12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel bi fikrên Rêber Ocalan xwe bi rêxistin dike

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Yûsif Kûtê bal kişand ser xebatên pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel xwe bi fikrên Rêber Ocalan bi rêxistin dike.”

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dehan yekîneyên xwendinê hatine avakirin û li hemû kanton û bajarên herêmê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin û fikrên wî li hemû civakê belav dikin. Hemû rêxistin û saziyên herêmê li gorî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin.

Endamê Yekîtiya Rewşembîrên Herêma Cizirê Yûsif Kûtê der barê xebatên pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” agahî dan. Yûsif Kûtê bal kişand ser hamleya “Ji Rêber Apo re Azadî” û wiha got: “Ev pêngava ku sala par dest pê kir, îro jî didome. Niha li zêdeyî 100 dewletên cîhanê bi tevlêbûna rewşenbîr, zanyar, siyasetmedar, rewşenbîran berdewam dike. Îro li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê û dîsa welatên ereban millet rabûye ser piyan û meşan li dar dixin. Li her derê  cîhanê xebat tên kirin. Bandorek mezin a vê pêngavê li ser raya giştî heye. Dem bi dem meş û mîtîng tên lidarxistin. Ev çalakî û xebat li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin.  Ev pêngav roj bi roj belav dibe û her kes doza RêberApo dikin.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Yûsif Kûtê bal kişand ser eleqeya xwendina pirtûk û fikrên Rêber Abdullah Ocalan û wiha axivî: “5 parêzname û parastina gelekî di nava gel de tê xwendin. Ev pirtûkên Rêber Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê tên xwendin. Rêveberiya Xweser li ser esasê Neteweya Demokratîk xebatê dike û pergalek ava kiriye. Hemû gelê herêmê xwe li ser vê paradîgmayê bi rêxistin kiriye. Li Minbic, Reqqa û tevahiya herêmê li gorî ve fikrê rêveberiyên xweser û saziyên xwe yên civakî, siyasî û xizmetê avakirine. Kom bi kom yekîne hatine avakirin û li ser pirtûka Rêber Apo ya Sosyolojiya Azadiyê xwendinan dikin. Bi zimanê kurdî û erebî tên xwendin. Li her deriyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom hatine avakirin û bi rêk û pêk ev pirtûk tên xwendin.”

Bi dehan komên xwendinê hene

Kûtê da zanîn ku paradîgmaya modernîteya demokratîk di nava hemû sazî û rêxistinan de tên xwendin û her kes li gorî wê hewl didin xebatê bikin û wiha lê zêde kir: “bi dehan kom hatine avakirin û van pirtûkan didin xwendin. Em jî li aqademiyan û her derê van pirtûkan didin xwendin. Li dibistan û zanîngehan ev pirtûk tên xwendin û ev sazî li gorî vê paradîgmayê xwe bi rêxistin dikin. Jin û ciwan li gorî fikr û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û pêşengiyê dikin. Jinên ku li ser vê paradîgmayê xwe bi rêxistin kirin pêşengiya şoreşê dikin. Li herêmên ereban ên rizgarkirî de jî jinên ereb xwe bi rêxistin kirinen û li her derê xebatên xwe dimeşine.”

Yûsif Kûtî bal kişand ser plansaziyên siberojê û wiha lê zêde kir: “Erka dikeve ser milê em em bêtir vê fikr û paraznameyê li hemû qada civakê belav bikin. Ev wekî erkekî li ser milê me ye. Ji bo azadiya  Rêber Apo em tu gavan paşve navêjin. Heta ku ji destê me tê em ê xebatên ji bo azadiya  Rêber Apo xebate bikin. Di salvegera 9’ê Cotmehê komploya navneteweyî de bi sed hezaran mirov li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û tev li meşan bûn. Dîsa ji bo siberojê dê xebatên me berdewam bikin. Ji bo em fikr û ramanên Rêber Apo bigîmin hemû beşên civakê emê komên nû ava bikin. Xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo belavkirina fikrên wî dê her tim berdewa bike.”