze şer dubare bibe.
Pirs û daxwazên gel çine?
Gel bêtir pirsên ‘Ev pêvajo dê çapa derbas bibe? Dê çawa fikarên wan bên derbaskirin? Ji bo fikarên wan ji holê rabe dê dewlet gavên çawa bavêje?’ dipirsin. Gel dixwaze di serî de hemû girtiyên siyasî di vê pêvajoyê de bêne berdan. Dixwazin di serî de Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Astengiyên li pêş siyaseta demokratîk bên rakirin. Dîsa dixwazin kesên çekdar û di nava şer de bûn karibin tev li siyaseta demokratîk bibin. Ji bo vê yekê jî dixwazin zemîna hiqûqî û siyasi bê avakirin. Dixwazin ji bo wan zagon bên guhertin û pêşiya demokrasiyê bê vekirin. Dixwazin hemû qedexeyên li ser ziman û çandê bêne rakirin. Dixwazin ku gelê Tirk xwedî çi maf be, gelê Kurd jî xwedî heman maf be. Di serî de dayik ên herî zêde ji şerê qirêj êş kijandine û jan kişandine, dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe. Dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, dixwazin êdî dayikên din zarokên xwe di şer de winda nekin. Herî zêde dayik aştiyê dixwazin. Herî zêde dayik dixwazin welat têkeve nava aştî û aramiyê. Aramiyeke wekhev, aştiyek wekhev û şert û mercên wekhev dixwazin. Dayik alîgirê aştiyê ne. Li ser aştiyê kûr bûne û bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Hemû xebatên wan ji bo aştiyê ne. Dayik di rewşa herî xerab de tim û dayîm aştiyê dixwazin. Fikarên dayikan hinekî ji dewletê ye. Zêde baweriya wan ji dewletê naye. Dibêjin dewlet dê bersîveke çawa bide? Dê çiqas zagonan bigherîne û zemîna aştiyê ava bike? Dê di Destûra Bingehîn de guhertinên çawa çêke? Dibêjin dê li ser siyaseta demokratîk ev alozî û zext rabin an na? Disa dipirsin û dibêjin ‘ev xeteriya heta niha pêk hatiye dê dubare bibe an na?’ Dixwazin ev astengî û xeteriyên li ser siyaseta demokratîk û li pêş aştiyê bêne rakirin. Gel êdî polîtîk e. Daxwazên gel pir zelal in. Dizane çi dixwaze.
Di civînan de karê rêxistinî jî tê kirin. Amadekariyên komunan jî têne kirin. Ji bo komun bên avakirin xebateke çawa tê kirin?
Dema em beşdarî van civînan dibin, em li aliyekî li ser pêvajoyê niqaşan dikin û li aliyê din karê rêxistinî dikin. Em rêxistinê jî bi rêxistin dikin. Em ê li her derê têkevin nava tevgerek nû. Em ê ji bo siberojê li gund, tax û navçeyan li her derê komunan bidin avakirin. Em ê meclisan ava bikin. Li gund û taxan eger gel tev li siyasetê nebe, nikaribe xwe bi rêxistin bike û nikaribe nûnertiya xwe bike, wê demê rêxistina wê partiyê li herêmê qels dimîne. Ji bo rêxisti nû partî li her derê xurt be, em ê li her gund û taxan komunên xwe ava bikin. Heta niha me li 11 navçeyên Amedê kongre pêk anî. Em ê li 6 navçeyên din jî kongreyê xwe pêk bînin. Piştî ku me li hemû navçeyan kongreyê xwe pêk anî û rêxistinên navçeyan xurt kirin, wê demê em ê li tax û gundan jî dest bi avakirina komunan bikin. Ji bo me komun giring in. Gelê Kurd di 40 salên dawî de di nava tevgereke hevpar debû. Di jiyana civaka Kurd de komun parçeyekî jiyanê ye. Heta çend salên berê jî li gundan bi hevre paletî dikirin. Bi hevke karê zeviyan dikirin. Malên gund bi hevre karê xwe dikirin. Piştî em komunan ava bikin, dîsa em ê hewl bidin ku hemû pêwistiyên tax û gundan bi rêya rêveberiyên komunan çareser bikin. Emê bi rêya komunan gel bi rêxistin bikin. Em armanc dikin ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe û xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ê piştî 15ê tebaxê têkevin nava hewldana rêxistinbûnê. Em ê li ser avakirina komunan bikin. Civaka bi rêxistin her tişt e. Civaka bêrexistin ne tişt e. Em bê bi rêxistina civakê vê pêvajoyê bi ser biwxin û em ê xebatên nûjen pêş bixin.
Di civinan de gel rêveberiyên herêmî jî rexne dike. Bendewarî û daxwazên gel ji şaredariyan çine?
Di civinan de li ser şaredariyên ku di destê DEM Partiyê dene ji niqaş têne kirin. Gel bêtir xebatên berbiçav û kûr dixwaze. Dixwazin şaredarî bi her awayî ji civakê re xismetê bike. Lê derfetên şaredariyan jî diyar e. Şaredarî zêdetirî 8 sal in di destê qeyûman de bûn. Qayûman rewşeke xerab li ser şaredariyan ava kiribû. Nava şaredariyan vala kiribûn. Bi her awayî destkeftiyên gel ji destê wan girtibûn. Piştî DEM Partiyê şaredarî dîsa paşve stendin, bi deynê pir zêde paşve stendin. Li gel vê rewşê şaredarî hewl didin ku xizmetek baş bidin gel. Lê dîsa hin kêmasî hene. Hîn li gorî daxwazên gel û pêdiviyên gel qelsî û lawazî hene. Lê gel ji şaredariyan dixwaze ku ev rewş zû bê derbaskirin û bi awayekî erêbî pirsgirêkên wan ên bên çareserkirin. Bi taybeti li gundan dixwazin ji bo jin, ciwan û civakê re xizmet bê kirin. Dixwazin xizmet ji berê bêtir bên kirin. Hevşaredar jî li gel me beşdarî civînan dibin. Li daxwaz û rexneyên gel guhdar dikin û li gorî wê dibin bersîva pirsên gel. Hevşaredar jî bi gel re didin û distînin û di nava gel de ne. Gel bawer dike ku di demek kin de ev bandora xeter ji ser şaredariyan rabe. Gel bawer dike ku dê xebatên berbiçav bêne kirin. Em bawer dikin ku di demek nêzîk de ev kêmasî dakevin asta herî kêm. Şaredarî dê daxwazên wan ên bingehîn bibersivînê û di nava wê hewldanê de ne.
Celal Alphan kî ye?
Di sala 1976an de li gundê Şemrexa Serê Gir ê Navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû. Di sala 1994an de gund hat şewitandin. Piştî gund hat şewitandin, malbatê koçî metrepolan kir. Di 17 saliya xwe de hat girtin û 2 salan li zindana Amedê girti ma. Ji salên 1997an heta niha di rêveberiyên DEHAP, DTP, HDP û DEM Partiyê de cih girt. Dîsa ji doza KCKê bi qasî 2 salan girtî ma. Niha Cîgirê Hevserokên Rêxistina Bajêr a Amedê yê DEM Partiyê ye.